Li Mêrdînê li dijî şîdetê meş hat lidarxistin

  • 14:47 25 Mijdar 2023
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Bi bangewaziya TJA’yê li Mêrdînê daxuyanî hat dayîn û piştre jî ligel astengiya polîsan meş hat lidarxistin. Jinan di çalakiyê de da zanîn ku dê li dijî şîdetê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li Mêrdînê Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyanî hat dayîn û piştre meş hat lidarxistin û Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê jî daxuyaniyek da. 
 
Ligel astengiyan meşiyan
 
Bi bangewaziya TJA'yê jinên Mêrdînê li Parka Karayollariyê kom bûn. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Bêrîtan Guneş Altin jî tevlî çalakiya jinan bûn. Jinan di çalakiyê de jinan pankarta "Bi jin jiyan azadiyê ber bi 25’ê Mijdarê vê” vekirin. Her wiha dowîzên wekî “Parastina xweser maf e", “Jinên ciwan li dijî şîdet û destdirêjî li ber xwe didin" û “Kuştina jinan polîtîk e” hildan. Her wina wêneyên jinên berxwedêr jî di çalakiyê de hatin vekirin. Di çalakiyê de jinan dirûşma “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan”  berz kirin. Metna daxuyaniyê ji hêla aktîvîsta TJA'yê Ayşe Bozan ve hat xendin. 
 
Ayşe di daxuyaniyê de behsa têkoşîna xwişkên Mîrabal kir û bal kişand ser şîdeta li hemberî jinan û got: "Li Tirkiyeyê her ji 10 jinan 4 jin bi şîdeta mêr re rûbirû dimînin. Dewlet jî wan êrişkaran diparêze. Parastina kujerên jin û zarokan rê li ber qetilkirinê vedike. Jin tu carî betalkirina Peymana Stenbolê û tecrîda li girtîgehan qebûl nakin. Dê her tim li ber xwe bidin. Em jin dê li dijî destdirêjî û şîdetê têbikoşin û em ê her cure şîdeta li hemberî jinan deşîfre bikin."
 
Piştî daxuyaniyê parlamenter Bêrîtan Guneş Altin jî axivî û bal kişand ser berxwedana jinan û diyar kir ku tu carî dev jî têkoşînê bernadin. 
 
Ligel astengiya polîsan jinan meş li dar xistin û heta li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdinê bi dirûşmeyan meşiyan. 
 
Li ÎHD'ê daxuyanî hat dayîn 
 
Komîsyona Jinan a ÎHD'ê ya Mêrdînê li avahiya komeleyê daxuyaniyek da. Parêzer Gulistan Duran metna daxuyaniyê xwend û da zanîn ku dê her tim li cem têkoşîna jinan bin.