‘Ji bo çareseriya pirsgirêka penaberan divê Tirkiye ji Sûriyeyê vekişe’

  • 09:16 27 Gulan 2023
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Penaberan a Konakê Cevher Tosun diyar kir ku penaber di pêvajoya hilbijartinê de bigotinên nefretê yên siyasiyan carek din bûne rojev û got siyasetmedar ji bo dengan berhev bikin bi goga dijmirovahî û nîjadperst dilîzin. Cevherê  got jib o pirsgirêka penaberan bê çareserkirin divê Tirkiye ji Sûriyeyê vekişe.
 
Endama  Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Penaberan a Konakê Cevher Tosun der barê zimanê tundiyê yê di pêvajoya hilbijartinê de hatiye bikaranîn û rê li ber nefreta li hember penaberan vekiriye de nirxandin kir.
 
‘Pirsgirêkên welat yên penaberan re dibin yek’
 
Cevherê da zanîn ku penaber li Tirkiyeyê di asta herî jêr de cih digirin û li aliyê din jî li dijî şert û mercên aboriyê têdikoşin û wiha vegot: “ Li aliyê din jî bi êrîşên nîjadperest re tên rû hev. Li gorî hevalên xwe kêmtir heqdest digirin. Hemû karker tên binpêkirin lê yên penaber zêdetir tên binpêkirin.  Lê di cînayetan de destdirêjî bê ahlaqiyande penaberan sûcdar dikin. Lê wek tê zanîn çend roj berê li Zonguldakê kesekî destdirêjî li zaroka du salî kir.”
 
‘200 hezar penaber dengan bikar tînin’
 
Cevherê bi lêv kir ku nifûsa penaberan 6 mîlyone û ji van 3 mîlyon û nîv Suriyeyî ne û wiha got: “Ji van 200 hezar heb jî dengan bikar tînin. Yanî di nokteya ku hilbijartinê diyar bikin de nînin. Ji ber sedema xizanî û betaliyê tên dîtin ev ji aliyê siyasetmedaran ve dibe mijara gazarê. Dibêjin qey penaber biçin wê pirsgirêka xizaniyê ji holê rabe. Lê tu eleqeya wê pê nîne.”
 
‘Sedema betalî û xizaniyê ne penaberin’
 
Cevherê, destnîşan kir ku sedema xizanî û betaliyê ne penaber in û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heta em vê fêm nekin wê me berbi faşîzmê ve bibe. Di vê mijarê de peywir dikeve ser mile rêxistinên siyasî, civaka sivîl û komeleyan. Bi taybet sendika divê vebêjin sedema betalî û krîzê ne penaber in. Ji bo pirsgirêka penaberan çareser bibe divê aştî pêk bê. Komên OSO yên ji aliyê welatên me ve tên şandin Sûriyeyê bombebaran dikin û yên li dijî vê bêdeng dimînin divê îro pirsgirêka penaberan neynin  rojevê. Di enama teşwîqkirina şer a ji aliyê Tirkiyeyê ve penaber hatin welatê me.”
 
Cevherê wiha dawî lê anî: “Siyasetmedar ji bo dengan berhev bikin bi goga nîjadperest û dijmirovahî dilîzin. Ev gog wê destê wan de biteqe. Divê em beriya herî tiştî leşkerên xwe ji wir bikşînin û bixwazin ku ev mirov vegerin.”