Hevserokên HEDEP'ê li ber Girtîgeha Sîncanê daxuyanî dan

  • 10:06 6 Mijdar 2023
  • Ramyarî
ENQERE - Hevserokên Giştî yên HEDEP'ê li ber Girtîgehê daxuyanî dan
 
Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê Tulay Hatimogûllari û Tuncer Bakirhan  diyar kirin ku di Doza Kobanê ya komployê de siyaseta demokratîk tê darizandin û gotin: “Divê doz were bidawîkirin û hemû hevalên me yên girtî tavilê bên berdan.”
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmoglulari û Tuncer Bakirhan li ber Girtîgeha Sîncanê ku Doza Kobanê lê tê lidarxistin, daxuyanî dan. 
 
'Ev darbe ye'
 
Hevseroka Giştî Tulay Hatimogûllari ku di daxuyaniyê de xivî destnîşan kir ku li dijî siyaseta wan a demokratîk darbeya siyasî û sivîl tê kirin û got: “Kobanê berxwedana gelê kurd û dostên wan bûn. DAIŞ talûke bû û kurdan viya asteng kir. Lê îro şermezarkirina wê talûkeya DAIŞ’ê bûye darizandina siyasetmedarên kurd û demokratîk. Bi siyaset û berxwedanê nikaribûn siyasetmedaran têk bibin lê rabûne bi dozên siyasî dixwazin heyf û encama xwe jê bistînin. Yên ku Salih Muslim anî Enqereyê û wî li meqamên fermî pêşwazî kirin, ev hikûmet û serokkomar bû. Lê radibe bi meseleya Rojava îro hevalên me didarizînin. Em ê qet vê dozê qebûl nekin û her li dijî wê rabin. Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn ji nedîtî ve tên û sûcê li dijî hiqûqê tê kirin. Em ê xwedî li hevalên xwe derkevin û doza komployê pûç bikin. Divê tavilê hemû hevalên me yên neheq û bêhiqûqî niha ji dozê girtî ne tavilê bên berdan û dawî li dozê bê anîn.” 
 
'Siyaseta demokratîk tê darizandin' 
 
Hevserokê Giştî Tuncer Bakirkhan jî bal kişand ser Doza Kobanê û wiha got: “Em bi dozek ku hemû dinya jê re li çepikan dide û Tirkiye jî didarizîne re rû bi rû ne. Ji dadgehên Îstîklalê heta roja me ya îro em bi dozên komployê re rû bi rû ne. Ji destpêkê heta niha dozek bi dek û dolab e. Ya rast siyaseta demokratîk tê darizandin. Em hemû bi viya baş dizanin. Ked û têkoşîna gelê kurd tê darizandin. Şermezarkirin û dijderketina barbariya DAIŞ’a ku bûye serê Rojhilata Navîn, Sûriyeyê, Rojava îro li Tirkiyeyê bûye mijara darizandinê. Li şûna ku rêz were girtin, didarizînin. Ev 7 sal in hevalên me tên darizandin. Em carek din dibêjin ku ev dozek siyasî ye û bi feraman desthilatdariyê pêk tê. Em ê her hevalên xwe biparêzin. Em dixwazin tavilê hevalên me bên berdan. Lê em carek din dibêjin ku em ê bi siyaset û têkoşîna xwe van dozan pûç bikin.”