Divê Gultan Kişanak serbest bê berdan

  • 11:16 30 Cotmeh 2023
  • Rojane
STENBOL - Tevî dema girtina azamî ya 7 salan a siyasetmedara kurd Gultan Kişanak bi dawî bûye jî nayê tehliyekirin. Têkildarî mijarê civîna çapemeniyê hat lidarxistin û daxwaza serbestberdana Gultan Kişanak hat kirin.
 
Li dijî êrişên DAIŞ'ê yên li ser Rojava di 6-8'ê Cotmeha 2014'an de çalakî hatin lidarxistin. Ev wekî hincet tê nîşandan û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî di nav de 18 jê girtî bi tevahî 108 siyasetmedar ji Doza Kobanê tên darizandin. Tevî dema girtina azamî ya 7 salan a siyasetmedara kurd Gultan Kişanak bi dawî bûye jî nayê tehliyekirin. Têkildarî mijarê li Navenda Xebatên Hunerê ya Beyogluyê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. 
 
Parêzerên Gultan, Parlamenterên HEDEP'ê Sevda Karaca, Cengîz Çîçek û rêveberên partiyê, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan, gelek hiqûqnas, nûnerên rêxistinên jinan, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, lîstîkvan Nûr Surer, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
Parêzera Gultanê Several Ballikaya, diyar kir ku Gultan vîna miyonek û 800 hezar kesî ye û got: "Vîna ewqas kesan hat binçavkirin û bi hinceta ku dê birevê hat girtin. Dema biryara binçavkirinê hat dayîn Gultan ji derveyî welat bû lê carekdin vegeriya Tirkiyeyê. Girtina wê tê wateya îhlalkirina azadiya kesan. Dagirkirina rêveberiyên herêmî tê wateya qebûlnekirina vîna gel."
 
Metna daxuyaniyê ji hêla parêzera Gultanê Gul Altay ve hat xwendin û wiha got: "Gultan di 25'ê Mijdara 2016’an de hat binçavkirin û girtin. Biryara girtinê siyasî ye. Armanc şaredariyên ku ji hêla îktîdarê ve nehatin qezençkirin xesp bikin û vîna gel tune bihesibînin. Gultan edilane nayê darizandin. Di pêvajoya darizandinê de îhlalkirina hiqûqê didome. Niha dema girtinê tijê bûye lê Gultan nayê tehliyekirin. Me daxwaznameya xwe da lê 4 roj in bersivekî nadin me. Me serî li AYM'ê da lê heta niha biryarek nehatiye dayîn." Gul, daxuyand ku li gorî qanûnên Tirkiyeyê dema girtînê 2 sal in lê ev bû 7 sal nehat berdan, divê birêz Gultan Kişanak serbest bê bedan û ev tişt di hiqûqê de heye. 
 
Parêzer Cîhan Aydin jî di civîna çapemeniyê de axivî û wiha axivî; "Ev doz doza kumpasê ye. Serbixwebûna darazê nemaye û bûye amûreke dewletê. Derbarê Gultanê de 30 sûc hatine destnîşankirin. Di Doza Kobanê de siyasetmedar pir zêde bi êrişan re rûbirû dimînin. Ji bo hevserok û gelek kesan biryara darizandinê hatine dayîn. Li gorî qanûnan sûc çi dibe bila bibe dema cezayê 7 sal in. Biryara AYM’ê jî heye. Lê belê kesek guhdariya vê biryarê nake. Divê Gultan serbest bê berdan."
 
Endamê Lîjneya Rêveberiya Navendê ya HEDEP'ê Kerem Firtina jî di civîna çapemeniyê de diyar kir ku li gorî qanûnên dewletê divê Gultan Kişanak serbest bê berdan. Kerem, destnîşan kir ku divê ev mexdûriyet û îhlalkirina mafan ji holê bê rakirin. Kerem di dawiya axaftina xwe de banga serbestberdana Gultanê kir. 
 
Piştî axaftinan daxuyanî bi dawî bû.