'Ji ber em nûçeyan çêdikin ji me hesab dipirsin'

  • 09:05 29 Gulan 2023
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Nûçegîhana MA'yê Ceylan Şahînlî ya di rûniştina di 16’ê Gulanê de li Enqereyê hat dîtin, tehliye bû wiha got: “Dema em lêpirsîn kirin, endamtiya DFG, nûçeyên me çêkirine pirsîn. Gelo rojnameger çawa nûçeyan çêdike? Di esasê de yekane bersiva van pirsan heye, ew jî rojnamegeriya me ye.” 
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku di 25’ê Cotmehê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatibû meşandin de Midûra Karê Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê Dîren Yurtsever, nûçegîhan Selman Guzelyuz, Denîz Nalim, Bêrîvan Altan, Emrullah Acar, Hakan Yalçin, Ceylan Şahînlî û Zemo Aggoz Mehmet Gunhan ên negirtî dihatin darizandin û nûçegîhana JINNEWS’ê Habîbe Eren, Oznur Deger di 29’ê Cotmehê de hatibûn girtin û nûçegîhanê Yenî Yaşamê Hamdullah Bayram ê di 20’ê Adarê de hatibû girtin û rûniştina wan a yekemîn di 16’ê Gulanê de li Dadgeha Ceza Giran a Enqereyê hatibû dîtin.
 
Heyeta dadgehê piştî navbera ku dayê, ji bilî Hamdullah Bayram, biryara tehliyeya hemû rojnamegeran da. Yek ji rojnamegerên hat berdan Ceylan Şahînlî bû. Ceylan Şahînlî hem pêvajoya ku jiyan hem jî sûcdariyên li hember wan nirxand.
 
‘Em bi nêrîna hat afirandin, hatin girtin’
 
Ceylanê diyar kir ku sala borî di meha Hezîranê de rojnameger hatine binçavkirin û girtin û got ew jî hema hema bi heman naveroka dosyayê û îfadeyên şahidê veşarî hatine binçavkirin û got: “Li gelek hevalên me îşkence kirin. Hewl dan îmajeke teslîmgirtinê biafirînin. Naveroka dosyayê girtinek der barê sûcdariyan nebû.”
 
‘Bersiva hemû pirsan rojnamegerî ye’
 
Ceylanê daxuyand ku rojnameger ji bo rayagiştî kesên ku saziyên dewletê kontrol dikene û dema li mînakên rojnamegeriyê bê nêrîn jî nûçeyên ku dewletê esas digirin tên çêkirin. Ceylanê wiha dirêjî dayê: “Lê divê rojnamegerî gel esas bigire. Divê dewlet li cihekî ku kontrol bike bisekine. Lê ji ber em li cem gel cih digirin me sûcdar dikin. Em ji ber nûçeyên xwe hatin darizandin. Bi endamtiya rêxistinê hatin darizandin. Dema em lêpirsîn kirin, endamtiya DFG, li nûçeyên me çêkirine pirsîn. Gelo rojnameger çawa nûçeyan çêdike? Di esasê de yekane bersiva van pirsan heye, ew jî rojnamegeriya me ye.”
 
‘Tiştekî veşartî tune ye’
 
Ceylanê daxuyakirin ku di dema lêpirsîna dozger de li îfadeyên şahidê veşarî hatine pirsîn û wiha dirêjî dayê: “Şahid ji bo min wisa gotiye , ‘Wek stajyer li Enqereyê dixebitî. Piştre çûye Rihayê’. Belê ev rast e. Di mahrecên nûçeyan de jixwe cih dinivîse. Ev rewşek ne veşartî ye. Min ji heyeta dadgehê re jî got. Dîsa di îdianameyê de 149 nûçe derxistin pêşberî min. Yanî nûçe hilbijartine û derxistine pêşberî me.”
 
‘Hesab dipirsin’
 
Ceylanê got piştî girtina wan rojnameger Hamdullah Bayram jî hatiye girtin û sîxurtî li Hamdullah ferz kirine û wiha dawî lê anî: “Ji Hamdullah re dibêjin ‘tu bibî şahidê veşarî tuyê neyê girtin.’ Ji hevalê me re gotine ‘tu bêje ev li ser navê rêxistinê dixebitin bes e’. Bi vî awayî me dît ku şahidên veşarî jî çawa derdixin holê. Di alî sûc de tu tiştekî şênber ê derxin pêş me tune ye. Nûçeyên me faliyetên rojnamegeriyê derxistin pêşberî me. Em bi rojnameriyê hatin darizandin.”
 
Banga ji bo rûniştinê
 
Ceylanê her wiha ev bang kir: “Di 15’ê Hezîranê de doza hevala me Safiye Alagaş tê dîtin û di 11’ê Tîrmehê de jî ya hevalên din tê dîtin. Ez bang li hemû STK, rojnameger û parêzvanên maf dikim ku tevli rûniştina rojnamegeran bibin.”