Meclîsa Ciwanên HEDEP’ê: Emê bibin hêviya gelê xwe

  • 11:36 24 Mijdar 2023
  • Ramyarî
 
AMED - Meclîsa Ciwanan a HEDEP'ê  beriya 1'emîn Kongreya xwe ya dirûşma "Vejînek Ciwan" ku dê di 24’ê Kanûnê de pêk bîne li avahiya DBP’ê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de banga tevlibûna kongeryê hat kirin û wiha hat gotin: Em binin hêviya gelê xwe."
 
Meclîsa Ciwanan Partiya Wekhevî û Azadiyê ya Gelan (HEDEP) beriya  1'emîn Kongreya xwe ya ku wê bi dirûşma "Vejînek Ciwan" di 24’ê Kanûnê de pêk bîne li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  daxuyanî da. Parlamentera HEDEP’ê Berîtan Guneş tevlî daxuyaniyê bû. Hevberdevka Meclîsa Ciwanan a HEDEP’ê Edanur Ibrahîmoglu metna tirkî û Endamê Meclîsa Ciwanan Maruf Çeliker jî metna kurdî xwendin.
 
‘Hikûmet dixwaze kurdan tune bike’
 
Edanûr Ibrahimoglu di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku moderniteya kapîtalîst bi salan e polîtîkayên xwe yên zext û înkarê didomîne û hikûmeta AKP’ê jî parçeyek vê sîstemê ye. Edanûrê anî ziman ku hikûmet dixwaze kurdan ji cih û warên wan bike û tune bike lê belê ciwan her tim tirs û xofa desthilatdariyê ne. Edayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê ye ku herî zêde êrîşî ciwanan dikin. Em ê ji wekî ciwanan desthilatdariyê re bibin bersîv û tirs û xofa wan bînin bîra wan. Em di vê pêvajoyê de bêdeng namînin. Em ê vîna xwe eşkere bikin. Weke Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê em ji çapêmenîye re radigihînin ku em ê 1'emîn Kongreya xwe bi navê "Vejînek Ciwan" di 24'ê Kanûnê de li Amedê pêk bînin. Bi kongreya xwe em dixwazin pêşîya civakê vekin û feraseta xwe ya azadiyê nû bikin. Bila hemû gelê me û hevalên me zanibin, kongreya me soza ronakbîriyê dide gelên Kurdistan û Tirkiyeyê.”
 
‘Em di sîyaseta demokratîk de bi israr in’
 
Edanûrê daxuyand ku ew ê bi bawerî, bajar bi bajar, navçe bi navçe, tax bi tax xebatên xwe yên kongreyê bidomînin. Edanûrê di berdewamiya axaftina xwe de bang li hemû ciwanên Kurdistanê kir û wiha got: “Em bang li hemû hevalên xwe yên ciwan, demokratîk, şoreşger û hemû gelê xwe dikin ku li kêleka me bin. Li dijî êrîşên faşizma AKPê li ser ciwanan ku hewl dide xebat û çalakîyên me krîmînalîze bike û me ji civakê dûr bixe em xwedî li meclisa xwe dertên û em di nav civaka xwe da bi civaka xwe re di sîyaseta demokratik dê israr dikin.”
 
‘Em ê deriyê çareseriya pirsgirêka kurd vebikin’
 
Edanûrê di dawiya axaftina xwe de da nîşandan ku divê pergalala heyî bê hilweşandin û li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan têkoşîn xurt bibe. Edanûrê wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Werin em vî dengî bilind bikin. Bi bilindbûna vî dengî derîyê çareserîyê ji pirsgirêka Kurd û pirsgirêken civak û ciwanan ra vebikin. 
 
Em dubarê dibêjin, werin em ji gelan re bibin hêviyek, ji bo jin,ciwan û civakê azad bikin. Hêz jî hêvî jî tekoşîn û berxwedana ciwana ye.Em bang li hemû hevalên xwe yên ciwan û gelê xwe dikin ku beşdarî kongreya me bibin. Em ê kongreya xwe 24’ê Kanûnê bi navê ‘Vejînek Ciwan’ li Salona  Dawete li dar bixin. Banga me ji hemû kesî re ye ku careke din rabin ser piyan û tevlî kongreya me bibin.”
 
'Me ciwan dest pê kir em ê bi cieanî bi dawî bikin'
 
Piştî daxuyaniyê Parlamentera HEDEP’ê Beritan Guneş balkişand ser operasyonên ku vê serê sibehê pêk hatin û wiha got: “Desthikatdar zilm û zordariya herî mezin li ser ciwanan dimeşîne. Îro serê sibehê li hemberî ciwanan operasyona astengkirinê hat kirin. Gelek Endamên meclîsa ciwanên  me û endamên rêveberiyên me hatin binçavkirin. Niha hejmar ne diyar e lê belê em ê şopdarên operasyonê bibin. Em ê bi vê pêngava xwe ya ciwan rewşa zextê bişkînin. Em ê li hemberî  yên ku naxwazin ciwan siyaseta demokratîk bikin bisekinin. Me bi ciwanî destpê kir û em ê bi ciwanî bi dawî bikin.”