Dayika Veysî Aktaş: Divê tecrîd bi dawî bibe

  • 09:38 18 Mijdar 2023
  • Rojane
 
 
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Faîke Aktaş ku kurê xwe Veysî Aktaş yê li Îmraliyê tê girtin nêzî 9 salan e nedîtiye wiha got: “Tecrîda li Îmraliyê pêk tê li ser hemû gelê Kurd pêk tê.”
 
Yek ji sê girtiyên ku di 16’ê Adara 2015’an de di pêvajoya muzakereya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ji girtîgeha Kirikaleyê sewqî girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê kir Veysî Aktaş bû. Veysî Aktaş ji 8 salan zêde ye bi dayika xwe re nikare hevdîtinê bike û her wiha 3 sal in jî tu agahî jê nayê girtin. Malbat û parêzerên Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin lê tu bersiv nayê girtin. Serlêdanên tên kirin bi hinceta cezayê dîsîplînê tê redkirin. Dayika wî Faîke Aktaş û xwişka wî Melîha Çetîn der barê tecrîda giran a li Îmraliyê de axivîn.
 
Nêzî 9 salan e kurê xwe nabîne
 
Faîkeyê da zanîn ku ji kurê xwe Veysî Aktaş ku li Îmraliya di bin tecrîda giran de tê girtin bi salan e agahiyê nagire û wiha vegot: “Beriya ku kurê min sewqî girtîgeha Îmraliyê bikin, me qe nebû didît. Piştî çû wir me tu agahî jê negirt. Ez kurê xwe pir meraq dikim. Min bi dehan carî ji bo hevdîtinê serlêdan kir lê serlêdan hatin redkirin.”
 
‘Pêkanînek ku li tu cihî nayê dîtin heye’
 
Faîkeyê destnîşan kir ku li Îmraliyê pêkanînek ku li ku derê nayê dîtin heye û wiha domand: “Li Îmraliyê tecrîd heye. Ew tecrîd li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ser kurê min û li ser hemû gelê Kurd pêk tê. Ez ji ber tecrîdê kurê xwe nabînim. Agahiyê jê nagirim. Nizanim sax e yan dijî. Ez gelek mereq dikim. Xew nakevin çavên min.”
 
Divê tecrîd bi dawî bibe
 
Faîkeyê bi lêv kir ku tecrîda giran a li Îmraliyê hatiye destpêkirin bandor li ser hemû gelê Kurd kiriye û wiha dawî lê anî: “Min salek berê hevjînê xwe winda kir. Ji bo Veysî bê cenazeyê bavê xwe me destûr xwest û me daxwaz kir. Daxwaza me aştî ye. Ji aştiyê xweşiktir çi heye. Em dibêjin aştî dewleta tirk dibêje 'hûn kî ne em we nas nakin'. Em aştî û wekheviyê dixwazin. Divê demildest ev tecrîd bi daî bibe.”
 
Pêkanînên dijmirovahî! 
 
Xwişka Veysî Aktaş, Melîha Çetîn jî da zanîn ku dema Veysî li Îmraliyê bû carekê hevdîtin kirine û bi tecrîdê re hevdîtin nekirine, tu agahî jê nayê girtin. Melîhayê hevdîtina li Îmraliyê jî wiha vegot: “Me sê saetan li ser behrê bi keştiyê rêwîtî kir. Piştî em ji keştiyê peya bûn bi sedan leşkerî pêşiya me girt. Cihê em çûn gelek xerab bû û nebaş bû. Bi dehan carî kontrol û lêgerîn kirin. Piştî wan lêgerînan em birin odeyek ku gelek leşker lêbûn. Li wê odeyê min 40 deqeyî bi birayê xwe re hevdîtin kir. Em bi Kurdî axivîn. Leşkeran got ‘hûn bi Kurdî biaxivin ez ê leşkeran deynim gel we, ez ê alavên qeydkirina deng deynim cem we. Em bi zimanê xwe Kurdî axivîn. Wan jî alav danî. ”
 
Melîhayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku tecrîd tenê li Îmraliyê pêk nayê li ser hemû gelê Kurd pêk tê û got divê tecrîd bi dawî bibe û pirsgirêk bên çareserkirin.