Ji jinan li dijî desthilatdariya AKP’ê banga bikaranîna dengan

  • 09:10 25 Gulan 2023
  • Rojane
Melîke Aydin 
 
ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku ji bo hikûmeta AKP-MHP’ê têk biçe wê dengên xwe bidin Kemal Kiliçdaroglu û bang li hemû jinan kirin ku biçin ser sindoqan û dengên xwe bikar bînin.
 
Ji hilbijartinên serokomariyê re çend roj man û bangên ji bo bikaranîna dengan tên dubarekirin. Rêvebera HDP’a Îzmîrê û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Funda Akbulut diyar kir ku wê li dijî desthilatdariya AKP’ê denga xwe bide Kemal Kiliçdaroglu û wiha got: “Ji bo afirandina jiyanek azad divê em têkoşînê mezin bikin û li dijî pergala yekparêz,olperest xwe rêxistin bikin.”
 
‘Divê jin ji bo wekhevî û azadiyê denga xwe bidin’
 
Aktîvîsta TJA’yê Funda Akbulut daxuyakirin ku di tura yekemîn de AKP-MHP-Hîzbullah dane sekinandin û niha jî wê bişînin û wiha vegot: “Ji bo AKP bê şandin û dawî lê bê em ê dengên xwe bidin Kemal Kiliçdaroglu. Denga em didin Kemal Kiliçdaroglu nayê wateya ku em piştgiriyê didine. Li cîhanê tevgerek azadiyê heye û pêşengên wê jinin. Li Tirkiye û Kurdistanê îradeya tevgera rêxistinkirî jin in.  Zîhniyetek ku dixwaze qanûna 6284 tune bike desthilatdare.  Huda Par dibêje ‘divê em xwedî li jinên tenê dijîn derkevin’.  Em bi pergaleke ku hewl didin jina makul ava bikin re rû bi rû ne. Em jin wê bibin mirovên azad û xwedî li îradeya xwe derdikevin an jî wê bikevin bi kontrola mêr? Em ê biryara vê bidin û denga xwe bidin Kiliçdaroglu. Ji bo jiyanek azad û cîhanek azad yekane rê mezinkirina têkoşînê û rêxistinbûne.”
 
Divê li dijî polîtîkayên girtîgehan deng bên bikaranîn
 
Hevseroka Komeleya Xizmên Girtiyan a Egeyê Nîlay Guleser jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Girtiyên nexweş terkî qedera wan hatinekirin. Li Tirkiyeyê li ser jinan zextên mezin hene. Desthlatdarî ji bo îradeya wan bişkîne qirkirina jinê pêk tîne. Dema jin dadikevin kolanan wan digirin û dikin girtîgehan. Polîtîka tirs û çewisandinê dimeşînin. Divê em biçin ser sindoqan û dengên xwe bikar bînin. Divê em xwedî li sindoqên xwe derkevin.”
 
‘Dengên xwe nedin desthilatdariya ku jinan tune dike’
 
Ji Pîrebokên Kampusê Sena Tekîn jî wiha bi lêv kir: “Jinên ciwan li dijî xizaniyê têdikoşin. Em jinên ciwan divê di vê hawira tirsê de piştgiriyê bidin hev. Sedema vê desthilatdariye.  Qanûnên ku jinan diparêzin tune ne. Heta vê teşwîq dikin. AKP’ê, Huda Par û Yenîden Refah yên dijminê jinê ne xistin meclîsê. Dixwazin jinan tune bikin hepsê malê bikin. Divê em dengên xwe nedin desthilatdariya ku dijminahiya jinê dike.”
 
Femînîst cotkar Gulay Gun Bîlîcî jî wiha vegot: “Partiyên siyasî yên di tifaqa Cumhur de siyaseta dijminahiya jinê dikin. Ji ber vê divê em dengên xwe nedin namzetê Cumhur. Ji bo em destkeftiyên xwe winda nekin divê em denga xwe din namzetên ku zîhniyeta mêr diparêze. Em dengên xwe bidin Kemal Kiliçdaroglu.”