‘AKP’a bi butçeya îhaleyan ket hilbijartinê wê bi ser nekeve’

  • 09:11 26 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Endama MYK'ê ya Partiya Çep a Kesk Nevîn Aytekîn diyar kir ku di pêvajoya hilbijartinê de AKP’ê îhale dane şîrketên nêzî xwe û bi pereyên ji îhaleyan girtine ketiye hilbijartinê û Partiya Çep a Kesk jî di alî aborî de xistine bin zextan. Nevînê wiha vegot: “Ji kijan alî de êrîş dike bila bike bi ser neket û wê ji vir û şûnde jî bi ser nekeve. AKP wê winda bike.”
 
Partiya Çep a Kesk ji ber cara yekemîn ket hilbijartinan û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî ji ber neket hilbijartinan ji butçeya hilbijartinê fêde negirt. AKP bi 2 mîlyon 179 hezar û 5 lîra alîkariya xezîneyê partiya herî zêde alîkariyê digire ye û Partiya Çep a Kesk jî tenê bi piştgiriya gel xebata hilbijartinê meşand. Di dema propagandayên hilbijartinê de namzetê AKP’ê yê Amedê Galîp Ensarîoglu di hilbijartinan de bi soza îhaleyan piştgirî xwest, namzetê AKP’ê yê Êlihê Ferhat Nasiroglu jî  qerta dan û stnadinê ya hezar TL bi navê Weqfa Necat Nasiroglu ya li ser navê bavê wî hatiye amadekirin, şand ji gelek navnîşanî re.
 
Endama Lijneya Rêveber (MYK)  a Partiya Çep a Kesk Nevîn Aytekîn der barê îhaleyên mijara gotinê de nirxandin kir.
 
‘AKP bi butçeyek mezin ket hilbijartinê’
 
Nevînê da zanîn ku Partiya Çep a Kesk ji ber cara yekemîn diket hilbijartinan, HDP jî ji ber nediket hilbijartinan  ji butçeya hilbijartinê fêde negirtiye û wiha dirêjî daye: “Ji ber vê bi piştgiriya gel xebat hatin meşandin. HDP biketa hilbijartinan jî para herî kêm digirt. AKP jî di rêza yekem de ye. Lê ji bilî vî pereyi ji îhaleyan jî pere girt. Me di dema hilbijartinan de dît ku li herêma erdhêjê îhale dane kesên alîgirên xwe. Wezîran îstîfa nekir û bütçe ji bo hilbijartinan hat xerckirin. Ne wezîrê karê hundir ne jî wezîrê dadê îstîfa nekirin. Butçeya vana jî li van hat zêdekirin. Bi butçeyek mezin AKP çû hilbijartinan.”
 
‘Partiya Çep a Kesk bi butça gel ket hilbijartinan’
 
Nevînê destnîşan kir ku der barê doza girtina li HDP’ê de bi awayekî dijqanûnî heasbên HDP’ê di meha Çile de hatine bloqekirin û wiha bi lêv kir: “Piştî îtîraza HDP’ê şûnde vegeriyan lê demek dirêj bi alîkariyên gel li ser piya man. Partiya Çep a Kesk jî bi piştgiriya gel ket hilbijartinan. Hinekan wesayîtên veguhertin wesayîta anonsê hinekan pere kom kirin buro vekirin.  5 kuruş pere ji dewletê negirtin û bi vî awayî çûn hilbijartinan.”
 
‘Xwestin gel bikin fikaran’
 
Nevînê bi lêv kir ku ligel zextên desthiladarî di alî aborî de ew di zor û zehmetiyê de hatine hiştin û wiha dirêjî daye: “Xwestin bi bloqekirina hesaban HDP’ê bê hêz bihêlin. Lê AKP nizane ku HDP hêza xwe ji gel digire. AKP vê her tim bikar tîne.  Dixwaze bi van lîstikan gel bike fikaran. Hinek namzetên AKP’ê  hezar TL pere xistin zerfan û gel li dengdayînê dan zorê.  Ji gelê herêma erdhêjê re gotin ‘hun dengan bidin me em ê xaniyê we çêbikin’. Li gorî agahiyên me girtin erdhejzede bi balafirên taybet birine ku dengên xwe bikar bînin. Derewên wan li holê ne.”
 
‘Wê bi ser nekeve’
 
Nevînê  axaftina xwe wiha domand: “AKP’ê îhaleyên avahiyên cemawerî yên wekê nexweşxane û avahiyan dane şîrketên nêzî xwe. Bi taybet dide Kalyon û komên girêdayê wê. Aliyê balkêş jî eve ku  van îhaleyan dide mutehîtên avahiyên wan li Wan û Elezîzê hilweşiyane. Dibêjin bila xanî çêbin û mirov têkevinê. Ewlehiya gel nafikirin. Lê ew çi jî bikin wê biser nekevin. Heta niha biser neketin wê ji vir şûnde jî biser nekevin.”