Ayşe Hiso: CPT berjewendiyên dewleta tirk diparêze

  • 09:04 29 Gulan 2023
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Endama Meclîsa Giştî ya PYD'ê Ayşe Hiso têkildarî dewamiya tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku hemû dewletên navneteweyî di nava destpêkirina komployê de cih digirin, girankirina tecrîdê vê yekê dide îsbatkirin û got:"Hemû rêxistin û saziyên di bin navê demokrasiyê de kar dikin û banga wê dikin û bi taybet CPT di bingehê de ji bo berjewendiya dewleta tirk kar dikin. Yek in ji ber ku projeya Rêbertî ya Neteweya Demokratîk wekî metirsiyekê dibînin."
 
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin û 26 meh in tu agahî jê nayên girtin. Tevî ku gelek caran malbat û parêzerên Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan jî lê belê heta niha tu bersivek nehatiye girtin. Li ser mijara tecrîdê Endama Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ayşe Hiso nirxandin kir. Ayşeyê wiha got:"Ev bû çend sal in ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan her ku diçe girantir dibe. Her wiha komploya ku li ser Rêbertî hatiye kirin ji tecrîda niha ne qut e û ev tecrîda ku ji aliyê hêzên komploger ve hatiye kirin di bingehê de ji bo bidawîkirina sîstema Netewa Demokratîk e." 
 
'CPT berjewendiyên dewleta tirk diparêze'
 
Hemû rêxistin û saziyên ku di bin navê demokrasiyê de kar dikin û banga wê dikin û bi taybet CPT di bingehê de ji bo berjewendiya dewleta tirk kar dikin. Bi hev re yek in ji ber ku ew bixwe di nava xwe de projeya Rêbertî ya Neteweya Demokratîk ji xwe re wekî metirsiyekê dibînin. Ji ber ev projeya li dijî hêzên kapîtalîst hatiye avakirin. Projeya Neteweya Demokratîk ji bo gelek pirsgirêkên li Rojhilata Navîn dibe sedema çareseriyê. Projeya Neteweya Demokratîk li ser erdê jî bi awayekî piratîk pêk hat û bû metirsiyek ji bo hemû hêzên kapîtalîst ên ku cîhanê bi rê ve dibin. Lewma ev tecrîd girantir kirine, ji ber bi xwe di nava nakokiyên mezin de ne."
 
'Dixwazin sînorên Mîsaki Mîllî vegerîne'
 
Ayşeyê bal kişand ser sînorên Mîsaki Mîllî û zinhiyeta Osmaniyan û wiha lê zêde kir:"Ev sal ji ber ku sala bidawîbûna Peymana Lozanê ye loma jî ev sala guhertin û veguhertinê ye. Loma jî şerê xwe li hember neteweya demokratîk zêde dikin. Ji ber ku hişmendiya Tayyip Erdogan dixwaze hişmendiya Osmaniyan vegerîne û derxe pêş. Di heman demê de jî sînorên Mîsaki Mîllî vegerîne."
 
'Rêbertî çareseriya alozî û pirsgirêkên Rojhilata Navîn e'
 
Ayşeyê di heman demê de bal kişand ser hilbijartinên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê jî û wiha pê de çû:"Îro di hilbijartinên ku li Bakur çêdibin de bi xwe şerê HDP'ê tê kirin. Lewma mirovên siyasetmedar digirin û li dijî demokrasiyê kar dikin. Kî di hilbijartinê de bi ser dikeve bila bi ser bikeve ya pêwîst ew e di destpêkê de pirsgirêka kurdan çareser bike. Her wiha pirsgirêka kurdan bê dîtina Rêbertî wê çareser nebe. Ji ber ku Rêbertî bi xwe çareseriya hemû alozî û pirsgirêkên Rojhilata Navîn e."
 
'Girankirina tecrîdê hedefgirtina îradeya jinê ye'
 
Ayşeyê da zanîn ku jin ji ber rol û mîsyona xwe ya di nava civakê de her tim ji aliyê dewleta tirk ve tê hedefgirtin û wiha lê zêde kir:" Dewletên desthilatdar dema ku dixwazin civakan têk bibin û sîstema netewa demokratîk tune bikin di destpêkê de jinan dikin hedefa xwe. Her wiha bi taybet dewleta tirk her carê li Bakurê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpêkê jinan dixe hedefa xwe. Ji ber jin xwedî li fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan derdikevin, xwedî rol û erka herî girîng in. Lewma girankirina tecrîdê bi xwe hedefgirtina îradeya jinê ye. Ji ber koletiya civakê bi koletiya jinê dest pê kir lewma jî azadiya civakê azadiya jinê ye."
 
Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan 
 
Di dawiya axaftina xwe de Ayşeyê bal kişand ser azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got:"Sîstema netewa demokratîk ji ber ku tenê azadiya welatekî yan netewekî nagire nava xwe, bûye proje û pergaleke gerdûnî loma ev bixwe jî dibe sedem ku hêzên desthilatdar û netewperest şerê vê sîstemê bikin. Lê em jî dibêjin rewşa Bakur a heyî û bêdengiya saziyên navneteweyî, hişmendiya AKP'ê û sîstema hikumeta Sûriyeyê wê bi vî awayî nemînê ji ber ku li ser axa her çar perçeyên Kurdistanê berxwedanek pir mezin hatiye meşandin. Dema girêdana bi fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan derkeve pêş wê hemî pirsgirêka gelê kurd çareser bibe û Rêbertî wê bi awayekî fîzîkî azad bibe."