‘Polîtîkayên şerxwaz herî zêde bandorê li zarokan dikin’

  • 10:08 20 Mijdar 2023
  • Rojane
 
AMED - Endama Desteya Rêveber a RUMUD'ê Zeynep Demîr Akçer der barê Akademiya Mafên Zarokan a Hêlîn Hasret Şen de axivî û diyar kir ku herî zêde zarok ji polîtîkayên şerxwaz ên li Kurdistanê tên pêşxistin bi bandor dibin û destnîşan kir ku ji bo tundiya sîstematîk û têkoşîna li dijî wê derkeve holê wan akademî vekiriye.
 
Di salên 2015-2016’an de qedexeya derketina derve ya li Sûra Amedê herî zêde bandora xwe li zarokan kir. Ji bilî zarokên hatin qetilkirin gelek zarokên ku ji mafên xwe hatin bêparkirin jî hebûn. Li dijî vê binpêkirina mafan, Komeleya Hêviyên Reng bi Reng  (RUMUD) û Komeleya Psîkiyatrîstên Mezopotamyayê (DER-MEZ) Bi minasebeta 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan li navçeya Sûrê "Akedemiya Mafên Zarokan a Hêlîn Hasret Şen" vekirin ku tê de ji bo mafên zarokan bixebitin û mafên wan ên hatine binpêkirin rapor bikin. 
 
Endama Desteya Rêveber a RUMUD'ê Zeynep Demîr Akçer der barê akademiyê de agahî da.
 
Xebatên ji bo zarokan
 
Zeynebê, anî ziman ku zarok ji bûyerên di sala 2016'an de li Sûrê qewimîn gelekî bandor bûn û wan dîtiye ku di vê demê de pêwîstiya zarokan bi piştgiriyê heye û li ser vê yekê wê demê Komeleya Hêviyên Reng bi Reng ji bo zarokan vekirin. Zeynebê diyar kir ku wek komele ewil ji bilî lêkolînên derûnî-sosyal dest bi şopandin û lêkolînên qadê jî kirine û wiha got: “Ji bo ku em li ser bingeheke zanistî bibin dengê zarokan ê li herêmê me dest bi xebatan kir. Dema ku em piştgirîya zarokan dikin, em dixwazin di hemû waran de bibin bersiva pirsgirêkên wan û tundiya ku zarok pê re rûbirû dimînin. Herwiha em ji aliyekî ve  bi zarokan re alîkar dibûn û ji aliyekî ve jî ji bo başbûna derûniya wan me terapî ji bo wan plan dikir. Xebatên me di vê çarçovê de dewam kirin. Me wek komeleya Reng bi Reng xwe berpirsiyar hîs kir û wisa  ev komele vekir.
 
‘Polîtîkayên şerperest bêcezatiyê tînin’
 
Zeynebê di berdewamiya axaftina xwe de cih da polîtîkayên şerê ku dibe sedema qetilkirina zarokan û daxuyand ku li Tirkiyeyê polîtîka li gorî herêman tên guhertin.  Zeynebê diyar kir ku ji bo hikûmet xwe li ser piyan bigire gelek caran welatiyan nabîne û wiha bi lêv kir: “Polîtîkayên ku hikûmet li dijî kurdan pêş dixe ji wan herî zêde zarok bi bandor dibin û zarok gelek caran nayên dîtin.  Em bi her awayî di ferqa vê de ne. Ji ber vê yekê jî bi zarokan re, têkoşîna mafên zarokan didin. Em dikin ku hemû xebatên xwe bi zarokan re bikin. Polîtîkayên ewlehiyê yên hikûmetê bi her awayî, bi taybetî jî ji bo zarokan di bin sedema binpêkirina maf û mafê jiyanê tê binpê kirin. Polîtîkayên şerperest herî zêde bandorê li zarokan dikin.”
 
‘Akademî li dijî tundiya sîstematîk hat vekirin’
 
 Zeynebê di dawiya axatina xwe de da zanîn ku Hêlîn Hasret Şen jî wek zarokên din ji ber va polîtîkayên şerperest hat qetilkirin û ji ber vê yekê navê wê li akademiyê hatiye kirin. Zeynebê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mixabin wek Hêlîn Hasretê bi hezaran zarok hene. Me îro ji bo aşkerakirin û raporkirina tundiya ku zarok dibînin Akademiya Hêlîn Hasret Şen vekir. Me her tim ev xebatên xwe yê akademîk dikir. Lê belê em ê bi 'Akademiya Hêlîn Hasret Şen' li dijî tundiya sîstematîk û newekheviyê di qada neteweyî û navneteweyî de têbikoşin. Em ê bi gelek rêxistinên saziyên sivil ên neteweyî û navneteweyî re bixebitin.”