Tulay Hatîmogullari: Me peyama gelê xwe girt!

  • 09:05 29 Cotmeh 2023
  • Ramyarî
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Hevseroka giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogullari da zanîn ku gel ew hişyarkirine ku şaşiyên taktîkê nekin û van hişyariyan pêvajoya pêş de wê li ber çavan bigirin û got: “Me peyama gelê xwe girt. Peywira me ya esas ev e ku damarên xitimandî yên riya sêyemîn bên vekirinê.”
 
Partiya Çep a Kesk di 15’ê cotmehê de li Enqeyê kongreya xwe bi coş pêk anî û biryar girt ku bi navê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) xwe berdewam bike. Hevserokên giştî yên partiyê jî Tulay Hatîmogullarî û Tuncer Bakirhan hatin hilbijartin. 
 
Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogullari pirsên ajansa me JINNEWS'ê bersivand. 
 
*Em dixwazin we nas bikin, we çawa têkoşîna azadiya jinên kurd nas kir?
 
Min dema HADEP’ê de siyaseta kurd nas kir. Temenê min biçûk bû. Min aktîf cih girtibû. Piştre min tevgera jinê zêdetir nas kir. Di pêvajoya Amargî de ez zêdetir tevli bûm. Pêvajoya Amargî de jinên kurd aktîf peywir girtibûn. Me jî li Çukurovayê Amargî ava kir. Ji wir em bi jinên kurd re dixebitîn. Piştî vê pêvajoyeke ku tevgera jinan ên Tirkiyeyê pêvajoyek nirxandina jiya derket holê. Ew jî ‘Em rizgariya xwe bi hev re rêxistin dikin’ bû. Di konferansa pêk hatibû de daneyên girîng ji bo riya hevpar a ji bo tevgera jinan hatibû dayîn. Wê demê me zêdetir siyasetmedarên jin yên kurd nas kirin. Di pêvajoya avabûna HDK’ê de, di pêvajoya DBH’ê de me xebat meşandin û heta îro hatin.
 
"Me wek partiyeke ku heta niha fikra riya sêyemîn bi awayekî baş kir bernameya xwe. Di pêvajoya pêş de em ê damarên xitimandî yên rİya sêyemîn vebikin. Hedefa me ya esas ev e. Ev pêvajoya vekirina deriyên riya sêyemîne."
 
*Piştî amadekariyek dirêj, rexne û rexnedayîyanan we kongreya xwe pêk anî. Li gorî we ev kongre li gorî bedewariya guherînê pêk hat?
 
Pêvajoya hilbijartin û dema kongreye de me xebat pêk anîn û me xwe gîhand dehezaran kesî. Dema em wê pêvajoyê bifikirin ew bi tena serê xwe gavek nû bû. Tişta em dibêjin ji nû ve avabûne ne tenê hevserok, MYK ye. Me behsa sazbûnek topyekun kir. Ev destpêkek girîng e. Ji vir şûnde wê hîn bêtir girîng e. Destpêkirin girîng e, berdewamî hîn girîngtire. Di paradîgma me de berê pirsgirêk hebe? Na tunebû. Di pêvajoya sazbûna nû de ya me nîqaş kir paradigma bû? Ne kêmasî û qelsî, pirsgirêkên heyî, taktikên hilbijartinê hatin nîqaşkirin. Di vê mijarê de di alî avêtina gavên şênber de kongreya me destpêk bû. Me wek partiyeke ku heta niha fikra riya sêyemîn bi awayekî baş kir bernameya xwe, di pêvajoya pêş de em ê damarên xitimandî yên rêya sêyemîn vebikin. Hedefa me ya esas ev e. Ev pêvajoya vekirina deriyên riya sêyemîne. Ji ber vê berpirsyarî dikeve ser milê me hemûyan. Em vê biser bixînin em pêvajoyê temam bikin.
 
"Yek ji peyama din a ku gel da me şikandian tecrîdê bû. Wek partî peywira dikeve ser mile me şikandina tecrîda li Îmraliyê û vekirina riyên xitimandî yên çareseriya pirsgirêka kurd e."
 
* Kongreya we peyamek çawa da? Peyama we çiye?
 
Di xebatên hatin meşandin de peyam ev bû; HEDEP partiyeke divê bikeve şûna muxalefeta sereke ya Tirkiyeyê. Ji ber li Tirkiyeyê qelsiya muxalefetê heye. Muxalefeta sereke, ne muxalefeta xurt e. Girse ji me muxalefeta xurt dipê. Me ev peyam girt. Em ê dema pêş de li ser vê bisekinin. Yek ji peyama din ya girseyê da ye me, ‘Gel xwedî li partiyê derdikeve êdî di taktîkê de şaşiyan nekin. Em gel in em li virin.’ Me ev hişyarî girtin. Yek ji peyama din a ku gel da me şikandian tecrîdê bû. Wek partî peywira dikeve ser mile me şikandina tecrîda li Îmraliyê û vekirina riyên xitimandî yên çareseriya pirsgirêka kurd e. Ev jî bi siyaeta demokratîk pêkan e. Em wek partî wê siyaseta demokratîk xurt bikin û guherînê pêk bînin. Me li her çar alî Tirkiyeyê civîn pêk anî. Yek ji mijara din a derket holê xizanî bû. Gelê me peywir da me: Ji bo edeleta aboriyê ya li Tirkiyeyê pêk bê em divê zêdeti bixebitin. Peyama herî xurt jinan da. Mafê jinan ji dest tên girtin. Bi riya sêyemîn em ê pêvajoya pêş xebatên xwe bimeşînin.
 
* Di kongreyên berê de jî navê we ji bo hevserokatiyê hat nîqaşkirin. Di vê kongreyê de hûn hevserok hatin hilbijartin. Pêvajoyek çawa li bende we ye?
 
Pêvajoya em tê de ne giran e û têr û tije ye. Rejîma otorîter faşîst dixwaze Tirkiyeyê biguherîne. Em dizanin ku kar û barê me pir zehmet e, berpirsyarî û peywira me giran e. Em ê vê peywira xwe û berprisyariya xwe bi xebateke kolektîf û keda mezin bi hemû hevalên xwe û gelê xwe re bimeşînin. Bêguman û zor û zehmetiyên vê hene lê bi rumet e. Hevalên me em hêjayê vê peywirê dîtin. Em ê jî hewl bidin layîkê vê bin. Hewcedariya civakê bi vê heye. Li Tirkiyeyê krîzeke mezin heye. Li herêmê şer hene. Em ê peywira xwe bînin cih.
 
"Divê keda berê jî neyê piştguhkirin. Partiya me pir ked da, bedelên mezin da. Divê em dîrokê bixwe re bidin destpêkirin. Em li dijî ked û bedelên hatine dayîn rêzdar in. Em ala ku me ji wan girtiye hildidin û kêmasiyên xwe li ber çavan digirin û di riya xwe de berdewam dikin."
 
* Wek civîna yekemîn ya Meclîsa Partiyê kir. Peywirdariyên nû hatin kirin. Dema pêş de tempo û tarzek çawa HEDEP’ê dipê?
 
Tempoyek têr û tije li pêş me ye. Em ji hilbijaratinên giştî derketin. Niha em ketine astek din. Me kongra xwe pêk anî. Niha hilbijartinên herêmî li pêş me ne. Xebatên me ne wek yên partiyên din in. Ji ber qeyûm tayînê şaredariyên wan nehatine kirin. Qeyûm tayînê şaredariyên HDP’ê bûn û şaredar hatin girtin. Dema em vê tabloyê li ber çavan bigirin pêvajoyek giran û tije li pêş me ye. Pêvajoyeke ku berpirsyarî û kedek mezin dixwaze ye. Divê em şev û roj bixebitin. Pêvajoyek kolektîf li bende me ye.  Yek ji peywira din a mezin a HEDP’ê mezinkirina têkoşîna rêxistinkirî ya li dijî faşîzmê ye û ji bo vê divê xeta demokrasiyê bi awayekî xurt bê avakirin.
 
* Di civînan de partiyeke ku bi gel re nav hev de hat rojevê. Di vê pêvajoyê de em ê partiyek wisa bibînin?
 
Teqez hûnê bibînin. HEDEP wê vê pêvajoyê de di perspektîfa xebata xwe de qelsî, kêmasî û rexneyên hatine dayîn çareser bike, rêxistinên taxa, komîsyonên taxa, rêxistinên navned û navçeyan xurt bike û bi pirsgirêkên gel re yekser eleqeder bibe. Divê keda berê jî neyê piştguhkirin. Partiya me pir ked da, bedelên mezin da. Divê em dîrokê bixwe re bidin destpêkirin. Em li dijî ked û bedelên hatine dayîn rêzdar in. Em ala ku me ji wan girtiye hildidin û kêmasiyên xwe li ber çavan digirin û di riya xwe de berdewam dikin.
 
"Em wek HEDEP bang dikin ku divê pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk bên çareserkirin û bi muxataban re pêvajoya diyalogê bê destpêkirin. Me îfade kir ku em piştgiriyê didin kampanyayên ji bo azadiya birêz Ocalan."
 
* Di kongreye de bê navber li ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat sekinandin. Derbarê azadiya Ocalan de vê demê wê kîjan gavên şênber bên avêtin?
 
Yek ji sernavê kongreya me ya derket pêş tecrîda li ser Birêz Ocalan bû. Em wek HEDEP bang dikin ku divê pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk bên çareserkirin û bi muxataban re pêvajoya diyalogê bê destpêkirin. Me îfade kir ku em piştgiriyê didin kampanyayên ji bo azadiya birêz Ocalan. Rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan ne tenê pirsgirêka kurd e, pirsgirêka Rojhilata Navîn jî çareser dike. Li Rojhilata Navîn şer didomin. Ger ku tecrîd bê şikandin wê piştgiriyek mezin ji bo aştiyê bê dayîn. Em ê piştgiriyê bidin kampanyayên ji bo azadiya Ocalan. Li parlamentoyê em ê berpirsyariyên xwe bînin cih.
 
* Navbera Israîl û Fîlîstanê de geşedanên girîng tên jiyîn û piştî vê serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan daxuyanî da. Li aliyê din jî li Rojava qadên jiyanê û nexweşxane dihatin bombebarankirin. Hûn der bavê vê siyaseta dûrû ya Erdogan de çi dibêjin?
 
Bêguman bangên ji bo Gelê Fîlîstînê tên kirin pir girîng in. Lê dema ev bang tên kirin, mirina li gelê kurd rewa tê dîtin dûrûtiya herî mezin e. Wê berê xwe bidin Tirkiyeyê û bipirsin; We li mala xwe pirsgirêkên navxweyî çareser kiriye ku hûn tevli pirsgirêkên Fîlîstînê dibin?’Tirkiye bixwaze li herêmê dikare bikeve pozîsyona garantoriya aştiyê. Lê ev desthilatdarî naxwaze Tirkiye bikeve vê pozîsyonê. Tirkiye ji vê pozîsyonê pir dûr e. 
 
"Me stratejiya rêveberiyên herêmî axivî lê me ne aniye pêvajoya dawî. Bi qeyûman mafê hilbijartinê ji dest gel hat girtin. Nîşaneya herî krîtîk a demokratîkbûna welat mafê hilbijartinê ye. Bi qeyûman rêveberiyek nabe."
 
* Di civîna meclîsa jinan de, bi taybet wel balkişand ser rojava jinan. HEDEP ku xwe wek partiya jinan vedinasîne wê xebatên wan yên jinan çi bin?
 
Yek ji xebatên herî girîng a partiya me xebatên jinan e. Meclîsa me ya jinan yek ji organê herî girîng ya xebatên partiya me ye. Wê wisa bidome û pêşerojê di HEDEP’ê de bidomîne. Li Tirkiyeyê pêvajoyek girîng heye. Li hember destkeftiyên jinan êriş hene. Dixwazin destkeftiyên jinan ji holê rabikin. Peywira sereke ya meclîsa jinê: Vê demê de hewce pê heye ku Tevgera Jinan a Kurd û Tirk di zemîna hevpar de bên gel hev. Di vê demê de ev rêbazeke xebatê ya ku me pêş dixîne ye. Me bi meclîsên xwe yên jinan re ev nîqaş kir. Em bi vê bi awayekî xurt di riya xwe de pêş bikevin. 
 
* Li pêş we hilbijartinên herêmî hene. Derbarê hilbijartinan de plansaziya we çiye, derbarê qeyûman de plansaziya we wê çi be? 
 
Me di civînên gel de gelek nêrîn û pêşniyar girtin. Me ewil xebatên atolye û konfernasên herêmî pêk anîn û strateji diyar kir. Li Amed, Wan û Mêrdînê atolyeyên me çêbûn. Wê li Stenbolê jî pêk bên. Me stratejiya rêveberiyên herêmî axivî lê me ne aniye pêvajoya dawî. Bi qeyûman mafê hilbijartinê ji dest gel hat girtin. Nîşaneya herî krîtîk a demokratîkbûna welat mafê hilbijartinê ye. Bi qeyûman rêveberiyek nabe. Ev dema ku faşîzm derketiye asta herî jore. Em ê xwedî li mafên xwe derkevin. Em ê şaredariyên xwe şûnde bigirin. Em ê li dijî qeyûman têbikoşin.