Ji ser girtîgehan hewl didin peyamê bidin civakê

  • 09:03 28 Gulan 2023
  • Rojane
ÎZMÎR - Hevseroka OHD’ê ya Îzmîrê Şukran Ozturk da zanîn ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş her diçe giran dibe û got ji ser girtîgehan peyama ‘hûn li dijî dewletê derkevin, hûn ê nexweş bikevin, hûn ê neyên berdan, em derfeta dermankirinê nadin we û hûn ê li girtîgehan bimrin’ didin civakê. Şukranê got divê rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên pîşeyî ji vê re bêjin êdî bes e.
 
Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê rewşa li girtîgehan nirxand û diyar kir ku bi pandemiyê re binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne, piştî pandemiyê hinek astengiyan berdewam kirine û got di vê mijarê de berpirsyariya meclîsê mezin e. Şukranê diyar kir ku girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin û ATK jî biryarên siyasî didin. 
 
Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di 2022’yan de 78, di 2023’yan de ji serê salê heta niha 15 girtiyî jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Herî dawî girtiyê bi navê Abdulhalîm Kirtay ku 30 sal bû girtî bû di 22’yê Adarê de hat berdan û di 12’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da. Girtiyê bi navê Behçet Kaplan jî di 2014’an de hat girtin 15 sal ceza lê hat birîn û 9 sal bû girtî bû. Behçet di 15’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da.
 
‘Girtîgeh rewşa nexweşan girantir dike’
 
Şukranê da zanîn ku pirsgirêkên tenduristiyê li girtîgehan zêde dibin û got ATK raporên xwe ji tenduristiyê dûr dinirxînin, biryarên siyasî didin û got: “Em niha behsa hezar û 600 kesî dikin. Ev girtiyên nexweş rewşa wan ne baş in û ne pêkan e li girtîgehan bimînin. Li girtîgehan pergalek tenduristiyê ya baş tune ye. Dişînin revîran û piştre jî sewqî nexweşxaneyan dikin. Di mijara sewqkirinê de jî pirsgirêk tên jiyîn.”
 
‘Biryarên ATK’ê siyasî ne’
 
Şukranê bal kişand ser biryarên ATK’ê û daxuyakirin ku biryarên ATK dide tu eleqeya wê bi tip, zanist, sonda hîpokrat tune ye û biryarên siyasî tên girtin. Şukranê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê mijarê de divê sererastkirineke cidî bê kirin. Berpirsyariya meclîsê heye. Di vê mijarê de kontrolkirin û sererastkirin peywira Komîsyona Mafê Mirovan a TBMM’ê ye. Divê ev komîsyon bi rêk û pêk bixebite. Ji ser girtîgehan peyama ‘hûn li dijî dewletê derkevin, hûn ê nexweş bikevin, hûn ê neyên berdan, em derfeta dermankirinê nadin we û hûn ê li girtîgehan bimrin’ didin civakê. Divê rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên pîşeyî ji vê re bêjin êdî bes e.”
 
‘Pêkanînên kêfî didomin’
 
Şukranê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku binpêkirinên mafan ên li Girtîgehên Herêma Egeyê li girtîgehên din jî didomin û got: “Li herêma Menemenê girtîgehek rehabîlîtasyon a Tîpa R heye. Lê li wir ji xwegîhandina xizmeta tenduristiyê wêdetir, hewl didin girtî stabil bigirin. Di dema pandemiyê de gelek maf hatin sînorkirin û rakirin. Piştî pandemiyê biryarên berdana bi şert û nirxandinên rewşa baş ne baş tên bikaranîn. Pêkanînên di pandemiyê de ketin meriyetê didomin. Ev biryarên tu aliyê hiqûqî nahewînin didomin.”