Çalakiyên 25'ê Mijdarê: Em soza xwe nû dikin

  • 15:14 25 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi munasebeta 25'ê Mijdarê jin li gelek bajaran derketin qadan û gotin:"Em soza xwe ya piştevaniya jinan nû dikin."
 
Bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna ya li dijî Tundiya li ser Jinan jin li gelek bajaran derketin qdan û çalakî li dar xistin her wiha daxuyanî dan. 
 
Edene
 
Komisyona Mafên Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê bi munasebeta 25'ê Mijdarê daxuyaniya çapemeniyê da. Berdevka Komisyona Mafên Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê Baran Oner, metna çapemeniye xwend û bal kişand ser girîngiya dîrokî ya 25'ê Mijdarê û got Xwişkên Mîrabel sembola 25'ê Mijdarê ne. 
 
Baranê da zanîn ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê yên îktidarê mirinên jinan tê xwestin rewa bê nîşandan û got ew ê li dijî şer û her cureyê tundiyê parastina mafê jiyanê bidomînin. 
 
Baranê da zanîn ew bi çanda tundiyê rû bi rû ne û got divê dewlet li dijî tundiya li ser jinan tedbîrê bigire, ev peywira dewletê ye. Her wiha Baranê got divê cihêkariya girêdayî zayendê ji holê rabe. 
 
Colemêrg
 
Di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li Colemêrgê li ber avahiya HEDEP'ê daxuyaniyek hat dayîn. Aktîvîstên TJA'yê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û Parlamentera HEDEP'ê Oznûr Bartin tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyêd e dawizên wekî "Hûn nikarin roja me tarî bikin", "Qetlîama jinan qirqirina civakê ye", "Zimanê me rûmete me ye", "Ji jinên girtî re azadî" û "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hatin vekirin. Daxuyanî ji hêla hevseroka Partiya Demokratîk a Gel (HDP) a Colemêrgê Humeyra Armut ve hat xwendin. 
 
Humeyra, di daxuyaniyê de bal kişand ser têkoşîna jinan a li dijî şîdeta mêr û dewletê û got: "Em bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' qêrîna xwe ya azadiyê dubare dikin. Îktîdar bi gotin û polîtîkayên xwe dijminatiya jinan dike. Lê divê bê zanîn ku em polîtîkayên dijminatiyê qebûl nakin. 
 
Dêrsîm 
 
Platforma Jinan a Dêrsîmê bi minasebeta 25'ê Mijdarê bi dirûşma “Li dijî xizanî, newekhevî, şîdet û şer têkoşîna bi rêxistinî" ji Kolana Hunerê ber bi Qada Seyîd Riza meşek li dar xist. Di meşê de jinan dowîzên wekî "Şîdeta li hemberî jinê sûc e", "Gulistan Doku li ku ye" û "Jin jiyane jiyanê nekuje” vekirin. Di meşê de dirûşmên wekî "Bi dengê girtiyan", “Jin jiyan azadî”, “Em bêdeng nabin, natirsin û îtatê nakin" û "Ji şer re na aştî hema niha" berz kirin. 
 
Li Qaqa Seyîd Riza daxuyanî hat dayîn, li ser navê platformê Fatoş Taşkale daxuyanî da û bal kişand ser polîtîkayên îktîdara AKP'ê ya ji sala 2002'yan heta îro û got: "Di 10 mehên dawiyê ya îsal de 353 jin hatin qetilkirin. Jin bi sîstematîk bi destdirêjiyê re rûbirû man. Gulistan Doku ji 5'ê Çileya 2020’an heta îro windaye û ev tişt ji ber polîtîkayên qerêj pêk hat. Gelek caran ji bo dîtina Gulistanê soz hatin dayîn lê yek jî pêk nehatin. Têkoşîna me ya jinan dê heta dawiyê bidome." 
 
Parlamentera HEDEP'ê ya Dêrsîmê Ayten Kordu jî di çalakiyê de axivî bal kişand ser têkoşîna jinan a bi rêxistinkirî. Herî dawî jî Songul Bulur jî helbesta xwe ya ji bo jinan nivisîbû xwend. Dû re jî Koma Erbanê ya Meclîsa Jinan a SES'ê ya Dêrsimê stranên xwe bi çalakvanan re parvekir. 
 
Çalakiya jinan bi çepik û govendê bi dawî bû. 
 
Riha 
 
Li Rihayê jî jinan bi çalakiyan bal kişand ser 25'ê Mijdarê. Navenda Mafê Jinan a Baroya Rihayê li avahiya xwe daxuyaniyek da. Endamên Platforma Jinan a Rihayê tevlî daxuyaniyê bûn. Seroka Navenda Mafê Jinan Zelîha Ozay, daxuyanî da û bal kişand ser asta şîdetê ya li hemberî jinan û daxuyand ku dê jin li dijî her cure êrişan têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Platforma Jinan a Rihayê jî li ber avahiya HDP'ê heta Navenda Kar a Bahçivanê meşiyan. Jinan di meşê de dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin. Parlamentera HEDEP'ê Dîlan Kunt Ayan tevlî meşê bû. Endama platformê Şehrîban Demîrel axivî û bal kişand ser qetilkirina jinan û polîtîkayên îktîdarê ya li hemberî jinan. Ayşe, da zanîn ku têkoşîna jinan a ji bo cîhaneke azad dê bidome. 
 
Piştî daxuyaniyê girse berê xwe da Goristana Asri ya Rihayê çûn ser gora Bahar Hezer a ku hatî qetilkirin. Dû re tevlî semînera ku li Salona Konferansa Tahîr Elçi hatî lidarxistin bûn. 
 
Semsûr 
 
Meclîsa Jinan a KESK'ê ya Semsûrê jî li Parka Demokrasiyê kom bûn û banga qebûlkirina Peymana 190Rê ya ILO'yê kirin û bal kişandin ser girîngiya peymanê. 
 
Daxuyanî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû. 
 
Êlih 
 
Jinan li Parka Yilmaz Guney kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Aktîvîsta TJA'yê Rûken Zeryam Işik daxuyanî da û diyar kir ku îktîdara AKP-MHP'ê dijminê jinê ye, polîtîkayên bêcezahiştinê jî vê tiştî aşkera dike. Piştî daxuyaniyê jinan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" heta avahiya HEDEP'ê ya bajêr meşiyan. Di meşê de jinan wêneyên Garîbe Gezer, Nagîhan Akarsel, Îpek Er û Denîz Poyraz vekirin. Li ber avahiyê jî parlamentera HEDEP'ê ya Êlihê Zeynep Oduncu axivî û da zanîn ku dê têkoşîna jinan mezin bikin. 
 
Sêrt 
 
Jinan li ber avahiya HEDEP'ê ya bajêr kom bûn û heta Kuleya Saetê meşiyan. Di meşê de jinan pankarta “Bi jin jiyan azadiyê, be bi 25’ê Mijdarê ve” vekirin û wêneyên Îpek Er,  Jîna Emînî, Gulistan Doku, Denîz Poyraz, Garîbe Gezer hildan. Li vir hevseroka HDP'ê ya Sêrtê Hatîce Tay axivî û banga mezinkirina berxwedanê kir. Dû re jî parlamentera HEDEP'ê Sabahat Erdogan Saritaş axivî û bal kişand ser mîrateya berxwedanê û mezinkirina têkoşîna jinan. 
 
Çalakiya jinan bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû. 
 
Çewlîg 
 
Jinan li ber avahiya Rêxistina HEDEP'ê kom bûn. Parlamentera HEDEP'ê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz tevlî çalakiyê bû û diyar kir ku bi destê darazê cinayetên jinan pêk tê û got: "Lê divê bê zanîn ku em ê li dijî polîtîkayên şerê taybet têkoşîna xwe berfireh bikin. 
 
Dîlok 
 
Jinan li Dîlokê daxuyaniyek dan û piştre meşek organîze kirin. Parlamentera HEDEP'ê ya Amedê Ceylan Akça, parlamentera EMEP'ê ya Dîlokê Sevda Karaca tevlî çalakiyê bûn. Jinan li Parka Kirkayak a Şahînbeyê kom bûn û heta Parka Yeşilsuyê meşiyan. Jinan di daxuyaniyê de bal kişan ser polîtîkayên şerê taybet û da zanîn ku dê têkoşîna jinan jî li hemberî vê yekê bidome. 
 
Antalya 
 
Platforma Jinan a Antalyayê jî ji Parka Aydin Kanzayê heta Qada Cumhuriyetê meşiyand. Parlamentera HEDEP'ê ya Stenbolê Çîcek Otlu û gelek jin ligel barana zêde meşa 25'ê Mijdarê pêk anîn. Di meşê de jinan dirûşma "Jin, jiyan, azadî" berz kirin. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û êrişa li Şirnexê ya li hemberî jinan jî hat şermezarkirin. 
 
Enqere 
 
Platforma Jinan a Enqerê bi dirûşma "Li dijî şer, xizanî, qeyran û şîdeta dewlet-mêr em li qadan e" li Qada Kolejê kombûn. Ligel astengiya polîsan jinan heta Qada Sakaryayê meşa xwe li dar xistin. Di meşê de jinan dirûşma “Jin jiyan azadî”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ye" berz kirin. Her wiha wêneyên Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel,  Gultan Kişanak, Garîbe Gezer û Nagîhan Akarsel hatin hildan. 
 
Piştî meşê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de jinan bal kişand ser têkoşîna jinan û dan zanîn ku dê serhildana xwe mezin bikin. Jinan di daxuyaniyê de diyar kirin ku dê şîdeta mêr li her derê teşhîr bikin û dê li kolanan li dijî şîdeta dewlet-mêr li ber xwe bidin. 
 
Meletî
 
Platforma Jinan a Demokratîk a Meletiyê jî li ber Çarêya Emeksîzê kom bûn û li vir daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê jinan da zanîn ku her tim li hemberî nasnameya jinan êrişek pêk hat û hewldan ku jinan bêdeng bikin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dê li dijî her cure neheqî û bêedaletiyê dê mafê xwe biparêzin. 
 
Daxuyaniya jinan bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" û "Piştevaniya jinan dide jiyin" bi dawî bû.