'Em bi sîstema xwe hesabê sînemaya Amûdê dipirsin'

  • 09:08 13 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên taxa Şêxmeqsûd derbar salvegera şewtandina Sînamaya Amûdê berteka xwe dan nîşandan û wiha gotin:"Rêjîma Baas'ê her komkujî û qetîlam bi serê gelê Kurd de pêk dianî.  Lê Komkujiya Sînemaya Amudê bi awayê aşkere pêk hat û em îro bi pergala Xweseriya Demokratîk ku me ava kir bersivê didin vê rejîmê. 
 
Di 13 Mijdara 1960 de 283 zarokên kurd ku çûbûn sînemaya navçeya Amûdê ya Qamişloyê, di encama şewatê de jiyana xwe ji dest dan.Heta niha sedema vê şewatê nehatiye eşkerekirin, lê belê hemû nîşan eşkere dikin ku ev komkujî pilankirî bû. Ji bo piştgirya berwedana Cezayîrê fîlmekî bi navê “Tawana Nîvê Şevê” pêşkêşî zarokên Amûdê hatibû kirin. Di salona sînemayê de, ku tenê têra 200 zarokî dikir, li dora 500  zarokên kurd hatibûn bicihkirin.Dema ku zarok li fîlm temaşe dikin, di sînemayê de şewat derdikeve. Lê ji ber ku hêzên rejîma Sûriyê di dema şewatê de deriyên sînemayê venakin, 283 zaro di encam şewatê de jiyana xwe ji dest didin. Li gel vê bûyera dijwar ku qewimî derbarê kiryaran de tu lêpirsînek jî nehatiye destpêkirin. Şewata Sînemaya Amûdê an jî Agirê Sînemaya Amûdê di dîroka kurdan de bûyereke reş a giran ku nayê jibîrkirin e.
 
Endama PYD'ê ya taxa  Şêxmeqsûd Zeynep Elî û endama Meclisa Taxa Cengîz ên Helebê derbarê komkujiyê de ji ajansa me re axivîn. 
 
Zarokên bê guneh hatin şewtandin
 
Endama Partiya yekitiya Demokratîk (PYD) Zeyneb Elî  di destpêka axaftina xwe d bûyer şermezar kir û got, "Di encama wê şewatê de zarokên bê sûc û guneh hatin şewitadnin. Ji ber ku li sînemaya ji bo 200  kesî 500 zarek vê carê lê hatibûn bicihkirin.  Bûyer berê hatibû plankirin û ji bo me ma bûyera herî bi êş û li ser zarokên pêşeroja me bûn hat pêkanîn." 
 
'Pirojeya me bû bersiva binpêkirinên wan'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Zeynebê bal kişand ser sîstema baasê ya faşît û wiha axivî:"Sîstema baasê sîstema herî dijwar ku gelê Kurd li ser hesabê berjewendiyên xwe qir dike.  Ji destpêka dîrokê de  û heta niha gelê kurd qir kirin.  Lê bi riya pirojeya me a Xweseriya Demokratîk û bi tekoşîna gelan me bersîv da vê sîstemê û wê li ser wî bingehî tekoşîna me her berdewam bike. Zeynebê wiha li axaftina xwe zêde kir û got:"zarokên me ji mafê wan heye ku weke hemû zarokan bixwînin fêr bibin û aram bijîn lê îro jî li ser zarokên me komkujiyan pêk tînin û di serî de jin û zarokan dikin hedefa xwe ku ji bo pergala me tune bikin."
 
'Baas'ê  xwest bûyerê veşêre lê me eşkere kir'
 
Di dawiya axaftina xwe de Zeynebê bal kişand ser berdewamkirina tekoşîna wan a li hember hemû cureyên tundî û tunekirinê û wiha got:"Li  hemberî hemû cureyên tundî,tunekirin û qirkirinê her tekoşîna me beerdewam e. Heta ku pirojeya me ya xweserriya demokratîk bi awayekî fermî were pejirandin dê têkoşîna me li hember van qetîlaman û bi taybet qetlîama sînamaya Amûdê ku ji bo me rojek reş e dê bidome. Li gel komkujiyê sîstema baasê hewlda rastiyan veşêre lê me bi têkoşîna xwe rastiya siyaseta wan a qirêj li ber çavê hemû cîhanê raxist."
 
Dixwazin me tune bikin'
 
Endama Meclisa Taxa Cengîz Mizgîn Reşîd jî armanca şewtandina Sînameya Amûdê nirxand û got:"Di sînameya Amûdê de ji aliyê rêjîma Baasê zarokên me hatin şewtandin.  Ji ber zarok jî bingeha civaka ne her dixwazin wan tune bikin û di şexsê wan de dixwazin me tune bikin û me ji rastiya me bi dûr bixin da ku em dev ji doz û xebata xwe berdin."
 
Rêjima baas'ê nikare me carek din tun bike'
 
Di dawiya axaftina xwe de Mizgînê sîstema ba`as a faşîst jî nirxand û got:"Siyaseta Baas'ê wekî sîyaseta herî qirêj û faşîst ya dewleta Tirk ku bi êrîşên xwe dixwaze me tune bike.  Baas'ê bi şerê xwe yê taybet her gefên xwe li gelê Kurd dixwarin û gelê Kurd di Sûriyayê de ji hemû mafên wan dûr dixist.  Lê belê îro em weke gelê Kurd ji xew şiyar bûne êdî rêjima Baas'ê nikare me carek din tun bike û şoreşa ku me daye destpêkirin wê mayînde be."