Dayikên Şemiyê qurnefîl danîn Qada Galatasarayê

  • 12:03 4 Mijdar 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Dayikên Şemiyê yên ev 28 sal in çalakiya xwe dewam dikin di hefteya 971'ê de, tevî astengiyan jî ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan û qurnefîlên di destên xwe de danîn qadê. 
 
Dayikên Şemiyê ji bo li aqubeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û ji bo bersûc bên darizandin 28 sal in her hefte çalakiya xwe li Qada Galatasarayê li dar dixin. Dayikên Şemiyê yên ev 28 sal in çalakiya xwe dewam dikin di hefteya 971'ê de, tevî astengiyan jî ber bi Qada Galatasarayê ve dimeşin. Tevî biryara "Binpêkirinê" ya Dageha Destûrî daye jî ev 30 hefte ne çalakiya Dayikên Şemiyê ji aliyê qeymeqamtiya Beyogluyê ve tê qedexekirin. Çiqasî bi hinceta biryara "qedexe ye" çalakî bê qedexekirin jî Dayikên Şemiyê ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. 
 
Berî çalakiyê hemû kuçeyên Cadeya Îstiklalê ji aliyê polîsan ve hatin girtin. 
 
Meşa xwe bi biryar pêk anîn
 
Dayikên Şemiyê tevî astengiyê meşiyan û qurnefîl danîn Qada Galatasarayê. Polîsan dayik dorpêç kirin û rojnameger jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. 
 
Dakikalarca abluka içerisinde bekletilen Cumartesi Anneleri, tek tek ablukadan çıkarıldı.
 
Piştî muzakereya bi polîsan ji Dayikên Şemiyê Maside Ocak li ser navê Dayikên Şemiyê qurnefîl danî Qada Galatasarayê.