Dayikên Aştiyê: Divê hemû cîhan berê xwe bidin Mexmûrê

  • 09:05 28 Gulan 2023
  • Rojane
 
Melike Aydin 
 
ÎZMÎR - Dayikên Aştiyê diyar kirin ku divê hemû Kurd û rayagiştî ya Cîhanê berê xwe bidin Wargeha Mexmûrê û bang li rêveberiya Barzanî jî kirin û gotin divê dawî li hevkariya bi Tirkiyeyê re bînin.
 
Ji 20'ê Gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi têlan dorpêç bike, bi çek, bendên dorpêçê û sedan leşkerî ve vê hewldana xwe didomîne. Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê der barê mijarê de diyar kirin ku divê rêveberiya Barzanî ya Herêma Federal a Kurdistanê dawî li hevkariya bi Tirkiyeyê re bîne. Dayikên Aştiyê destnîşan kirin ku divê hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bên destpêkirin û divê hemû rayagiştî ya cîhanê û Kurd bala xwe bidin êrîşên li hember Wargeha Mexmûrê.
 
‘Divê em li dijî vê zilmê derkevin’
 
Dayika Aştiyê Muzeyyen Kortak berxwedana dayikên li Mexmûrê silav kir û da zanîn ku ger piştgiriya Tirkiyeyê tunebûna wê êrîş pêk nehatibana û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev êrîş girêdayê Tirkiyeyê ne. Gelo wê ev êrîşên bi xwîn kengî bi dawî bibin? Bi çêkirina dîwaran wê zilmê hîn bêtir zêde bikin? Em li tundiya aborî û fîzîkî temaşe dikin û êdî bêzar bûne. Em dixwazin ku ev zextên li ser gelan rabin. Ger îro Barzanî piştgiriyê nede wê ev êrîş pêk neyên. Divê em piştgiriyê bidin gelê xwe. Em dayik vê qebûl nakin û divê Kurd li dijî vê bin. Hûn nikarin gelê Kurd biqedînin.”
 
‘Ji bo aştiyê divê tecrîda Îmraliyê bê rakirin’
 
Dayika aştiyê Nufusa Ataş jî bi lêv kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê ewil tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û wiha domand: “Pêkhatina aştiyê di destê wî de ye. Ez bang li Barzanî jî dikim, bila nebe hevkarê vê zilmê. Ji ber ev kesê li ser me ji bo paldanka xwe vê zilmê dike. Çi mafê wî heye wisa bike? Em aştiyê dixwazin. Ji bo me Kurd, Ereb, Tirk ferq nakin. Em dibêjin bila aştî û demokrasî bê tu kes birçî nemîne. Divê em Kurd nebin hevkarê vê zilmê. Divê Barzanî bi Tirkiyeyê re hevkariyê neke.”
 
‘Rojeva me êrîşên li hember Mexmûrê ne’
 
Dayika Aştiyê Peyruze Kurt jî balkişand ser êrîşên li ser Wargeha Mexmûrê û wiha dirêjî dayê: “Rojeva me ne hilbijartin e, rojeva me êrîşên li hember Wargeha Mexmdûrê ne. Em aştiyê dixwazin. Bila dayik negirîn û ev şer bi dawî bibe. Belkî îro rojev li vir hilbijartin e lê rojev êrîşên li hember Mexmûrê ne. Ji bo vê divê Barzanî xwişk û birayên xwe nefiroşe. Em vê zilmê naxwazin. Divê ev şer bê rawestandin.”