Jinên Colemêrgê: Têkoşînek mezin û pîroz heye

  • 09:11 23 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Rabia Onver
 
COLEMÊRG - Jinên Colemêrgê diyar kirin ku wê bi wesîleya  25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî, têkoşîna xwe bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ mezin bikin.
 
Ji Tevgera Guherîna Civakî Xwişkên Mîrabel ku li dijî dîktatoriya Turjîllo ku Komara Domînîk bi rê ve dibir, di 25’ê Mijdara 1960’î de ji aliyê alîgirên dîktatorê ve hatin tecawizkirin û qetilkirin. Jin ji wê rojê şûnde li qadan li dijî dewlet-mêr têdikoşin.  
 
Li Colemêrgê jinên TJA û STK’yî bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî peyama wê têkoşîna xwe mezin bikin dan.
 
‘Têkoşînek mezin û pîroz heye’
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Şadiye Kirmizigul diyar kir ku 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî rojek dîrokî ye û ne tenê 25’ê Mijdarê, jin her tim li dijî tundiyê têdikoşin û wiha vegot: “Têkoşîna ku jin didin ji Sarayan, Nagîhanan û Jîna Emînan tê. Têkoşînek mezin û pîroz heye. Zext û tundiya li ser jinan didome. Jin ji ber biryarên ku pergal dide tên qetilkirin. Bêguman jin li dijî van polîtîkayên qirêj li berxwe didin.”
 
‘Têkoşîna me didome’
 
Şadiyeyê wiha dawî lê anî: “Em wek jin ku li qadan li berxwe didin û têdikoşin em ê li dijî her cureyê zext û tundiyê têkoşîna xwe bidomînin. Em soz didin. Em ê têkoşîna xwe li her derê mezin bikin. Em qetilkirina jinan naxwazin ji ber vê têdikoşin. Heta ku jin xwe bi rêxistin bikin wê her tim bi ser kevin.”
 
‘Jinên Kurd tevî zextan têdikoşin’
 
Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Colemêrgê Cevahîr Agrali jî destnîşan kir ku 25’ê Mijdarê di şexsê Xwişkên Mîrabel de li hemû cîhanê bi çalakî û bernameyan tê pîrozkirin û ev nirxandin kir: “Têkoşîna xwişkên Mîrabel li ber me dibe ronahî. Têkoşîna me li her qadê didome. Feraseta têkoşîna me îro li cîhanê bûye dirûşmeya jinan, sembola ‘jin jiyan azadî’. Derketina vê dirûşmeyê ne tesaduf e. Tevgara jinên Kurd bi salan e ji bo azadiyê têdikoşe. Tevî hemû zextan jinên Kurd têkoşîna xwe meşandine.
 
‘Em bi salan e têdikoşin’
 
Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Colemêrgê Sîbel Çapraz destnîşan kir ku jin li her qadê li dijî tundiyê têdikoşin û got jin li malê, li kargehan, ji aliyê darazê ve tundiyê dibînin. Sîbelê jî nirxandina xwe wiha domand: “Pergala darazê mêr diparêze. Me ji dozên dawî ev dît. Em jin li dijî vê bêdeng namînin û têkoşîna me didome. Li her derê mafê jinan tê xespkirin. Em bi salan e têkoşîna vê didin û em ê bidomînin.”