Li Wanê ji bo 'Meşa Azadiyê' gel bi dirûşmeyan meşiyan

  • 13:16 18 Mijdar 2023
  • Rojane
 
WAN - Li hemberê astengiya "Meşa Azadiyê" ya li Wanê parlamenter dest bi çalakiya rûniştinê kir û ciwan jî bi dirûşmeyan li kolanan meş li dar xist.
 
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û mîsogerkirina azadiya wî ya fizîkî, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), ber bi navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê ve "Meşa Azadiyê" li dar dixin. 
 
Ji bo meşê li Wanê gel di seatên serê sibê de li kolanên cuda cuda kombûn. Koma ku li Kolana Hunerê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bûn ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Kombûna welatiyan a li kolanê hat astengkirin. Polîsan nehiş parlamenterên HEDEP'ê û welatî daxuyaniyê bidin.
 
Gelek kes hatin binçavkirin
 
Li ser vê yekê koma ku li kolana Camiya Mezin kombûyî li hemberî dopêça polîsan dest bi meşê kirin. Li vir polîsan êriş bir ser girseyê û di encamê de Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Mustafa Avci, hevserokên HEDEP'ê yên Wanê Gonul Uzunay û Veysî Dîlekçî, Hevseroka MEYA-DER'ê Hanim Kaya, Hevserokên DBP'ê yên Wanê Şengul Polat û Harun Okay, hevserokên TUHAY-DER'ê Edîbe Babûr û Çetîn Uyar, Lîvan Orman, Neslihan Şedal, Celal Doner, Fettullah Ekîcî û gelek kes hatin binçavkirin.
 
Ciwanan bi dirûşmeyan meşiyan
 
Li hemberî binçavkirinan parlamenterên HEDEP'ê li ser cadê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Her wiha endamên Meclîsa Ciwanan a HEDEP'ê bi dirûşma “Bê serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Îmralî” li kolanan dest bi meşê kirin.
 
'Ji tecrîdê re na'
 
Parlamenterên ku di bin dorpeçê de bûn heta avahiya HEDEP'ê ya Rêya Armûşê bu dirûşmeyên "Bijî Aştî" û "Ji tecrîdê re na" berzkirin û meşiyan. Sekna parlamenter û girseyê li ber avahiya navçeyê didome.