Ji Galatasarayê bang kirin: Em ê dev ji windayên xwe bernedin !

  • 12:33 18 Mijdar 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 973'yan a çalakiya xwe ya ku ev 28 sal in didomînin de ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. Dayik/Mirovên Şemiyê li aqubeta Nihat Aydogan ê di 1994'an de li mala xwe ya Mêrdînê hat girtin û êdî xeber jê nehat girtin, pirsîn. Di çalakiyê de hat gotin:"Em ê dev ji windayên xwe bernedin ! "
 
 
Dayikên Şemiyê her hefte ji bo aqubeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin li Qada Galatasarayê çalakiyê li dar dixin. Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê, di hefteya 973'yan a çalakiya xwe ya ku ev 28 sali in didomînin de ber bi Qada Galatasarayê ve dimeşin. Di hefteya 31'emîn de Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. 
 
Piştvaniya bi hev re 
 
Berî çalakiyê polîsan hemû kuçeyên Cadeya Îstiklalê girtin. Endamên ÎHD'a li Stenbolê gelek kesî piştgirî dan çalakiyê. 
 
Li aqubeta Nihat Aydogan pirs kirin
 
Tevî şertên hewayê yên dijwar jî Dayikên/Mirovên Şemiyê bi wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin û bi qurnefîlên di destên xwe de li aqubeta Nihat Aydogan ê di 1994'an de li mala xwe ya Mêrdînê ji aliyê ekîbên tîma taybet û leşkeran ve hat girtin û êdî xeber jê nehat girtin, pirsîn.
 
Têkoşîna edaletê ya herî demdirêj
 
Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê endama Komîsyona li dijî Windakiriyan a ÎHD'ê Sebla Arcan xwend. Sebla da zanîn Dayikên Şemiyê 973 hefte ne li vî welatî têkoşîna edaletê ya herî demdirêj didomînin. Seblayê da zanîn ji ber dewlet berpirsiyariya xwe bi cih nayne loma ev têkoşîn didome. 
 
Di bin çavan de hat windakirin
 
Seblayê li aqubeta Nihat ê di 1994'an hat windakirin pirsû û got:"Di 30'yê Mijdara 1994'an de di saetên serê sibehê de gelek leşker, cerdevan û tîmên taybet bi ser mala malbata Aydogan de girtin. Li ber hevjîn û zarokên xwe Nihat Aydogan lêdan xwar. Di nava xwînê de dest û çavên wî hatin girêdan û ew birin Qereqola Cendermeya Mîdyadê. Ji wir jî birin Fermandariya Navendê ya Cendermeya Mêrdînê. Piştre careke din xeber ji Nihat Aydogan nehat girtin. Meqamên fermî diyar kirin ku Nihat Aydogan piştî hatiye binçavkirin 20 roj şûnde sewqî dozgeriya nobedar hatiye kirin û piştî îfadeyê hatiye berdan. Li ser vê yekê hevjîna wî daxwazname ji dozgeriyê re nivîsand. Dozger ji hevjîna Nihat Aydogan, Halime Aydogan re gotiye 'Hevjînê te niha çûye serê çiyê, careke din neyê ber vî derî."
 
Dosya di refên bi toz ên edliyeyê de tê sekinandin !
 
Seblayê da zanîn piştî demeke dirêj Nihat di qeydên serjimarê de wekî mirî ketiye qeydan û got:"Pirsa 'ger miri be ka gora wî li ku ye' bê bersiv ma. Keyayê ku agahiya mirinê bi Îdareya Serjimarê parve kiriye diyar kir ku bi zextê fermandariya cendermeyê agahiya mirineke ne rast daye serjimarê. Hemû serlêdanên malbata Nihat Aydogan heta niha bê bersiv maye. Dosya niha di refên bi toz ên edliyeyê de tê sekinandin ! "
 
Wê dev ji lêgerîna xizmên xwe bernedin !
 
Seblayê da zanîn di hefteya 973'an de ew ê dev ji  lêgerîna xizmên xwe bernedin ! 
 
Qurnefîl danîn qada Galatasarayê
 
Piştî daxuyaniyê Dayikên Şemiyê qurnefîl danîn Qada Galatasarayê û çalakiya xwe bi dawî kirin.