Jin daketin qadan: Zexta desthilatdariyê hebe têkoşîna me jî heye

  • 19:51 25 Mijdar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Bi wesîleya 25’ê mijdarê jin li gelek bajaran daketin qadan û diyar kirin ku ew dest ji têkoşîn û jiyana xwe bernadin û wê li dijî zext, tundî û êrîşan li kolanan bin.
 
Bi wesîleya  25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî li Bursa, Hatay û Edenê bi hezaran jin daketin qadan û bi dirûşma ‘em li dijî tundî, şer, xizaniyê  kolanan e’ çalakî pêk anîn.
 
Bursa
 
Bi pêşengya Platforma Jinan a Bursayê  jin li Qada Fomara hatin gel hev û meşiyan Kent Meydani.  Di meşe de jinan bê navber dirûşmeyên 
 
‘jin jiyan azadî’ berz kirin.
 
Jinan li  Kent Meydani daxuyaniyek dan. Li ser navê Platforma Jinan a Bursayê Gulay Alkan daxuyanî xwend û da zanîn ku ew 25’ê Mijdarê Roja têkoşîna ji bo aştî, edelet û demorkasiyê dibînin û got ev pergal destdirjiyê dike û dikuje.
 
Gulayê  di daxuyaniyê de diyar kir ku di şer de ewil jin hedef tên girtin û destdirêjî li jinan tê kirin û got divê demildest dawî li şer û operasyonên dersînor bên anîn. Gulayê di dawiyê de daxuyakirin ku ew li dijî şer aştiyê diparêzin li dijî mirinê jiyanê diparêzin û got jiyanek aştiyane dixwazin, dest ji jiyana xwe bernadin.
 
 
 
Edene
 
Platforma Jinan a Edenê jî di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Parka Înonu hatin gel hev û meşiya Parka Ataturk û daxuyaniyek dan.  parlamentera HEDEP’ê ya Amedê Adalet Kaya, hevseroka giştî ya HDP’ê Sultan Ozcan û gelek jin tevli meşê bûn. Li ser navê platformê parêzer Sevîl Araci Bek axivî û da zanîn ku ew di 25’ê Mijdarê de dîsa li kolanan e û ji bo welatekî ku jin bi awayekî mirovane dikarin bijîn hatine gel hev. 
 
Parlamenter Adalet Kaya jî axaftina xwe de jinên hatine qetilkirin bibîr anî û anî ziman ku li dijî polîtîkayên desthilatdariyê bêdeng namînin û têdikoşin.
 
Daxuyanî bi govendê bidawî bû. 
 
Hatay 
 
Jinên endamên Jin Bihevre Xurtin ya Hatayê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li ber Bankaya Zîratê ya li ser Riya Harbiyê hatin gel hev û heta ber Îdîl Su meşiyan. Li ser navê girseyê Meryem Avci daxuyanî dan û diyar kir ku li hemû cîhanê mêr tundiyê li jinan dikin û got ew li dijî kesên ku jiyana wan di bin kavilan de hiştine bêdeng namînin. 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.
 
Îskenderun 
 
Li Îstenderunê jî di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Parka Saglikli Yaşam daxuyaniyek hat dayîn. Gelek jin tevli daxuyaniyê bûn. Ji Platforma Jinan a Îskenderunê  Meryem Çolak Keskîn daxuyanî xwend û balkişand ser pirsgirêkên erdhejzedeyan. Her wiha di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku wê piştevaniya bi jinên herêma erdhejê re bidome û bê mezinkirin, wê destur nedin tundiyê.