Bi sedan Mecidiyekoyê meşiyan: Têkoşîna me wê neqede!

  • 18:46 25 Mijdar 2023
  • Rojane
STENBOL - Jinên ku di pêşengiya Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê de li Mecîdiyekoyê hatin cem hev, bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Em bêdeng nabin, natirsin, serî natewînin” daxwazên xwe anîn ziman. Jinan di meşê de peyama ‘wê têkoşîna me bidawî nebe’ dan.
 
Jinên Stenbolê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê li Qada Mecîdiyekoyê kom bûn. Civîna bi pêşengiya Platforma Jinan a 25'ê Mijdarê bi dirûşma "Kiryar li malê, li meclîsê, li ser kar, li dibistanan. Jin li dijî tundiya mêr-dewletê li kolanê ne" hat lidarxistin. 
 
Beriya çalakiyê bi saetan hemû rêyên ku diçin qadê bi bariyerên polîsan hatin girtin. Li gelek noqteyan wesayîtên binçavkirinê hatin bicihkirin. Tevî vê yekê jinan dest ji kombûna xwe bernedan. Jinan pankartên "Têkoşîna li Rojava têkoşîna jinan e" vekirin û dirûşmên "Dayikên ku 7 roj in cenazeyên wan li kolanan man, zarokên li Rojava hatin qetilkirin", "Jin, jiyan, azadî", "Sara, Rojbîn, Ronahî", "Bi şev kolan û qadan" berz kirin, dirûşmên "Em bajar naterikînin", "Em bêdeng namînin, natirsin, guh nadin" û "Jin bi hev re bi hêz in" qîriyan. Her wiha pankartên li dijî tundiyê hatin hilgirtin.
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) Tulay Hamîtogullari û parlamenterên jin ên HEDEP'ê jî tevlî çalakiyê bûn. 
 
Bi sedan jinên ku hatin qadê gelek caran bê navber dirûşmên "Eger jin azad bûna cîhan wê biguhere", "Îtaatî nabe, îsyan heye", "Bijî hevgirtina jinan", "Em ê qadan û kolanan neterikînin", “Em ne malbat in, em jin in”, “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Her wiha bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” girtiyên jin hatin silavkirin.
 
Ji bo Azadiya Abdullah Ocalan dirûşme
 
Jinan bê navber bi dirûşmeyên ‘silav silav ji Îmraliyê re hezar silav’, ‘bijî serok Apo’ Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 33 mehe agahî jê nayê girtin silav kirin. Her wiha pankarta ‘Hun dikarin vê tecrîdê vîa gelê Kurd bişkînin’ hat vekirin û tecrîd hat protestokirin.
 
Bi dirûşmeyan derbasî meşê bûn
 
Jin piştre bi pankarta ‘gumanbar li malê,li kargeriyan, kolanê, jin li dijî tundiyê di têkoşînê de ne’ vekirin û dest bi meşe kirin. Di eniya pêş de hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogullarin jî nav de gelek jin di eniya pêş de cih girtin.
 
Li Mecidiyekoy dengê jinan bilind bû
 
Jinan di meşe de dengê xw eli dijî şer, qirkirin, tundî, binpêkirin, dagirkirin, xizanî û bêdadiyê bilind kirin. Jinan bê navber dirûşmeya ‘bijî têoşîna jinan’ berz kirin.
 
 
 
Jinan her wiha diyar kirin ku tecawizê neparêzin, nebin hevkarê sûc û piştî meşe dets bi çalakiya runiştinê kirin. Piştre navê jinên Hande Kader, Gulîstan Doku, Emîne Bulut, Ozgecan Aslan, Esra Ateş û gelek jinên bi yek dengî qêriyan. Jinan gotin wê hesabê van jinan bipirisn.
 
Daxuyanî dan: Em li dijî astengiyan di serhildanê de ne!
 
Polîsan li dijî astengiya polîsan dest bi daxuyaniyê kirin. Li ser navê platformê Cemîle Baklaci daxuyanî xwend. Cemîleyê got: “Em jin bi hêrs û serhildan axwe hatin vê qadê lê carek din em bi tundî û qedexeyan rojê diqedînin. Em jin ligel hevin û di serhildanê de ne.Ji bo em bibin dengê jinên li Fîlîstîn, li Rojava, li Îran û Afganîstanê berxwe didin em hatin gel hev. Li dijî polîtîkayên bêcezahiştinê ya gumanbarên tundiyê em hatin gel hev. Ji bo em yek din kêm nebin em li dijî tundiya dewlet-mêr hatin gel hev.
 
Şev, kolan û qad yên me ne!
 
Ji bo em bêjin, li dijî polîtîkayên malbatê nabin jinên makul, ji bo em destur nedin fotiya LGBT+ em hatin gel hev. Em li dijî xizanî, tundî, binpêkirin şer di serhildanê dene û ligel hevin. Em bihev re ne ji ber em bi hev re xurtin û hêviya me heye. Şev, kolan, qad yên me ne.”
 
Meşale hatin pêxistin
 
Piştî dxuyaniyê jinan dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî, bijî piştevaniya jinan, em bêdeng namînin’ berz kirin û maşele pêxistin.
Jinan peyama wê di têkoşîna xwe de bi israr bin, dan û dawî li meşa xwe anîn.
Piştî dxuyaniyê jinan dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî, bijî piştevaniya jinan, em bêdeng namînin’ berz kirin û maşele pêxistin.
Jinan peyama wê di têkoşîna xwe de bi israr bin, dan û dawî li meşa xwe anîn.