'Li dijî bêedaletiyê tevlî 'Meşa Azadiyê' bibin'

  • 09:11 17 Mijdar 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Nûnerên rêxistinên civaka sîvîl û siyasetmedaran banga tevlîbûna "Meşa Azadiyê" ya wê di 19'ê Mijdarê de bê lidarxistin, kirin û wiha gotin:"Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan şert e. Divê gel ji Rêberê xwe agahiyê bigire. Ger Rêberê gelê kurd azad bibe wê jin, ciwan û gel jî azad bibin. Ji bo ev bêeadaletî û bêhiqûqî ji holê rabe em bang li gel a ji bo meşa Gemlîkê dikin."
 
33 meh in ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan agahî nayê girtin. Bi hinceta "cezayên dîsîplînê" serlêdanên parêzeran tên redkirin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li Kurdistan û Ewropayê têkoşîneke mezin tê dayîn. Di çarçoveya vê daxwazê de ber bi Gemlîkê ve bi navê "Meşa Azadiyê" meşek tê organîzekirin. Li Kurdistanê di 18'ê Mijdarê de li Stenbolê jî di 19'ê Mijdarê de meş dê bê destpêkirin. Xebatên ji bo meşê didomin. 
 
Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER) Evîn Genç û Hevseroka berê ya Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (HEDEP) a Stenbolê Îlknûr Bîrol derbarê "Meşa Azadiyê" de axivîn û banga tevlîbûnê kirin. 
 
'33 meh in agahî nayê girtin'
 
Evîn Genç, diyar kir ku 33 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nîne û wiha bi lêv kir: "Ev mijar bi taybetî me jinan dixe nava fikaran û me xemgîn dike. Ev tişt nîşaneya kûrbûna şerê li Rojhilata Navîn nîşan dide. Hem şer û hem jî qeyranên li Tirkiyeyê her ku diçe kûrtir dibe. Sedem ji polîtîkayên tecrîtê ye. Dixwazin hemû destkeftiyan ji holê rakin. Em agahînegirtina mutleq qebûl nakin. Divê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî bê girtin. Ji ber vê sedemê di 19'ê Mijdarê em ji Stenbolê 'Meşa Azadiyê' li dar dixin. Em bang li gelê xwe dikin ku tevlî meşê bibin."
 
'Azadiya Ocalan azadiya gelan e'
 
Evîn, da zanîn ku "Meşa Azadiyê" ne tenê ji bo Gelê Kurd ji bo Tirkiye û Rojava pêk tînin û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Niha li Rojava û Tirkiyeyê pêvajoyeke xitimî heye. Di vê pêvajoyê de ne tenê Gelê Kurd Gelê Tirk jî pirsgirêkan dijîn. Ji ber vê sedemê jî divê hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn tevlî 'Meşa Azadiyê' bibin. Hewcedariya me girtina nefesê heye û armanca meşê jî ew e. Divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê. Ji ber ku azadiya wî azadiya gelan e. Ev meş ji bo me gelek bi nirx e. Heke Rêberê Gelê Kurd azad bibe jin, ciwan û hemû gel dê azad bijî. 19'ê Mijdarê rojek girîng e. Ez carek din bang li hemû gelan dikim ku tevlî meşê bibin."
 
'Divê muzakereya demokratîk pêk bê'
Hevseroka berê ya HEDEP'ê ya Stenbolê Îlknur Bîrol jî da zanîn ku li Tirkiyeyê pirsgirêka sereke neçareserkirina pirsgirêka kurd e û wiha axivî: "Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê şîdet, destdirêjî berdewam bike. Me bi dehan caran anî ziman ku siyaseta çaresernekirina pirsgirêka kurd divê ji hêla dewletê ve bê çareserkirin. Muzakereya demokratîk divê pêk bê. Sepêndinên rejîmê ji ber pergala tecrîdê ya li Îmraliyê pêk tê. Agahî negirtina li Îmaraliyê, rêgezên taybet en ji bo kesan niha belavî tevahiya civakê bûye. Êdî gel nikare nefesê bigire."
 
'Li dijî rejîma tecrîdê tevlî meşê bibin'
 
Îlknur, destnîşan kir ku li dijî xizanî û polîtîkayên tepisandinê divê tecrîd ji holê bê rakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em ji civakê re behsa sedema rakirina tecrîdê bikin. Divê em li vir li dijî aqilê dewletê têkoşîna xwe mezin bikin. Bi dengek mezin ez bang li hêzên demokrasiyê dikim; tecrîd rejîmek e û pergalek e. Ji ber vê sedemê jî em bang li hêzên demokrasiyê dikin ku meşa ber bi Îmraliyê ya ku dê di 19'ê Mijdarê de pêk bê girîng e. Ji bo hilweşandina rejîma tecrîdê divê em hêzek hevpar nîşan bidin û ez banga tevlîbûnê li her kesî dikim."