Meşvan li Gemlikê ne: Em ê azadiya fizîkî pêk bînin!

  • 16:06 19 Mijdar 2023
  • Rojane
BURSA - Ji hemû pêkhateyan ku danê sibehê bi sedan wesayîtan "Meşa Azadiyê" ya ber bi Gemlîkê ve li dar xistin, careke din peyam dan ku ew ê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bişkînin.
 
Meşa Azadiyê ya ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 32 meh in agahî jê nayên girtin û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk duh hatibû destpêkirin, îro jî berdewam kir. Welatiyên ku duh û îro ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi rê ketibûn, tevî binçavkirin, dorpêça polîsan û rewşa nebaş a hewayî jî xwe gihandin Gemlîkê. 
 
Li 39 navçeyan meş 
 
Îro li 39 navçeyên Stenbolê meş hate destpêkirin. Ji Kocaelî û Bursayê jî gelek welatiyan bi wesayîtên xwe berê xwe dan Gemlîkê. Polîsên ku Bursa û navçeyên wê dorpêç kiribûn, gelemperiya wesayîtan dan sekinandin. Tevî dorpêçê jî gelek welatiyan xwe gihandin Gemlîkê. 
 
Welatiyên ku destûr nehat dayîn bikevin Gemlîkê, li cihê lê hatibûn sekinandin dest bi gerandina govendê kirin û bi dirûşman astengkirin protesto kirin. Di çalakiyan de gelek caran dirûşmên “Hezar silav ji Îmraliyê re”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Na ji tecrîdê re” hatin berzkirin. 
 
Li bendê ye daxuyanî bê dayîn
 
Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di nav de gelek kes li Gemlîkê gihiştin hev. Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari i vir daxuyanî da û got ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. 
 
Tê payîn ku kesên hatine astengkirin û yên tevli daxuyaniyê bûn li noqteyeke cuda bên ba hev û daxuyaniyeke hevpar bidin.