Li Îzmîrê ji bo meşa 25'ê Mijdarê bang hat kirin

  • 14:05 24 Mijdar 2023
  • Rojane
 
ÎZMÎR - TJA û Meclîsa Jinan a HEDEP'ê ya Îzmîrê bi munasebeta meşa 25'ê Mijdarê banga tevlîbûna ji bo meşê kir. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ji bo meşa 25'ê Mijdarê ya wê li Alsancaka Îzmîrê bê lidarxistin belavok belav kirin û jin vexwendin meşê. Li Kemeraltiya Konakê belavok hatin belavkirin. Parlamentera HEDEP'ê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk tevlî çalakiyê bû. Di çalakiyê de dirûşmên "Jin jiyan azadî","Cinayetên jinan polîtîk in","Em bêdeng nabin, natirsin û serî natewînin", "Jin bi hev re bi hêz in" hatin berzkirin. 
 
'Em ê dev ji têkoşîna li dijî tecrîdê bernedin'
 
Di çalakiya belavkirina belavokan de jinan gotin em ê dev jê bernedin û gotin:"Em ê dev ji jiyana azad, adîl û wekhev bernedin. Em ê li dijî polîtîkayên tundî û şer aştiyeke bi rûmet biparêzin. Em ê dev ji silavkirina serhildana Kobanê bernedin. Em ê dev ji têkoşîna li dijî tecrîdê bernedin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Em ê li dijî îktidara desthilatdar a mêr a zayendperest, yekperest dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernedin. Em bang li hemû jinan dikin ku sibehê derkevin kolanan."
 
Belavkirina belavokan bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.