Rêxistina Nûdem dibe reng û dengê astengdaran

  • 09:02 3 Hezîran 2023
  • Rojane
 
Gulistan Şahîn
 
QAMIŞLO - Rêxistina Nûdem a Amadekirin û Geşedanên Mîrovî ya Astengdaran xwedî li kesên astengdar derdikeve û gelek pîşe û faaliyetên jiyanî ji wan re pêş dixîne. 
 
Rêxistina Nûdem a Amadekirin û Geşedanên Mîrovî ya Astengdaran ev çar sal in hatiye birêxistinkirin. Rêxistina Nûdem li gor derfetên xwe astengdarên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, xwe digihênin wan û dibin dengê wan. Her wiha gelek eleqe ji bo wan çêdibe û ji wan re gelek çalakiyên jiyanî û pîşeyên ku bikaribin xwe îfade bikin, pêk tînin. 
 
Armanca Rêxistina Nûdem a ji bo astengdaran
 
Her cure kar û barên mirovahî, dermankirin û derfetên tenduristiyê ji bo kesên astengdar pêşkêş dikin. Di heman demê de Rêxistina Nûdem a Amadekirin û Geşedanên Mîrovî ya Astengdaran hewl dide ku binesaziya li hemû herêmên ku ji bo astengdaran dibin alîkar xurtir bikin. Ji bo başkirina mercên kesên astengdar û hêsankirina tevgera wan a rojane hewldaneke hêja heye. Ji bo derxistina qanûnên taybet ên ji bo kesên astengdar hevkariya bi hemû saziyên fermî û herêmî dewam dike. Hevkariya ji bo pêşkêşkirina hemû xizmetên gengaz ên ji bo astengdaran ên bi hemû rêxistinên navneteweyî û herêmî re dewam dikin. Belavkirina hişyariyê ya di derbarê pirsgirêkên astengdariyê de jî pêk tê. Di pêşerojê de, vekirina navendên amadekirina fizîkî, derûnî, pîşeyî, hunerî, teknîkî û perwerdehiyê, her wiha vekirina navendên civakî ya li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê pêk bê. Amadekirin û perwerdekirina malbatên ku lênihêrîna kesên astengdar dikin jî heye. Peydakirina hemû alîkariyên tevgerî, dîtbarî û bihîstînî heye. Di pêşerojê de xebat li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê were meşandin. Her wiha vekirina navend, şaxên rêxitinê jî niha didomin. Xebat li gor peymana navneteweyî ya mafên astengdaran û li gorî qanûnên herêmî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê were meşandin. 
 
Têkildarî kar û xebatên Rêxistina Nûdem a Amadekirin û Geşedanên Mirovî ya Astengdaran, Berdevka Rêxistina Nûdem Dalyan Mehmûd nêrîn, kar û xebatên Rêxistina Nûdem parve kir. 
 
‘Rêxistina Nûdem di 2021’ê de hatiye avakirin’
 
Dalyanê da zanîn ku Rêxistina Nûdem di sala 2021’ê de ji aliyê komek jin ve hatiye avakirin û got: “Rêxistina Nûdem xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistin dike û navenda wê li bajarê Qamişloyê ye. Kesên dilxwaz di vê saziyê de kar dikin û dema hewce dike, em diçin alîkariyê. Rêxistina Nûdem kesên astengdar dişopîne û ji bo wan kar û xebatê dimeşîne. Li gel astengdaran em bi malbatê wan re jî eleqeder dibin da ku bi şêwazek erênî bi zarokên xwe yên astengdar re eleqeder bibin. Her wiha wek rêxistin em wan di aliyê pişeyî û projeyan de jî pêş dixînin.”
 
‘Li gor bîlançoya 2021’ê 3 hezar astengdar li Rojava heye’
 
Dalyanê diyar kir ku li gor bilançoya 2021’ê 3 hezar astengdar li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene û wiha domand: “Nêzî 3 hezar astengdar li Rojavayê Kurdistanê hene, di demên pêş de dê hêjmarên nû pêk werin û li gor wê dê bilançoya astengdaran derkeve. Astengdarên herî zêde li Rojava felç û down sendromu ne. Em li gor pêwistiya wan a aborî, manewî hemû alîkariyan pêşkeşî kesên felç dikin û kesên dilxwaz jî hene ew jî gelek alîkarî pêşkêş dikin. Ji bo astengdariya  down sendromu, em çalakiyan organîze dikin. Mirov bi wan re sohbetê pêş dixin. Her wiha em perwerdeyên mîna leptop, karê dest û wêne didin. Li gor xuya dibe kesên astengdar pir zîrek in û tiştan zû hîn dibin. Her wiha têkiliya me bi gelek sazî û dezgehên civakî, Rêveberiya Xweser re heye ku em kesên astengdar jî tevlî kar û xebatan bikin.”
 
‘Em malbatan jî perwerde dikin da ku alîkariya zarokên xwe bikin’
 
Dalyanê da zanîn ku ew bi taybet bi malbatên kesên astengdar re mijûl dibin ku çawa nêzî zarokên xwe bibin û wiha dirêjî da gotina xwe: “Em bi malbatên kesên astengdar re eleqeder dibin û wan perwerde dikin ku çawa ji zarokên xwe re bibin alîkar. Ji ber gelek malbat hene ji zarokên xwe yên astengdar şerm dikin û li malê digirin û naxwazin tevgerê bikin. Dema em wan tevlî kar û xebatê dikin malbat dibîne ku ew jî dikarin di gelek cihan de xebatê bimeşînîn û aktîvîteya wan hebe.”
 
‘Gelek aktîvîte ji bo astengdaran tên lidarxistin’
 
Dalyanê destnîşan kir ku ew hewl didin ku ruh û derûniya astengdaran fêm bikin û wiha dom kir: “Di serî de em malbatên kesên astengdar şiyar dikin ku çawa nêzî wan bibin. Her wiha mamosteya me ya derûnî heye bi wan re eleqeder dibin. Em wan tînin saziyê û bi wan re gelek şahî û çalakiyên cur be cur li dar dixînin. Kar hînî wan dikin û em dihêlin bi xwezayê re bibin yek loma em dar û gulan jî didin çandin. Armanca me ew e ku em wan zarokan tevlî civakê bikin. Di serî de dema em diçûn li gel wan gelek ditirsiyan, dema me ji wan hez dikir û em eleqeder dibûn gelekî kêfa wan dihat. Wan jî xwe nêzî me kirin û dikaribûn tevlî civakê bibin. Em dikarin bêjin bi awayekî rojane zarokên astengdar tên saziya xwe û rehetiya xwe li saziya xwe dibînin.”
 
‘Dilxwaz alîkariya astengdaran dikin’
 
Dalyanê diyar kir ku kesên dilxwaz ji bo pêwistiya astengdaran alîkar in û wiha got: “Dilxwaz gelek in û di her alî de alîkariya me dikin, li gor wê em jî pêwistiya kesên astengdar pêk tînin. Herî zêde di warê şîr, hafat, kursî, derman de em dibin alîkar. Her wiha di aliyê dermankirinê de jî em alîkar in. Li gor alîkariyên ku ji me re tê û li gor derfetê em dibin alîkar. Her wiha em semîneran jî didin û bi riya semîneran em hişyar dikin ku çawa nêzî astengdaran bibin. Her wiha beriya demekê me li Zanîngeha Rojava jî semînerek da û bi encam bû.”
 
‘Em bibin deng û rengê astengdaran’
 
Dalyanê bandora rêxistina Nûdem a di nava civakê de wiha parve kir: “Rêxistina Nûdem bandorek erênî di nava civakê de ava kiriye. Herî dawî jî ez bang li malbatên astengdaran dikim ku zarokên xwe dûrî civakê nekin û tevlî civakê bikin, ji ber ew hêjan e. Her wiha ez bang li kesên dilxwaz dikim ku bila alîkariya me bikin da ku em bikaribin bibin deng û rengê astengdaran.”