'Gelê Kurd dê rol û mîsyona xwe bi cih bîne'

  • 15:31 26 Gulan 2023
  • Rojane
ŞIRNEX - Rêxistina Partiya Çep a Kesk a bajarê Şirnexê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana bajarokê Gundikê Melê kir. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz di serdanê de axivî û destnîşan kir ku Gelê Kurd carek din dê rol û mîsyona xwe bi cih bîne.
 
Rêxistina Partiya Çep a Kesk a bajarê Şirnexê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana bajarojê Gundikê Melê yê Şirnexê  kir. Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk(DBP) Salîha Aydenîz, Parlementerên Partiya Çep a Kesk Newroz Uysal Aslan û Ayşegul Dogan û Zekî Îrmez, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê, Rêxistina DBP’ê ya bajarê Şirnexê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina HDP’ê yê bajarokê Gundikê Melê û gelek kes tevli bernameyê bûn.
 
‘Gelê Kurd wê rol û mîsyona xwe bi cih bîne’
 
Di serdanê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî û diyar kir ku Gelê Kurd bi dengdayina xwe dê li dijî vê pergala nijadpetest û dijminane bersîvê bide û got: “Gelê me di hilbijartina 14’ê Gulanê de seknekê bi rûmet nîşan da. Gelê Kurd tim ji bo mafê xwe yê ziman, hebûn û nasnameyê rol û mîsyona xwe bi cih aniye. Di 28’ê Gulanê de jî wê Gelê Kurd carek din vê rol û misyona xwe bi cih bîne. Em bi hev re dikarin vê hişmendî û pergalê biguherin. Niha li ser hilbijartinê gelek agahiyên qirêj tên belavkirin û dixwazin hişê gel tevlihev bikin.  Divê Gelê Kurd neyê van lîstokên qirêj û em ê ji bo demokrasiyê biçin ser sandoqan. Em ê tim ji bo vîn û dengê xwe li qadê cihê xwe bigirin. Em dizanin ku gelê me hertim ji bo pêşeroj û erdnigariya xwe sekna xwe nîşan daye û dengê xwe dane. Em bawer in ku dê jin, dayik û ciwanên me xwedî li vê hilbijartinê derbikevin.”