Dayikên Şemiyê qurnefîl danîn Qada Galatasarayê

  • 13:55 25 Mijdar 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Dayikên/Mirovên Şemiyê di hefteya 974’emîn a çalakiya xwe de li Qada Galatasarayê hatin gel hev û aqûbeta Hayrettîn Eren ê di bin çavan de hatiye windakirin pirsîn. 
 
Dayikên/Mirovên Şemiyê bi daxwaza aqubeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û faîl bên darizandin, di hefteya 974’emîn a çalakiya xwe de li Qada Galatasarayê hatin gel hev. Beriya çalakiya vê hefteyê hemû kolanên Cadeya Îstîklalê bi wesayîtên binçavkirinê û polîsan hatin girtin. 
 
Ji bilî Dayik/Mirovên Şemiyê endamên Meclisa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û gelek parazvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. 
 
Dayikên/Mirovên Şemiyê di destên wan de qûrnefîl û bi wêneyên xizmên xwe ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Hayrettîn Eren ê piştî ku di 21’ê mijdara 1980’yan de bi hevalê xwe re li Saraçxaneya Stenbolê hate binçavkirin agahî jê nehata girtin, hate pirsîn. 
 
Daxuyanî ji aliyê Sekretera Şaxa ÎHD’a Stenbolê Oya Ersoy ve hate xwendin. 
 
Oya, diyar kir ku her hefte ji bo çîrokên mirovên di binçavan de hatine windakirin ji raya giştî re ragihînin û nehêlin bên jibîrkirin tên cemhev û da xuyakirin ku ew ê dest ji daxwaz û biryardariya xwe ya ji bo darizandina kiryaran bernedin. Oya, da zanîn ku vê hefteyê ji bo aqûbeta Hayrettîn Eren ê dema 26 salî bû hate binçavkirin û careke din agahî jê nehate girtin bipirsin derketine qadê û çîroka Hayrettîn xwend. 
 
Oya, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em di hefteya xwe ya 974’emîn de careke din dibêjin ‘heta ku aqûbeta Hayrettîn Eren neyê aşkerekirin, faîl neyên darizandin û cezakirin, heta edalet pêk neyê ev doz ji bo me nayê girtin’. Çend sal di ser re derbas dibin bila bibin; Em ê dev ji daxwaza edaletê ya ji bo Hayrettîn Eren, ji bo hemû windayên xwe û bi bîr xistina ku dewlet neçar e di nava pîvanên hiqûqa gerdûnî de tevbigere bernedin.”
  
Piştî daxuyaniyê beşdarvanên çalakiyê qurnefîl danîn Qada Galatasarayê.