Salîha Aydenîz: Azadiya birêz Ocalan berpirsiya me ya dîrokî ye

  • 11:01 5 Mijdar 2023
  • Ramyarî
AMED  -DBP’ê bi dirûşma “Em ê bi civaka rêxistinbûyî re siberoja azad ava bikin” li Amedê konferansa xwe li dar dixe. Di konferansê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî û got, “Azadiya fizîkî ya brezê Ocalan berpirsiyariya me ya dîrokî ye."
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beriya 6’emîn Kongreya xwe ya Awarte bi dirûşma “Em ê bi civakeke rêxistinkirî pêşerojeke azad ava bikin” li saloneke dawetê ya Amedê konferansa xwe li dar dixe. Hevserokên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Berdan Ozturk, Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), parlamenterên HEDEP, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê û Saziyên civaka sivîl beşdarî konferansê bûn.  Herwiha Ji bajarên Kurdistanê rêxistinên HEDEP û DBP’ê yên bajar û navçeyan û bi sedan kes tevli konferansê  bûn. Li salonê pankartên "Jin jiyan azadî", "Em ê bi civaka rêxistinbûyî jiyana azad ava bikin" û "Jin jiyana rêxistin dike" û flamayên DBP'ê yên zer, kesk û sor hatin daliqandin. Beşdarên konferansê bi cil û bergên xwe yên neteweyî cihê xwe di salonê de girtin û jinan bi coşeke mezin bi tilîlî û govendê dest bi konferansê kirin.
 
Di konferansê de  ewil endamên dîwanê hatin hilbijartin. Piştre jî jî bo şehîdan rêz hat girtin. Di vê navberê de bi hezaran kesan bi yek dengî dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin. 
 
Di konferansê de bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” tên berzkirin. Konferans, bi sînevîzyona ku xeta têkoşînê ya DBP’ê vedibêje tê pêşkeşkirin. 
 
'Roj roja xwedîderketina li aştî û demokrasiyê ye'
 
Di konferansê de di serî de Salîha Aydenîz axivî. Salîhayê beriya ku dest bi axaftinê bike navên pêşengên têkoşîna gelê Kurd yek bi yek anîn ziman û beşdar silav kirin. Salîha, bal kişand ser coşa li eywana konferansê û wiha got: “Bila îktîdar bizane ku ev xwdîderketin, xwedîderketina li têkoşîn û azadiyê ye. Bila kesên dixwazin gelê kurd bifetisînin baş bizanin ku gelê kurd ev sed sal in nesekiniye û dê ji vir û şûnde jî nesekine. Heta ku azadiya xwe bi dest dixe dê têkoşîn û berxwedana xwe bidomîne. Ne tenê li kolan û eywanan, di heman demê de dê li Meclis, girtîgeh û li her qadê têkoşîna xwe mezin bike. Heta ku Kurdistan azad dibe û yekitiya xwe ava dike jî dê partiya gelê kurd têkoşîna xwe bidomîne.” 
 
'Li Rojhilata Navîn şerekî mezin heye'
 
Bi domdarî Salîhayê got ku li Rojhilata Navîn şerekî mezin heye û diyar kir ku ev Şerê 3’yemîn ê Cîhanê ye. Salîhayê, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev şer, di navbera Modernîteya Demokratîk û Modernîteya Kapîtalîst de ye. Modêla netewe dewletê nikare li Rojhilata Navîn hîmê xwe bigire. Ev sed sal in Rojhilata Navîn di nava şer de ye. Navenda vî şerî jî Kurdistan e. Me di van sed salan de dît ku netewe dewlet tenê dibe sedema krîz û aloziyan e. Lewma em dibêjin ku ev şerên bi sedan sala ye didome ne ji bo gelan, jinan û azadiyê ye. Ev şer ji bo modernîteya kapîtalîst e. Lewma em dibêjin li dijî vê pergalê, çiraya me ya azadiyê heye. Ev çiraye jî azadiya jinan, azadiya gelê kurd e. Me got ‘me bi ciwantî dest pê kir û dê bi ciwantî bi ser kevin’ û çiraya me ev e. Ev çiraye pêşiya me ronî dike.” 
 
Di berdewamê de Salîhayê anî ziman ku çareserî Konfederalîzma Demokratîk e û axaftina xwe wiha domand: “Çareserî, li gel birêz Abdullah Ocalan e. Lewma tecrîdê ewqas giran dikin. Em dizanin ku tecrîd, 25 sal in berdewam dike. Dema dewletên hegemon dixwazin krîzê kûr bikin, tecrîdê dirêj dikin. Em dizanin ku tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Tenê birêz Abdullah Ocalan nayê tecrîdkirin. Gel, girtîgeh û gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn jî di tecrîdê de ne.” 
 
'Heta Ocalan azad bibe dê têkoşîn bidome’
 
Axaftina Salîhayê gelek caran bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hate qutkirin. Aydenîz, bal kişand ser kampanyayên bi mebesta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatine destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Heta ku tecrîd bi dawî dibe û Abdullah Ocalan azad dibe em ê li her derê li ber xwe bidin. Em dizanin ku azadiya birêz Abdullah Ocalan tê wateya azadiya gelan, jinan û Rojhilata Navîn. An azadî an azadî.”
 
'Ji jinên azad ditirsin'
 
Salîhayê, bal kişand ser pergala hevserokatiyê û wiha got: “Ji jinên azad dirtirsin. Ji birêxistinbûna jinan, ji sekna jinan ditirsin. Lewma dema dixwazin peyamekî bidin civakê, li ser jinan didin. Îro bi dehan hevalên me yên hevserok di girtîgehê de ne. Em li vir dibêjin ku em ê dev ji hevserokatiyê bernedin. Em ê di vê mijarê de bi tu awayî paşdegavê neavêjin. Ev modêl îro li Jınwarê gav bi gav tê rêsandin. Hûn tu carî nekarin dengê ‘Jin, jiyan, azadî’ bifetisînin.” 
 
Piştî axaftina Salîhayê dirûşmeya "Xeta me Bêrîtan e, Rêberê me Ocalan e" ji salonê hat berzkirin.
 
'Divê pirsgirêka Kurd çareser bibe'
 
Hevserok Keskîn Bayindir jî diyar kir ku divê li ser pirsgirêkên mezin rawestin û yek ji wan jî pirsgirêka kurd e. Keskîn got, “Eger ev pirsgirêk neyê çareserkirin, li Rojhilata Navîn aştî pêk nayê. Em dibêjin çareseriya vê konfederalîzma demokratîk e. Dewletên netewe li Rojhilata Navîn planên qirêj çêdikin. Şerê li Filistîn û Rojava jî nîşaneya vê ye. Çareserî modernîteya demokratîk e, em ê li her derê biparêzin. Parastina modernîteya demokratîk parastina mirovahiyê ye. Dewleta Tirk 100 sal berê dest bi polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê kir. “Lê kurdan tu carî serê xwe netewand” û ji dîrokê mînakên vê yekê da.
 
'Em ê bi têkoşîna xwe tecrîdê bişkînin'
 
Keskîn got ku gelê Kurd li Rojava sîstemek ava kiriye û wiha dewam kir, “Ev sîstem ji cîhanê re bûye mînak û hêvî. Dewleta Tirk ji bo ji holê rakirina vê pergalê polîtîkayên qirêj dimeşîne. Ji Heskîfê heta Sûrê nirxên civaka Kurd qir kir. Îradeya gelê Kurd ji aliyê qeymeqam ve hat desteserkirin, cenaze di sindoqan de radestî malbatên wan hatin kirin. Komara Tirkiyeyê li ser dagirkirina Kurdistanê xwe ava kir. Em vê yekê red dikin. Tecrîda li Îmraliyê her ku diçe li girtîgehan jî girantir dibe. Em ê bi têkoşîna xwe tecrîdê bişkînin. Bila ev gotina DBP’ê be. Em ji Birêz Ocalan re azadî û ji Kurdistanê re jî statu. “Heta ku em bigihîjin azadî û aştiyê em ê têkoşîna xwe bidomînin.