Dê li dijî tecrîd û tundiyê li qadan bin

  • 09:06 25 Mijdar 2023
  • Rojane
 
AMED - Çaglar Demîrel a TJA'yî bal kişand ser kampanya "Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve" ku dest pê kirine û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya jinê û got ku ew ê li dijî tundiya li ser jinê û tecrîdê di çarçoveya çalakiyên xwe yên 25'ê Mijdarê de li qadan bin.
 
Li gel tundî, komkujî û binpêkirinên mafan ên li dijî jinan ku zêde dibin, jin jî bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê li qadan dengê xwe bilind dikin û ji tundiya li wan tê kirin re dibêjin na. Ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Çaglar Demîrel der barê tundiya li jinê tê kirin de nirxandin kir.
 
‘Têkoşîna bi dirûşma 'Jin jiyan azadî'
 
Çaglar di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku di vê salê de jî dîsa jin bi destê hişmendiya mêrsalar  û dewletê hatin qetilkirin û anî ziman ku jin li dijî vê tundî û qirkirin têkoşîna xwe berdewam dikin Çaglar di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Salên borî jî û di vê salê jî wisa bû. Ji salên borî heta îro ger ku em binirxînin, bi destê dewleta serdest li dijî jinan şerekît taybet hat meşandin. Bi vî şerê  jî jin hatin hedefgirtin. İpek Er bi vê hedef girtinê re li Êlihê hat qetilkirin. Herwiha li navçeya Mêrdînê Dêrikê  jî taciz û tecawiza cerdevanan berdewam kir. Di salên 90’î de jî wisa bû. Ev şerê taybet herdem li ser kurdan û bi taybetî jî li ser jinan tê meşandin. Ji ber vê yekê jî jinan çawa ji dîrokê heta niha têkoşîna xwe berdewam kir îsal jî dîsa berxwedana xwe berdewam kir. Tevgera Jinên Azad (TJA) dest bi kampanyayek nû kir. Kampanyaya ku bi dirûşma ‘Bi jin jiyan azadi, ber bi azadiyê ve’ hat destpêkirin hem li dijî tundiya li ser  jinê hem, hem li dijî tecrîdê û hem jî ji bo xurtkirina têkoşîna jinê hat destpêkirin. Em tundiya li ser jinê qebûl nakin. Ji bo vê jî têkoşîna xwe berdewam dikin. Bi salane em bi destê dozgeriyê tên binçavkirin, girtin û di girtîgehê de jî bi tecrîdek giran re rû bi rû dimînin. Ji ber ku dev jê têkoşîna xwe bernadin hevalên me û siyasetmedarên me di girtigehê de ne. Bi rastî jî dozger her tim li dijî jinên kurd in. Lê belê jinên kurd dibêjin ku hûn me bikujin û binçav jî bikin û têxin zindanan jî em ê têkoşîna xwe li her derê bîdomînin. Têkoşîna Jîna Mahsa Amînî ya bi  dirûşma ‘jin jiyan azadi’ li dinê belav bû.”
 
‘Vekirina deriyê Îmraliyê dê hêzê bide jinan’
 
Çaglar daxuyand ku desthilatdarî  pergala xwe li dijî jinê ava kiriyê û destnîşan kir ku desthilatdarî dixwaze jinê ji kolanan û xebatan dûr bixe û li malê hepis bike. Çaglarê da zanîn ku desthilatdarî bi rêyên fihûş, tacîz, tecawiz û tiryakê dixwazê jinê bixe dest xwe û wiha bilêv kir: “Ji ber ku bi hişmendi ya 'ger em jinê bikin bin destê xwe em ê civakê jî bikin bin destê xwe' tevdigerin. Ji dîrokê heta niha jinan  ji bo azadiya xwe xebat kirine. Ev kampanyaya ku deklerasyona wê ‘Bi jin jiyan azadiyê, ber bi azadiyê ve’ li Rihayê hat eşkerekiri li her derê jî belav bû. Wê kampanya me  heta 8’ê Adarê jî berdewam bike. Ev kampanya bi taybetî jî li dijî tecrîda li ser rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin hat destpê kirin. Ji ber ku tecrîda Îmraliyê çiqas diçe kûr dibe. Heger deriyê Îmraliyê vebe,dê hêza jinê zêdetir bibe. Jin li dijî  tecrîda li rêberê xwe û ji bo azadiya jinê û civakê kampanyayê berdewam dikin. Jinan dê ji 25’ê Mijdarê şunde jî bikevin kolanan û daxwaza xwe ya azadiyê bînin ziman û xebatên xwe berdewam bikin.”
 
‘Nagihan ji ber ku ji bo azadiya jinan dixebitî  hat qetilkirin’
 
 
Çaglarê da nîşandan ku li Rojhilat, Başûr û  Rojavayê Kurdistanê û li Filistînê jî jin tên hedefgirtin û destnîşan kir ku Nagihan Akarsel ji ber ku xebatên jineolojiyê dimeşandin li Başûr hat qetilkirin. Çaglarê da xuyakirin tê xwestin  bîrdoziya jinan bixin bindestên xwe û wiha dom kir: “Di 1961’ê de çawa  Dîkdatoriya Komara Domînîkê ava bû û xwişkên Mirabel hatin kuştin, dîsa dixwazin li her cihî cînayetên bi vî rengî pêk bînin. Lê belê bîrdoziya jinê çiqas diçe xurt dibe û jin bi berxwedana xwe dibe bersiv. Dewlet ji jinan ditirse. Ji ber ku jin her tim ji civakê re û cihanê re pêşengtiyê dikin. Felsefeya ‘jin jiyan azadi’ ji vê derê tê.”
 
‘Siyasetmedarên jin vê 25’ê Mijdarê jî li girtîgehê pêşwazî dikin’
 
Çaglarê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên girtina jinên kurd û daxuyand ku jinên kurd ên siyasetmedar ku di têkoşîna jin û kurdan de cih girtine li girtigehê de ne û wê 25’ê Mijdarê ji li girtigê pêşwazî bikin. Çaglarê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel, Ayşe Gokkan, Ayla Akad Ata, Figen Yuksekdag û tevahî jinên siyasetmedar ên kurd di girtîgehê de ne. Gultan Kişanak a ku li girtigaha Kandirayê de 7 salên wê qediyan e û dema rewşa wê ya girtî qediyaye jî  nayê berdan. Ev ya ku tê meşandin şerê taybet e. Lê belê têkoşîna jinan li girtigehê jî berdewam dike. Herwiha li girtigeha Sincanê 12 hevalên me yên ku înfazên wan qediyane bi kêfî nayên berdan. Tirkiyê hiqûqa xwe bi kar nayne. Lê belê em ê herdem ji bo azadiya jinê têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bikin. Em ê vê 25’ê Mijdarê jî li qadan bibin.”