'Dengê li dijî Filistinê divê ji bo Rojava jî bê bilindkirin'

  • 09:06 31 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Jinan bertek nîşanî bombebarana qadên jiyanê yên li Rojava û Filistinê û wiha gotin:"Divê li dijî êrişan têkoşîn mezin bibe û her kes ji bo Rojava deng derxe. Dengê li dijî Filistinê divê ji bo Rojava jî bê bilindkirin. "
 
Şerê di navbera Filistin û Îsraîlê de yê di 7'ê Cotmehê de dest pê kir dewam dike û dibe sedema encameke giran. Di şerê ev 3 hefte ne didomin gelek sivilî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha dewleta tirk jî di 5'ê Cotmehê de êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Dewleta tirk bi balafirên şer, SÎHA û çekên giran êrişan didomîne. Êrişî îstasyonên gaz, av, petrol û ceyranê tê kirin. Di êrişan de gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Jinên têkildarî êrişan axivîn da zanîn şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi qasî şerê di navbera Filistin û Îsraîlê de nebûye rojev û bertek nîşan dan. Jinan gotin:"Çima cîhan gelê kurd nabîne !"
 
'Em jiyaneke zarok û jin lê namirin, diparêzin'
 
Ji rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Çigliyê Welat Çelebî da zanîn ew jiyaneke zarok û jin lê namirin, diparêzin û ji ber jiyaneke wiha diparêzin jî êriş li wan tê kirin. Welatê wiha domand:"Şer bandorê li ser civakê dike. Şerê li Filistinê di rojevê de e lê belê şerê li Rojava nabe rojav. Ev jî karesatek e. Îro çawa ji bo Filistinê deng tê derxistin ji bo Rojava jî divê herkes dengê xwe derxin. Li wir qadên jiyanê tên bombekirin. Jin û zarok tên qetilkirin. Loma divê herkes li dijî şer dengê xwe derxin."
 
'Dengê li dijî Filistinê divê ji bo Rojava jî bê bilindkirin'
 
Welatê bi lêv kir ku ji dîrokê heta niha kurd ji komkujiyan derbas bûne û wiha got:"Me her tim berdêl dane. Em pir bi dûr ve neçin. Roboskî mînakek vê yekê ye. Ew qas komkujî çêbûn. Çima şîn îlan nekirin ? Çima mirov derneketin derve ? Çima bertek nîşan nedan ? Ma em kurd ewqas mirinê heq dikin ? Em vê  yekê qebûl nakin. Dengê li dijî Filistinê divê ji bo Rojava jî bê bilindkirin."
 
'Yên herî zêde dimirin jin û zarok in ev ne tesaduf e'
 
Ji Komeleya Piştevaniya Jinan a Guzeltepeyê Ezgi Ozer jî da zanîn ew serhildana gelê Rojava û Filistinê silav dike û wiha pê de çû:"Li Rojava û Filistinê serhildanek li dijî polîtîkayên şer ên dewletê heye. Ev serhildaneke mafdar e. Em wekî komeleya jinan piştgiriyê didin vê serhildanê. Mixabin barê herî giran ê kuştin û şer li ser milê jinan e. Yên herî zêde dimirin jin û zarok in ev ne tesaduf e."
 
'Şer li her derê şer e'
 
Hevseroka HEDEP'ê ya Bayrakliyê Ayşe Silik da zanîn şer li her derê şer e û wiha pê de çû:"Bila şer û komkujî çênebin. Li ku şer çêbibe divê jin û gel li dij derkevin. Di şer de herî zêde jin, zarok û kesên temenê wan mezin dimirin. Li Kurdistan, Tirkiyeyê li ku derê be em şer naxwazin. Ji bo şerê li Filistinê derdikevin qadan lê belê bila ji bo şerê li Rojava û hemû şerên li cîhanê derkevin qadan. Em wekî jin dixwazin aştî were Rojava û Filistinê."
 
'Xwezî her kes ji bo gelê kurd ji bo Rojava jî xemgîn biba'
 
Ji rêveberiya HEDEP'ê ya Bayrakliyê Vasfiye Togru, da zanîn wekî mirov li ku derê şer, zext, zilm hebe dilê wê li wir e û li dijî şer, zext û zilmê ye û wiha got:"Kurdên bi salan e tên çewisandin têdikoşin. Me gelekî têkoşîn da, çi ji destên wan hatin kirin lê belê bi ser neketin. Em hîn zêde bûn. Ji bo Filistinê rast e em xemgîn in. Em wekî mirov li ber dikevin. Xwezî her kes ji bo gelê kurd ji bo Rojava jî xemgîn biba. Wê demê ez ê bêjim bi rastî jî mirovahî nemiriye. Li her derê cîhanê bêedaletiyek heye lê belê li Tirkiyeyê li ser kurdan zexteke mezin heye. Li vir peywira herî zêde dikeve ser milê me jinan."
 
'Çima cîhan gelê kurd nabîne?'
 
Vasfiyê diyar kir ku Tirkiye di mijara piştevaniya Filistinê û êrişa li dijî kurdan de durûtiyê dike û wiha got:"Çekên kîmyewî li dijî kurdan hat bikaranîn. Çend mirov derketin derve ? Dîsa ji bo Filistinê herî zêde kurd derdikevin derve. Çi ferqa kurdan, laz, ermenî, yahûdî û çerkezan heye ? Em hemû mirov in. Em çi parve nakin ? Ewqas xweşikayî hene em hemûyan tune dikin. Çima cîhan gelê kurd nabîne? Divê li dijî êrişan têkoşîn mezin bibe û her kes ji bo Rojava deng derxe."