Tulay Hatîmogullari: Em ê bi ser kevin

  • 13:44 23 Mijdar 2023
  • Rojane
HATAY - Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatimogullari ku bi jinên di erdheja Samandagê de mexdûr bûne re hat cem hev got, "Em niha bi hev re dîrokê dinivîsin, sed sal şûnde gel wê bibîne ku hûn li vir dimînin, li mala xwe xwedî derdikevin. Em ê bi hev re vê jiyanê ji nû ve geş bikin û em ê bi ser bikevin."
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) Tûlay Hatîmogullari bi jinên di erdheja li Hatayê de mexdûr bûne, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê axivî. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sultan Ozcan, Parlamenterên HEDEP'ê Sevîlay Çelenk û Perîhan Koca û jinên HEDEP'ê ligel Tûlayê cih girtin. 
 
'Ne seferberî rewşa awarte ragihandin'
 
Di civîna ku gelek mexdûrên erdhejê lê amade bûn de Tûlay ji jinan re axivî. Tülay, anî ziman ku ji roja ewil a erdhejê heta niha li Hatayê ne û bi hev re hewl didin birînên gel bipêçin û wiha got: "Me hemûyan qêrîna kesên ku di bin xirbeyan de mabûn bihîst. Mirov di xewnên xwe de bi şev, dengê qîrînên mirovan bihîst. Ya din jî di nav xirbeyên wê erdhejê de ya baş ew bû ku me bi tora piştevaniyê li hev xwedî derketin. Dewlet ne li vir bû lê em li vir bûn. ji Almanya û Swîsreyê alîkarî ji Ewropayê hatin. Gelek komele û dezgehên li dervayê welat desteka xwe ji me re ragihandin .Li Tirkiyeyê her kesên xwedî wijdan, çepgir, şoreşger, welatparêz, sosyalîst, gelê kurd destê xwe dirêjî me kir. Me ji van torên alîkariyê û torên civakî yekem av û pakêtên alîkariyê parve kirin.  Bi rastî jî wê demê dewlet tunebû. Avahiya ku li hemberî Lîseya Pîşeyî ya Keçan hilweşiya qet ji bîr nakim. Em danê sibehê saet di 04:00 de li wir bûn, bi hêviya ku em ji dengên ku ji vê avahiyê dihat jiyanekê rizgar bikin, lê wê êvarê me nekarî yek kepçeyê jî peyda bikin. Di vê erdhejê de belkî di dîroka 600 salên dawî de wêraniyeke mezin rû da, bajarên me wêraniya herî mezin û windahiyên herî mezin bi ser wan de hat. AKP -MHP'ê ji bo ku mal û milkê gel xesp bikin ne seferberî OHAL ragihandin. 
 
'Baca erdhejê li ku ye?'
 
Tûlayê got, "Erê erdhej felaketeke xwezayî ye, em vê yekê dizanin. Lê mixabin vê sîstemê encamên vê felaketa xwezayî kûrtir kir. Desthilatdariya AKP'ê hîn kûrtirû axaftina xwe wiha dewam kir: "Piştî erdheja Gölcukê., bi sepana baca erdhejê gelek pere hat komkirin. Hevalên me hesap kirin " Wezîrê erkdar wiha bersîv da vê pirsê, 'Me otoban çêkir û qediya. Ji ber ku li vî welatê erdhejê ji me re rêyek lazim bû."  Lê helbet çavkaniyên vê yekê hene. Lê mixabin ew bacên ku diviyabû ji bo niştecihên erdhejê bihatana dayîn, xerc kirin û dizîn. Hûn vê yekê çêtir dizanin."
 
'Me jiyana xwe di konteynerên piçûk de bi cih kir'
 
Tûlay da zanîn ku di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê de li Hatayê bi jinan re hatine cem hev û diyar kir ku ew komeke hestiyar a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ne û li Samandagê têkoşîneke xurt dimeşînin. lê niha mixabin ji ber erdhejê trawmayek he. Tûlay wiha got: "Hûn jinên li vê salonê herî baş dizanin ku di erdhejê de jinbûn çiqas zehmet  bû.  Me dgot ku ku em nikarin di malek wiha biçûk de bi cih bibin lê niha me jiyana xwe di van konteynirên biçûk de bi cih kiriye. Jin li vir bi tundiya mêran re rû bi rû dimînin, bi tacîzên zayendî yên mêran re rû bi rû ne. Ev rûyê erdhejê yê ku nehatiye gotin e. Mixabin ev yek bûye rastiya me. Ji ber 25'ê Mijdarê em li vir in. Lê ez ê li vir 25'ê Mijdarê weke dîrokeke dirêj vebêjim, hemû jinên li vir ji min çêtir van tiştan dizanin, lê em li her derê jiyanê rastî tundiyê tên."
 
Divê em bi hev re serî hildin
 
Daxwaza me ya herî mezin a ji vê îktidarê çibû ? Li ser kursiyên meclîsê parlamenterên me bi caran ev tişt anîn ziman û têkoşîna vêya dan. Me got bila nexweşxane û dibistan berê bên çêkirin. Lê nekirin. Çimkî xwestin erebên elewî yên li vir koç bikin. Vê îktidarê erdhej wekî lutfa xwedê dît. Xwest ji me rizgar bibe. Xwest me ji ser axa me biqewirîne. Lê em neçûn û pêşengiya vê yekê jî jinan kir. Em li vir in û li bajarê xwe xwedî derdikevin. Pir bi nirx bû ku jin li xwe û bajarê xwe xwedî derketin. Serhildana jinan ali Dîkmeceyê ya xwedîderketina li ax û zeytûnên xwe pir bi qîmet bû. Xwestin gelek gund û taxên elewiyan bikin malê cemaweriyê. Em dibêjin bila malên li hember erdhejê li berxwe dide bên avakirin. Mirovên li vir ne ew mirov in ku vê yekê fam nekin. 
 
Divê em bibin dengê jinên Fîlîstînî
 
Tulayê bal kişand ser êrişên Îsraîlê yên li ser Gazzeyê û wiha got:"Dema em derbarê erdhejê de diaxivin xwişk û birayên me yên Fîlîstînî jî heman hilweşandina di erdhejê de dijîn. Di şer de qadên şer ên mirovan tên bombebarankirin. Dema bombe dibare zarok jin û ciwanan ji hev venaqetînin. Ew bomber bi ser taxê de tên. Îktidara AKP'ê wekî ku li dijî vî şerê derdikeve û neskafeyên ji Îsraîlê tê dirijînin. Lê jixwe tu pereyê neskafeya dirjînî didî Îsraîlê. Hêsirên sixte nerjîne û pirsgirêka Fîlîstînê jî ji xwe re ji bo hilbijartinên herêmî bi kar neyne. Divê em bibin dengê jinên Samandag û Fîlîstînê. 
 
'Em ê bi piştevaniyê bidin jiyîn'
 
Tulayê herî dawî wiha got:"Jinên hêja ez dikim dawiya gotina xwe bînim lê belê gotinek hat bîra min. Jineke di erdhejê de hemû tiştên xwe winda kiriye wiha gotiye, 'Min kulîlkên di guldankê de rizgar kir'. Di her civînên komê de teqez rojeva erdhejê çêdibe. Em naxwazin bê jibîrkirin. Ger vir bê jibîrkirin em ê gelek tiştên xwe ji bîr bikin. Em ê xwe nedin jibîrkirin û bi rihê piştevaniyê bijîn. Em ê hêviyên xwe bi kulîlkên di guldankan de em li pêş mala xwe xwedî dikin mezin bikin. Em niha bi hev re dîrokê dinivîsin. Ew ê sed salên dinê mirov bibînin ku hûn li cihê xwe mane û xwedî li mal û baxçeyên xwe derketine. Em ê bi hev re vê jiyanê ji nû de şîn bikin. Em ê teqez bi ser bikevin." 
 
Piştî hevdîtina bi jinan re Tulayê û heyeta pê re wê bi jinên li navçeyên Serinyol, Defne û Dortyolê bên gel hevdu.