Jinên Egeyê li dijî tundiyê li qadan bûn

  • 20:58 25 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma Egeyê bi hezaran jin ji bo tundiya mêr-dewletê teşhîr bikin daketin qadan. Jinan balkişandin ser tundiya mêr,  êrîşên li hember destkeftiyên jinan, êrîşên hember Fîlîstîn û Rojava û bang kirin ku divê tezkereyên şer şûnde bên kişandin.
 
Li bajarên Egeyê bi hezran jin daketin qdan û balkişandin ser êrîşan. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li bajaran kortejên xwe ava kirin û di bin dirûşmeya ‘bi jin jiyana azadî em dimeşin azadiyê’ de hatin gel hev.  Meclîsa Jinan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê (HEDEP) jî bi dirûşmeya ‘em naçin em li virin’ hatin gel hev.
 
Îzmîr
 
Bi pêşengiya Platforma Jinan a Îzmîrê jin li ber Navenda Çanda Turkan Saylan hatin gelhev û heta Çanda Leman a Berê Meşiyan. Jinan bê navber dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî, bijî berxwedana zindanan’ berz kirin. Metna daxuyaniyê ya Kurdî Emîne Bozdag, ya Tirkî jî Pinar Çetînkaya, Elîf Uygurlu xwend.  Parlamentera HEDEP’ê ya Îzmîrê Burcugul Çukbuk, nûnerên rêxistinên siyasî û kedê û hezaran jin tevli daxuyaniyê  bûn.
 
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Peymana Stenbolê ji aliyê deshilatdariyê ve hatiye feskirin û niha qanûna 6284 di hedefê de ye. Her wiha hat diyarkirin ku di 10 mehên ewil yên 2023’an de 253 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û 194 jin bi guman jiyana xwe ji dest dane.Di daxuyaniyê wiha hat gotin: “Ji bo jinan 2 mîlyon 900 hezar hat veqetandin lê ji bo Diyanetê 35 mîlyar butçe hatiye veqetandin. Jinan hepsê malê dikin. Em ê li dijî vê têbikoşin. Em ê li zanîngehan têkoşîna xwe  piştevaniya xwe ya bi xwendekaran re bidomînin. Li Rojava polîtîkayên şer tên meşandin. AKP ya êrîşên li hember Fîlîstînê şermezar dike, li Rojava polîtîkayên şer dimeşîne. Daxwaza me eve ku demidlest tezkereyên şer bên kişandin. Jinên penaber di hedefa polîtîkayên newekhev de ne. Em jin jiyanek aştiyane dixwazin. Li herêmên erdhejê jin bi her cureyê tundiyê re tên ruh ev. Divê ji bo jiyanek baş demildest tedbîr bên girtin.”
 
Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşmeyan derbasî çalakiyê bûn.
 
 
 
Li navçeyên Datça, Marmarîs, Bodrum û Menteşe daxuyanî hatin dayîn û bi sedan jin tevli bûn. Li Bodrumê bi pêşengiya Platforma Jinên Bodrumê jin li Qda Aştiyê hatin gel hev. Surreya Turkoglu daxuyanî xwend.
Li Menteşeyê jî bi pêşengiya Platforma Jinan a Menteşe jn hatin gel hev. Li ser navê jinan Dîlek bolut daxuyanî xwend. Li Datçayê û Marmarîsê jî daxuyanî hatin dayîn.
 
Manîsa
 
Li Manîsayê jî bi pêşengiya Platforma Jinan a Manîsayê  li Qada Manolya daxuyanî hat dayîn. Jinan dirûşmeya ‘kuştinên jinan polîtikin’, ‘Em bêdeng namînin’ berz kirin. Sekretera Jinan a Egîtîm Senê Bengî Kanat daxuyanî xwend.
 
Aydin
 
Li Aydinê jî jin bi banga Platforma Jinan a Aydinê ji riya Sevgî heta Kent Meydani meşiyan. Li ser navê jinan Reyhat Kiliç daxuyanî xwend. Beriya daxuyaniyê jî jinan li riya Sevgî stand ava kirin û belavok belavkirin.
Li Kuşadasi jî bi pêşengiya platforma jinan ji Parka Bulent Ecevît heta Qada El meşiyan. Daxuyanî ji aliyê Alevsu Ozge Aslan, Nuray Pek û Işik Arcan ve hat xwendin.
 
Denîzlî
 
Li Denîzliyê jî ji aliyê Platforma Jin Bihev re Xurtin li Parka Candogan daxuyanî hat dayîn. Li ser navê jinan Ebru Acer Koç daxuyanî xwend.