Hilbijêrên Wanê: Divê ev desthilatdarî biguhere

  • 09:09 27 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
WAN - Ji hilbijartinên serokomariyê de demek kurt ma û gelê Wanê der barê hilbijartinên roja yekşemê de nêrinên xwe anîn ziman. Welatiyan diyar kirin ku her du rêbaz jî bendewariyê wan naynin cih û gotin wê denga xwe ji bo guhertina desthilatdariyê bikar bînin.
 
Gelên Tiriye û Kurdistanê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de aşkera kirin ku desthilatdariya AKP’ê naxwazin û wê roja yekşemê wê ji nûve biçin ser sindoqan. Jinên Wanê der barê hilbijartinên roja yekşemê de nêrînên xwe anîn ziman.
 
Jina bi navê Fîlîz da zanîn ku ew dixwazin desthilatdariya 21 salî biguhere û wiha vegot: “em dixwazin ev rejîm êdî bidawî be. Guherîn pêk were wê gel li welatekî azad bijîn. Wê mafên xwe baştirs biparêzin.”
 
‘Ev hilbijartin hêviye’
 
Jina bi navê Eylem Şedal jî axivî û daxuyakirin ku wê di hilbijartinan de piştgiriyê bidin Kemal Kiliçdaroglu û ev tişt bi lêv kir: “Wê ji bo gelan bibe hêviyek nû. Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de nelêrêtî û dizî hat jiyîn. Di tura yekem de Kiliçdaroglu wê biserketa lê deng hatin dizîn. Ev hilbijartin bi hêvî ne.”
 
‘Divê hikûmet biguhere’
 
Zehra Kandoker jî diyar kir ku divê ev hikûmet biguhere û ev tişt diyar kir: “Divê hemû gel zarokên xwe bifikirin û biçin ser sindoqan. AKP û Huda Par ji bo min heman partî ne.Tifaqa van jî xetereyek mezine. Huda Par dibêje em xwedî li jinên tenê derdikevin. Tu jin vê naxaze. Ew kîne ku tiştên wisa dibêjin. Em tiştekî wisa qebûl nakin. Ji bo guhertina vê desthilatdariyê divê her kes biçin se sindoqan. Bila ev hikûmet biguhere.”
 
‘Divê em hêza guherînê hîs bikin’
 
Havîn Varhan jî bi lêv kir ku hewcedariya gelê Tirkiyeyê bi guherînê heye û got di rewşa ku ev hikûmet berdewam bike wê Tirkiye hîn bêtir şûnde bikeve û ev tişt anî ziman: “Tirkiye her diçe şûnde dikeve. Êrişên li hember jinan zêde bûne. Teknolojî pêş ketiye lê civaka Tirkiyeyê şûnde dikeve. Em azadiya jinan dixawzin. Kiliçdaroglu ji bo me rêbazeke. Em dixwazin vê biceribînin. Divê em hêza guherînê bi xwe re hîs bikin. Divê hemû gel biçe ser sindoqan. Jin û ciwan rolên sereke dilîzin. Ji bo guherînê ji bo mahkumkirina vê zîhniyetê divê em biçin ser sindoqan.”
 
'Divê ev Tifaqa Cumhur biguher'
 
Betul Kaynamaz jî balkişand ser xespkirin mafê jinan û wiha dirêjî daye: “Mafê jinan ji dest tê girtin. Evqas jin hatin kuştin, mafê tu jinekê nehat parastin. Gumanbar bi cezayên wek xelat tê, cezakirin. Tifaqa Cumhur Peymana Stenbolê naxwaze. Ya Mîllet dibêje em ê Peymana Stenbolê şûnde bînin. Hîzbullah ji jinan nefret dikin. Ji HDP’ê re dibêjin terör e. Lê AKP bi rêxistinên terorê yên komkujiyan pêk tînin re hevkariyê dike. Em bêzar bûne.  Jiyana me pêşeroja me jî heye.  Divê êdî ev tifaqa Cumhur biguhere.”
 
‘Divê ev desthilatdarî biguhere’
 
Rozerîn Meryem jî destnîşan kir ku ew dixwazin li civakek azad û wekhev bijîn û wiha got: “Ez ji ber navê xwe jî bi newekheviyan re têm rû hev. Em zîhniyetek wisa em desthiladariyek di vê zîhniyetê de naxwazin. Ez xwendekarim lê pêşeroja xwe nabînim. Ji bo pêşeroja me divê ev desthilatdarî biguhere. Yekane daxwaza min jiyanek wekheve.”