Ji şandeya HDP’ê serdana esnafên Sûr û Rêzanê

  • 15:32 26 Gulan 2023
  • Ramyarî
AMED - Şandeya ku ji Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk pêk hat, li navçeyên Rêzan û Sûrê serdana esnafa pêk anî.
 
Bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, parlamenterên Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk), Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên navçeyên Sûr û Yenîşehîrê û gelek kesan ve li Sûrê serdana esnafan pêk hat.
 
Şandeya ku li Qada Şex Saîd kom bûn, ji vir heta Ceza Melîk Ahmet serdana esnafan kir. Di dema serdanê de welatiyan eleqeyek nîşanê şandeyê da û welatiyan bi Pervîn Buldan re wêne kişand. Di dema serdanê de hin welatiyan anîn ziman ku ew vê têkoşînê bi salan in didin û hin welatiyan jî peyama “Di hilbijartinê de teqez bi ser kevin” dan.
 
Her wiha serdanê de welatiyan çepikan dan û dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin û bername piştre bi dawî bû.
 
Li Rêzanê serdana esnafan
 
Bi tevlîbûna Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, Parlamenterên Partiya Çep a Kesk û rêxistinên HDP û Partiya Çep a Kesk li navçeya Rêzanê jî serdana esnafan pêk hat û li vir jî welatiyan eleqeyek mezin nîşanê şandeyê da.