Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dike

  • 12:51 1 Hezîran 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê şeva din gel daketin qadan û careke din daxwazên xwe yên azadiyê qîriyan.
 
Ji 16’ê Îlona 2022'an ve ku Jîna Emînî hat qetilkirin, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildanên jinan di hemû qadên jiyanê de berdewam dikin. Gelê ku duh bi şev li gelek bajaran daketin qadan, daxwazên xwe yên azadiyê anîn ziman.
 
Li bajarên Tehran, Îsfehan, Kerec, Gohardeşt, Serable, Şîraz, Qezwîn, Kirmaşan û Sine gel daketin qadan û li dijî Komara Îslamî ya Îranê nerazîbûn nîşan dan. Xwepêşanderan bi qîrîna dirûşmên "An azadî yan azadî", "Bimre dîktator", "Jin jiyan azadî" meşiyan. Her wiha xwepêşander bi daxwaza rakirina cezayê darvekirinê belavok belav kirin.
 
Polîsên girêdayî hikûmeta Îranê bi gazê êrîşî xwepêşanderan kirin. Xwepêşanderên ku bi paş ve gav navêjin, di daxwazên xwe yên azadiyê de bi biryar in.