Ji bo Gemlîkê bang: Divê gel ji bo pêşeroj û azadiya xwe tevli bibin

  • 09:11 13 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Jinên Mêrdînê ji bo meşa 18’ê Mijdarê ya ber bi Gemlîkê ve bang li gel kirin û gotin ku ji bo pêşerojê û azadiyê, ji bo tecrîd bi dawî bibe divê her kes tevli meşê bibe.
 
 33 meh in tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin û serlêdanên malbat û parêzeran bêyî hincet tên redkirin. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA)  Komeleya Kesên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê ya Mezopotamyayê Winda Kirine  (MEBYA-DER), Komeleya Alîkariya bi Malbat û Girtiyan re  (TUHAY-DER) wê di 18’ê mijdarê de bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li navçeya Gemlîk a Bursayê "Meşa azadiyê" pêk bê.
 
Jinên Mêrdînê di hevdîtina gel a mijara ‘tecrîdê’ de hatin gel hev û balkişandin ser tecrîdê û hemû welatî vexwendin meşa 18’ê mijdarê.
 
‘Em bang li her kesî dikin ku tevli meşê bibin’
 
Hevseroka DBP’ê ya Mêrdînê Surreya Dundar diyar kir ku tecrîd ne tenê li ser Abdullah Ocalan li ser hemû gelan, girtîgehan û siyasetê bandor kiriye û wiha vegot: “Me di vî alî de civînên gel bi mijara tecrîdê pêk anîn. Em bang li gelê xwe dikin ku tevli  Meşa Gemlîkê ya 18’ê Mijdarê bibin. Divê tevlibûn xurt be. Divê ji bo serokatiya xwe em kolan bi kolan bimeşin û tecrîdê bişkînin. Divê çi ji destê me bê em bikin. Tecrîd bandorê li ser hemû aliyan dike. Li ser Kurdan polîtîkayek tecrîdê ya giran tê meşandin. Ji ber vê  em bang li gelê xwe dikin ku tevli Meşa Gemlîkê bibe.”
 
‘Divê her kes ji bo azadiya xwe tevli bibe’
 
Berdevka TJA’yê ya Qoserê Jiyan Oner jî balkişand ser bandora tecrîdê ya li ser gel û wiha got: “Li dijî vê tevlibûna meşê gelek girînge. Bi salane agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Em der barê tenduristiya wî de ji şertên têde ye ne agahdarin. Ji ber vê em hemû gelê xwe vexwendiyê Meşa Gemlîkê ya 18’ê Midjarê dikin. Divê her kes tevli vê meşê bibe.”
 
Welatiya bi navê Hizna Kuday jî detnîşan kir ku divê her kes jib o azadiya Abdullah Ocalan têbikoşe û wiha dawî lê anî: “Serokatiyaji bo 4 parçeyê Kurdistanê girtiye. Em dixwazin tecrîda li ser wî bişkînin. Em dixwazin tecrîda li ser hemû girtîgehan bişkînin. Em li pişt wan in. Wê 18’ê mijdarê de meş pêk bê. Em hemû gelê xwe vexwendiyê meşê dikin.”