'Em ji bo serokatiya xwe edeletê dixwazin'

  • 09:08 24 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Dayikên nobeta edeletê digirin yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk bê tevli ‘Meşa Azadiyê’ ya Gemlîkê bûn wih agotin: “Em dayikên Nobeta Edeletê ne. Em edeletê di serî de ji bo serokatiya xwe dixwazin. Heta çareseriyek pêk neyê heta tecrîd neyê şikandin em ê li ber xwe bidin.”
 
Bi armanca şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji her çar alî ber bi navçeya Gemlîk a Bursayê meş pêk hat. Di 19’ê mijdarê de jî ji 39 navçeyên Stenbolê ligel şertên zehmet yên hewayê ber bi Gemlîkê ve meşiyan.
 
Sembola meşê dayikên Nobeta Edeletê
 
Di eniya pêş a meşe de dayikên ku Nobeta Edeletê digirtin hebûn. Ji van dayikan Gulsum Ozturk, Kumrî Akgul û Cemîle Çîtfçî ji ajansa me re axivîn.
 
‘Ji çar parçeyê Kurdistanê ji bo serokatiyê ketin riyan’
 
Gulsum Ozturk da zanîn ku hem ji Ewropa hem ji Tirkiyeyê gel ji bo rêberê PKK’ê daketine kolanan û got: “Ji her çar parçeyê Kurdistanê gel daketin qadan. Em saetên sibehê de hatin gel hev. Em bi kelecan bûn. Tevî hemû şert û mercan me meşa xwe domand. Me li Gemlîkê daxuyanî da. Pêşiya me girtin lê me qebûl nekir. Me daxuyaniya xwe da.”
 
Heta bidawî wê berxwedan bidome
 
Gulsumê di berdewamiyê de wiha vegot: “Me bê navber dirûşme berz kir.  Heta çareserî pêk neyê em ê li  berxwe bidin.  Çareserî destê gel de ye. 33 mehe agahî ji serokatiya me nayê girtin. Ne malbat ne parêzer nikarin hevdîtinê bikin. Tecrîda giran didome. Divê gel li dijî tecrîdê bêdeng nemînin.Azadiya Abdullah Ocalan şert e. Heta serokatiya me ne azad be em jî ne azadin. Em ji dewletê natirsin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Tu polîtîka nikarin serî bi me bidin tewandin.”
 
‘Gel got çi dibe bila bibe em ê biçin Gemlîkê’
 
Kumrî Akgul jî daxuyakirin ku bi têkoşînek mezin gihiştine Gemlîkê û wiha vegot: “Coş û kelecanek mezin hebû. Xwegîhandina Gemlîkê ji bo me gelek girîng bû. Şertên hewayê bandor li me nekir. Ji bo serokatiya me çi ferz be em ê bikin. Gel got çi dibe bila bibe em ê xwe bigihînin Gemlîkê. Hemû rê girtibûn lê me xwe gîhand armanca xwe. Me daxuyaniya xwe da. Hemû kesên aştî edelet dixwest wê rojê li wir bûn.Li dijî tecrîda Îmraliyê wê têkoşîna me bidome. Ji vir şûnde wê têkoşîna me hîn mezintir be. Em dayikên Nobeta Edeletê ne. Em daxwaza edeletê dubare dikin. Em tiştekî ji dewleta Tirk naxwazin. Em aştî û edeletê diwazin. Em di serî de ji bo serokatiya xwe edeletê dixwazin. Bila dawî li vê dijhiqûqiyê bê.”
 
Wê tecrîda Îmraliyê bidawî bikin
 
Kumriyê bang li gelan kir û wiha dawî lê anî: “Ez bang li xizmên girtiyan û gelên bindest dikim. Bila ji vê re bêjin êdî bes e. Heta tecrîda ser serokatiya me neyê şikandin em ê azad nebin. Em vê qebûl nakin. Em ê vê tecrîdê bidawî bikin.”
 
Dê têkoşîn bidome
 
Cemîle Çîftçî jî destnîşan kir ku bi rojan bi kelecan li benda Meşa Gemlîkê mane  û ev nirxandin kir: “Li Stenbolê bi sedhezaran kes xwedî li vê meşê derketin û şûnde gav navêjin. Di rê de nokteyên lêgerînê hebûn. Em dan sekinandin. nasname kontrol kirin. Piştre em şûnde vegerandin. Lê em di riyek din de çûn. Em di vê riyê de çûn. Bi kilometre rê em çûn. Tevî hemû zextan me xwe gîhand wir.”