'Perwerde ji bo me hemiyan pêwîstiyek e'

  • 12:19 25 Gulan 2023
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên li Helebê têkildarî perwerdeya jinan a pakrewan Çîçek Haronî a li Akademiya Jinên Ciwan a li Helebê wiha gotin:"Em bi hêvî ne ku hemû jinên ciwan wê hêzê di xwe de bibînin û xwe tevlî perwerdeyan bikin ji ber ku perwerde ji bo me hemiyan pêwîstiyek e."
 
Bi dirûşma "Jin jiyan azadî serbixe azadî" a Yekîtiya Jinên Ciwan rêzaçalekiyên tên kirin, berdewam in. Her wiha li Taxa Şêxmeqsûdê ya li Helebê perwerdeya jinan a pakrewan Çîçek Haronî ya li Akademiya Jinên Ciwan dest pê kiribû û gelek jin tevlî vê perwerdeyê bûbûn. Wê li ser mijarên cuda ev perwerde dewam bike. 
 
'Bila jin tevlî perwerde û akademiyan bibin'
 
Yek ji beşdarvana akademiyê Merwa Mela ji ajansa me re axivî û wiha got: "Ji ber perwerde ji bo min pir girîng e loma ez tevlî vê perwerdeyê bûme. Daxwaza min ji bo her jinek ciwan heye ku xwe tevlî perwerde û akademiyan bikin. Rêber Ocalan jî dibêje 'Perwerde ji bo me weke av û nan e'  lewma pêwîst e em girîngiyeke tam bidin perwerdeyê."
 
 
'Perwerde pir girîng e'
 
Her wiha Elya Mihemed a ku tevlî perwerdeyê bûbû ji ajansa me re axivî û wiha got : "Ji bo min perwerde pir girîng e. Ji ber ku dema em hevrûkirinekê di navbera dema niha û ya borî de çêbikin em dibînin ku di dema berê de qedexe bû ku jin tevlî perwerdeyan bibin û bi rojan ji malê qut bibin. Lê niha em bi rehetî perwerdeya xwe dibin, armanca min a tevlîbûna vê perwerdeyê ew e ku ez xwe ji hişmendiya qalibên civakan rizgar bikim û xwe di nava qalibên civakê de nedim girêdan."
 
'Perwerde ji bo me hemiyan pêwîstiyek e'
 
Di dawiya axaftina xwe de Elya wiha got: "Em ê weke jinên ciwan bi dirûşma xwe ya 'Jin jiyan azadî serbixwe azadî' azadiya xwe mîsoger bikin û rêberê xwe ji zindana Îmraliyê azad bikin. Her wiha em bi hêvî ne ku hemû jinên ciwan wê hêzê di xwe de bibînin û xwe tevlî perwerdeyan bikin ji ber ku perwerde ji bo me hemiyan pêwîstiyek e."