‘Ji bo çareseriya pirsgirêkan divê rêxistinbûyin hebe’

  • 09:02 5 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
AMED - Li Zanîngeha Dîcleyê xwendekarê ku ji starbûnê heta veguhestinê di her qadê de pirsgirêkan dijîn û bi destdirêjiyê rû bi rû dimînin hewl tê dayin bi TOMA’yan ewlehiya wan pêk were.  Endama Piştevaniya Xwendekarên Azad a Zanîngeha Dîcleyê Elîf Tan li dijî neçareseriyan axivî û da zanîn ku ew bi xweserbûnê dikarin ewlehiya xwe pêk bînin û pirsirêkên xwe çareser bikin. Elîfê banga rêxistinbûyinê kir.
 
Li navçeya Efeler a Aydinê li Wargeha Xwendekarên Keç a Guzelhîsar a KYK’ê di 25’ê Cotmehê de asansor ketibû û xwendekara zanîngneha Adnan Menderes jiyana xwe ji dest dabû. Bertekên li dijî bûyerê didomin û fikar û tirsên xwendekarên li wargehan dimînin jî zêde bûn. Piştî mirina Zerenê, xwendekaran diyar kirin ku li wargehan îhmalkariyek mezin heye û pirsgirêkên dijîn tînin ziman. Piştî mirina Zerenê, bûyereke dişibe vê li wargeha KYK ya Fatsa a Orduyê di 30’yê Cotmehê de pêk hat. Asansor qetiya û ji qata çaran de ket. 4 xwendekar rakirin nexweşxaneyê. Di rojên borî de li Amedê xwendekareke li Wargeha Xwendekarên Keç a Îyaz Bîn Ganem diman, dema diçû wargehê hat tacîzkirin. Xwendekaran li dijî vê li KYK û zanîngehê çalakî pêk anîn.
 
Piştî Zerenê asansora xerabe hat girtin
 
Xwendekaran der barê pirsgirêkên li zanîngeh û wargehan de axivîn û diyar kirin ku Wargeha Xwendekarên Keç a Îyaz Bîn Ganem li cihekî bêdeng e û bi şev saet piştî 20.00’an şûnde otobus naçin wargehê. Di encama îhmalkariyê de xwendekarek hat tacîzkirin û xwendekar bi rojan e li dijî vê di çalakiyê de ne. Polîs bi rojan e ji ber vê li ber wargehê disekinin. Xwendekaran diyar kirin ku asansora wargeha Suleyman Bîn Halîd a Keçan a 11 qatî xerabe ye û gelek caran gilî kirine, lê tedbîrek nehatiye girtin. Xwendekaran got piştî Zerenê jiyana xwe ji dest daye asansora wargeha wan hatiye girtin.
 
Li dijî tacîzan bersiv
 
Xwendekarên ji ber ewlehiyê nexwestin navê xwe parve bikin û diyar kirin ku yek ji pirsgirêka din a ku xwendekarên KYK'ê dijîn ev e ku mêrên ji bo tamîratan tên odeyên wan nêzîkatiyên ku gihiştine tacîzan nîşan didin û îdare tiştekî nake. Her wiha xwendekaran diyar kirin ku xwarinên wan gelek xerab in û wan têr nakin.
 
‘Zanîngeh bûne wek qereqolê’
 
Endama Piştevaniya Xwendekarên Azad a Zanîngeha Dîcleyê Elîf Tan der barê tiştên ku xwendekar dijîn de axivî û da zanîn ku AKP-MHP ji bo hewcedarî û daxwazên xwendekaran polîtîkayan pêk nayne, li gorî profîla xwe polîtîkayan li ser ciwanan dide meşandin. Elîfê nêrînên xwe wiha bi lêv kir: “Desthilatdarî dixwaze ciwanên ku lêpirsîn nake, serî ditewîne biafirîne. Pergaleke ku ciwanan ij jiyanê dûr dixe heye. Zanîngeh bûne wek qereqolê. Di çalakiyan de 10 qat zêdetirî xwendekaran polîs hene. Li pişt zanîngehê cihê tevgera taybet a zanîngehê heye. Em bi dengê tanq û topan dikevin dersan. Bi taybet xwendekarên jin hedef tên girtin. Ji ber em jin pêşengên hevalên xwe yên jin in.”
 
‘Di bin navê ‘ofîsa ciwan de’ asîmîlasyon’
 
Elîfê pirsgirêkên li zanîngeha Dîcleyê û KYK’ê nirxand û wiha daxuyand: “Her roj pirsgirêkên nû rû didin. Ji ber vê em gelek pirsgirêkan di encama tesadufan de fêr dibin. Li şûna zanîngeh qadên xweser û azad bin, bûne cihê windakirin, tacîz û cînayetan. Rektorê qeyûm di bin navê ‘ofîsa ciwanan’ de ku qursa ziman û faliyetên sporê tê dayîn de ciwanan asîmîle dike. Pirsgirêka herî girîng a xwendekaran ewlehî ye. Pirsgirêka ewlehiyê bi TOMA û poLîsan çareser nabe.”
 
‘Azadbûna ciwanan azadbûna civakê ye’
 
Elîfê di dawiya axaftina xwe de ev tişt diyar kir: “Piştî Zerenê jiyana xwe ji dest da xwendekar derketin qadan. Ev hêrsa bi salan bû. Wisa di carekê de neafirî. Serkeftin bi ciwanên rêxistinkirî pêkan e. Em xwe bi rêxistina xwe bikin em ê bikaribin pirsgirêkan çareser bikin. Em dirûşmeya ‘bi zanîngehên xweser azad re civaka demokratîk’ xebatan dimeşînin. Azadbûna ciwanan azadiya civakê ye. Di serî de jinên ciwan  divê hemû ciwan bên Piştevaniya Xwendekarên Azad a Zanîngeha Dîcleyê. Em xwe bi rêxistin bikin em ê bikarin pirsgirêkan çareser bikin.”