'Ocalan xwediyê projeya demokratîkbûnê û çareseriya meseleya kurd e'

  • 09:47 17 Mijdar 2023
  • Rojane
 
 
AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çigdem Kiliçgun Uçar, bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got:"Birêz Ocalan xwediyê projeya demokratîkbûnê û çareseriya meseleya kurd e."
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 6'emîn Kongreya Xwe ya Awarte di 12'ê Mijdarê de li Enqereyê pêk anî. Hevserokên giştî jî di vê kongreyê de hatin hilbijartin. Di kongreyê de li ser mijarên tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û têkoşîna li dijî tecrîdê hat sekinandin. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çigdem Kiliçgun Uçar, têkildarî tecrîdê, xebatên DBP'ê yên serdema nû û derbarê pirsgirêkên li welêt axivî. 
 
'Kurdan bi partiyên ava kirine piştgirî dane siyaseta demokratîk'
 
Çigdemê bi lêv kir ku tiştê ku siyaseta li Tirkiyeyê diyar dike ne ji yekperestiya li ser siyasetê hatiye avakirin, dûr e û wiha got:"Îro civak bi 3 tiştan rû bi rû ne. Yek jê netewperweriya dînamîk, yek jê oldarî û zayendperestî ye. Vana bandora wan a girîng li ser siyasetê heye. Gelê kurd her tim li dijî vana berxwedana xwe dewam kir. Ji HEP'ê heta îro û îro jî bi DBP û HEDEP'ê berdewam dike. Têkoşîneke siyasî ya gelê kurd a bi vî rengî heye. Kurdan bi partiyên ava kirine piştgirî dane siyaseta demokratîk. "
 
'Gelê kurd xwest îktidar biguhere'
 
Çigdemê da zanîn partiyên kurdan xwediyê nûnertiyeke xurt e û xwedî hêza guhertina hevsengiya siyasî ya li Tirkiyeyê ye û wiha pê de çû:"Partiyên siyasî ji roja hatine avakirin para xwe ji zext û mudaxaleya dewletê girtiye. Ji salên 90'î heta niha her tim partiyên kurdan ava kirine hatine girtin. Lê belê kurd nesekinîne. Îro DBP yek ji hevparên herî xurt ê HEDEP'ê ye. Di hilbijartinan de jî tabloyek wiha derket. Gelê kurd xwest îktidar biguhere. Lê belê rexneyên gel ên ji bo partiyê jî hebû. Loma jî em dikarin bêjin tenê partiya ku ev rexne girt ber çavan HEDEP û di warê Kurdistanê de DBP bû. Loma jî me rexne girtin ber çavan û em ê rêya nû jî li ser esasên dîtina van rexneyan bidomînin."
 
'Divê meseleya kurd bê çareserkirin'
 
Çigdemê da zanîn li vî welatî yek ji mijarên herî zêde li ser tên nîqaşkirin demokrasî, azadî û wekhevî ye û wiha lê zêde kir:"Ji dema ev rejîm di dewletê de hatiye avakirin heta niha yekperestî û înkar hebû. Ya ku hat înkarkirin hebûn û têkoşîna gelê kurd bû. Îro tecrîd veguheriye rejîmekê. Dixwazin meseleya kurd di Îmraliyê de hepis bikin. Yek ji mijarên sereke ya li Tirkiyeyê meseleya kurd e. Loma ger em welatekî demokratîk dixwazin divê meseleya kurd bê çareserkirin."
 
'Birêz Ocalan xwediyê projeya demokratîkbûnê û çareseriya meseleya kurd e'
 
Çigdemê da zanîn ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwediyê projeya demokratîkbûnê û çareseriya meseleya kurd e û wiha got:"Lê belê di dîroka 100 salan a vê komarê de ji bo vê projeyê kesekî tu berpirsiyarî negirt ser xwe. Serdemekê dest pê kir lê belê gotin me mutabakata Dolmabahçeyî xist sarincê. Ger meseleya kurd çareser bibe wê dînamîkên ev dewlet li ser rûdinê wê yek bi yek hilweşin. AKP a bi tenê ma çû çareserî di tifaqê de dît û bi MHP'ê re bû yek."
 
'Meseleya kurd ji bo vî welatî gelekî girîng û jêneger e'
 
Çigdemê diyar kir ku ji bo demokrasî bê avakirin divê meseleya kurd bê çareserkirin divê ji bo vê yekê gav bê avêtin û wiha got:"Meseleya herî girîng a li Tirkiyeyê meseleya kurd lê belê projeya çareseriyê li gel kê ye ? Di dewletê de tune ye, di îktidara AKP-MHP'ê de tune ye. Di partiyeke siyasî de tune ye. Lê projeya Birêz Ocalan a ji bo vê yekê heye. Me hewl da em bi vê çarçoveyê bi her kesên demokrasiyê diparêzin bên gel hevdu. Du deklerasyon pêk hatin. Em dixwazin rewşenbîrên li Tirkiyeyê, mirovên akîl, sendîka, STO, beşên ji civakê li ser mijara meseleya kurd û tecrîdê bisekinin. Çimkî meseleya kurd ji bo vî welatî gelekî girîng û jêneger e. Loma jî gavavêtina her kesî ya ji bo mijara meseleya kurd girîng e."
 
'Divê Birêz Ocalan azad bibe'
 
Çigdemê bi lêv kir ku wan ji bo têkbirina tecrîdê û çareseriya meseleya kurd civîn li dar xistine û mekanîzmayên hatina gel hevdu zêde kirine û wiha got:"Di konferans û kongreyên me de li dijî polîtîkayên tecrîdê û polîtîkayên şerê taybet xeteke têkoşînê ya gelê kurd hebû. Vê xeta têkoşînê nirxên girîng li Tirkiyeyê zêde kir. Birêz Ocalan daxwazên vî gelî dît. Loma divê Birêz Ocalan azad bibe."
 
Banga tevlîbûna Meşa Azadiyê
 
Çigdemê anî ziman ku divê Meşa Gemlikê ya 18'ê Mijdarê bide meşa Tirkiyeyê û wiha lê zêde kir:"Ev meş bi daxwaz gelê Kurdistanê derket holê. Divê gelên li Tirkiyeyê jî ji bo meseleya kurd li berxwe bidin. Ji bo jiyaneke hevpar û demokratîk divê her kes daxwazên gelê kurd bigire ber çavan. Ev ne tenê meşa gelê kurd meşa hemû gelan e. Loma em hemû kesî vedixwînin Meşa Azadiyê."
 
Axaftina li meclisê
 
Çigdemê da zanîn wan di 1'ê Cotmehê de li wekî koma HEDEP'ê ku DBP jî di nav de bû daxuyanî dane û wiha got:"Di axaftina meclîsê de Serokkomarê vê dewletê tabloyeke pembe derxist holê. Derbarê meseleya kurd, qeyrana aboriyê, ekolojiyê û qeyrana civakî de gotinek nekir. Lê belê me di axaftina meclîsê de bal kişand ser mijara tecrîda li ser Birêz Ocalan, meseleya kurd, qeyranan aboriyê, ekolojiyê, civakî û gelek mijarên din. "
 
'Divê em çalakiyên xwe xurt bikin'
 
Çigdemê da zanîn ku li Tirkiyeyê bi nerêxistinbûyinê civak tê jehrîkirin û wiha dawî lê anî:"Dixwazin vê civakê bê rêxistin bihêlin. Lê belê civaka bê rêxistin bimîne hêza xwe ya muhakemeyê jî wê winda bike. Dixwazin bi oldarî, zayendperestî, netewperestiyê vê civakê jehrî bikin. Îktidara heyî ji ser Kurdistanê dixwaze Tirkiyeyê bi rê ve bibe. Loma jî pêdiviya me ji xebatên ku civak destkeftiyên xwe bi bîr bixîne heye. Îktidar ji bo asteng bike li dijî dengê li kolanan derdikeve zextê zêde dike. Loma jî divê em çalakiyên xwe xurt bikin."