Tundiya daraz û mêr: 8 sale yek muxtabek nedît

  • 09:02 22 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Zeyno Bayramoglu ji ber şîdeta dewleta-mêr her du linge wê  şikestin û 8 sal e derman dibe. Zeyno diyar kir ku li dijî mexduriyeta 8 sale dijî yek kesî hesab nedaye û got bi polîtîka bêcezahiştinê ya darazê re hatiye rû hev û got: “Yek merciyeke ku ez gilî lê bikim tune ye.” 
 
Tundiya li dijî jinan bi politikaya bêcezahiştinê ya darazê derketiye asta herî jor. Jinên li dijî ‘jina makul, ji bo jiyanê’ têdikoşin jî bi girtîgehê tên tehdîdkirin. 
 
Di 2016’an de li herêma Cerattpe a Zozanên Kafkasor a Artvînê, jinên li dijî faliyetê madene bertek nîşan dabûn, polîsan bi awayekî tund mudaxale li  wan kiribû. Di wê mudaxaleyê de Zeyno Bayramoglu ji her du lingên xwe birîndar bû. Zeyno bi salen e bi gopal digere û demekê jî hevserokatiya HDP’a Eneqereyê û her wiha berdevka jinan a  rêxistina Enqereyê kir. 
 
Zeyno niha di HEDEP’ê de xebatan dimeşîne. Zeyno tundiya , dewlet, polîs û darazê û her wiha têkoşîna dide ji ajansa me re nirxand.
 
Ji HDK’ê heta HDP’ê niha jî HEDEP
 
Zeyno daxuyakirin ku bi tevgera Kurd re Kongreya Demokrtîk a Gelan (HDK) nas kiriye û got îdeolojiya HDK’ê ji bo gelên Tirkiyeyê gelek girînge û ji ber vê di HDK’ê de cih girtiye. Zeyno wiha dirêjî daye: “Ez di 2015’an de hatim Eneqeryeê. Min HDP nas kir. Min got pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê de divê di HDP’ê de cih bigirin.  Bawerî û sekna min di vî alî de bû. Ez HDP’ê, HDK’ê wek partiyek siyasî ya Kurd nabînim. Partiya hemû gelan dibînim. Ger ku demokrasî bê bi vê navnîşanê tê.”
 
Dermankirina wê hîna didome
 
Zeyno nirxandina xwe wiha domand: “Şîrketekê dawiya salên 90’î de li Artvînê lêkolîna madene kir. Wê demê li Artvînê bûm û ji ber zextan şîrket çû. Heta AKP nehatibû lêgerîna madene em nedan zorê. Li Artvînê derxistina madenê bandorek mezin li ser jiyanê dike. Têkoşînek hat destpêkirin. Hem têkoşîna îradeya gelê Artvînê hem jî têkoşîna ekolojiyê ya Tirkiyeyê hat dayîn.  Du salan nobet hat girtin. Ji ber vê pêvajoyek madenê nehat destpêkirin. Lê AKP’ê herî dawî êrîşê wir kir. berxwedanên mezin çêbûn. Kes teslîm nebû. Bang li Tirkiyeyê hat kirin. Her kes hatin Artvînê. Wê demê pêvajoya pevçûnê li herêmê hebû. Li Artvînê jî têkoşîna ekolojiyê. Me xwest em meşekê pêk bînin. lê polîs êrîş kir. Ez bi awayekî mucîze ji wir derketim. Ez ji 8 metreyî avêtim. Her du lingên min şikestin. Sê rojan li Artvînê payîm. Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş û Îdrîs Baluken xwedî min derketin. Ez anîm Enqereyê.  5 rojan de 6 caran emelyat bûm. Niha dermankirin didome."
 
‘Yek merciyek gilî lê bikim tune ye’
 
Zeyno di berdewamiyê de bi lêv kir ku tiştên jiyaye pêşî li têkoşîna wê negirtiye û wiha daxuyand: “Ez vê carê bi pratîka darazê ya bêcezahiştinê re hatim rû hev. Îfadeya min ya li Artvînê winda bû hat dîtin dîsa winda bû. Ev tenê min eleqeder nake.  Ev hatiye serê hemû kesî. Hemû dadgehan dosya min red kir. Niha li DMME’ê ye. Bifikirin mirovek tê birîndarkirin, seqet dimîne û li dijî vê merciyek ku gilî lê bike tune ye. Di rewşa heyî de divê ez li merciyan negerim. Divê dewlet vê rê ji min re vebike. Wê rojê bi sedan jin di wê meşê de hebûn. Polîs êrîş kir û tundiyek mezin kir.”
 
‘Divê em dengê jinê zêdetir rêxistin bikin’
 
Zeyno wiha dawî lê anî: “Hewacedariya me bi têkoşîneke mezin heye. Di dîrokê de tu carê evqas qetilkirina jinan nehatiye kirin. Her roj sê çar jin tên qetikirin. Polîtîka bêcezahiştinê heye. Kujer bi qanûnan tên parastin û tên berdan. Ev jî tundiyê zêde dike. Divê herkes li dijî van polîtîkayan dengê xwe biklind bikin. Divê jin xwe rêxistin bikin. Ji her demê zêdetir têkoşîn û rêxistinbûn pêwiste.”