Jinên Taxa Şêxmeqsûdê banga tevlîbûna perwerdeya Jineolojiyê kirin

  • 09:33 1 Hezîran 2023
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên tevlî perwerdeya Jineolojiyê bûn dan zanîn perwerdeyên bi vî rengî gelekî girîng in û divê herkes tevlî bibin. Jinan gotin:"Perwerdeya Jineolojiyê ji bo me cihê pîrozî û serkeftinê ye. Her wiha li kêleka wê jî zanista Jineolojiyê bi serê xwe zanisteke ku her dem nûjeniyê bi xwe re tîne ye. Pêwîstiya hemî jinan bi vê zanistê heye ji ber ev zanist rastiyê derdixe holê."
 
Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Taxa Şêxmeqsûdê bi lidarxistina perwerdeyên cur bi cur hewldana zanekirin û danasîna zanista Jineolojî bi civakê re dide avakirin. Ji aliyê Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Taxa Şêxmeqsûdê perwerdeyên îdolojiyê hatine destpêkirin. Perwerde bi armanca danasîna Jineolojî û qadên wê tê lidarxistin. Her wiha 40 jin di nava vê perwerdeyê de amede bûn. Di vê perwerdeyê de waneyên li ser Jineolojî û qadên wê tên dayin. Her wiha naskirina pêşeng, fîlozof, helbestvan û zanyarên jin derdikeve pêş. Perwerde wê 4 rojan li ber xwe bide. Jinan derbarê perwerdeyê de fikrên xwe anîn ziman. 
 
'Perwerdeya Jineolojiyê zindîbûna dîroka jinê ye'
 
Her wiha Rûken Mihemed da zanîn perwerdeye di qada Jineolojiyê de gelekî girîng e û wiha got:"Perwerdeya Jineolojiyê ji bo me cihê pîrozî û serkeftinê ye. Her wiha li kêleka wê jî zanista Jineolojiyê bi serê xwe zanisteke ku her dem nûjeniyê bi xwe re tîne ye. Pêwîstiya hemî jinan bi vê zanistê heye ji ber ev zanist rastiyê derdixe holê. Her wiha ev zanist ji bo weke zindîbûna dîroka jinê ya veşartî ye. Her jinek xwe tevlî vê perwerdeyê dike xwe û dîroka xwe nas dike. Encamên baş jî ji vê perwerdeyê tên girtin."
 
Emîra Topal a ku tevlî vê perwerdeyê bû jî ji ajansa me re axivî û wiha anî ziman:"Ev bû du roj em tevlî perwerdeya Jineolojî bûne, ev perwerde ji bo me pir girîng e. Me di roja yekem de dersên têkildarî danasîna Jineolojî û qadên wê dîtin. Di roja duyem de kesayetên jin ên bi nav û deng ên di dîrokê de mîna Îştar, Haypatiya, Înnana û hwd. me nas kir."
 
Banga tevlîbûna perwerdeya Jineolojiyê
 
Emîra di dawiya axaftina xwe de banga hemî jinên taxê kir ku xwe tevlî perwerdeyên Jineolojiyê bikin da ku xwe û dîroka xwe nas bikin.