'Ji bo têkbirina faşîzmê dengê xwe bi kar bînin'

  • 09:11 24 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
Rojda Aydin 
 
AMED - Siyasetmedarên jin, ji bo çûyîna li ser sindoqan banga li gel kirin û gotin: "Gel dixwaze pergala heyî biguhere û demokrasî bi ser keve. Ji ber vê yekê jî divê hilbijêr biçin ser sindoqan û xwedî li sindoqan derkevin, faşîzmê têk bibin." 
 
Di 14’ê Gulanê de hilbijartinên Serokkomarî û parlamenterî ku ligel hemû bêhiqûqiyan pêk hat jî ji tura duyemîn re ma. Bi vê hilbijartinê gel li ser sindoqan peyama çûyîna faşîzmê û guhertina pergalê da. Ji ber vê yekê hilbijartin ji tûra duyemîn re ma. Ji tura duyemîn re ku hindik roj ma xebat berdewam dikin. Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk) ji bo guhertina pergalê tevlî xebatan bûn.
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Emîne Înan û Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulîstan Atasoy, derbarê hilbijartinê de axivîn û bang li gel kirin ku biçin li ser sindoqan.
 
‘Gel xwedî li vîna xwe derket’
 
Emîne Înan, anî ziman ku ew ji dîrokek girîng re derbas dibin û ev hilbijartina 2023’yan ne ji hilbijartineke ji rêzê ye û got: “Ev hilbijartin sekna li dijî faşîzmê, polîtîkayên qirkirina ser gelan bersivdayînek xûrt e. Ji ber vê yekê hilbijartina 2023’yan gelek girîng e. Ji ber vê yekê jî em li ser navê Partiya Çep a Kesk ketin hilbijartinê. Bi pêşengiya jinan, ciwanan û girseyê di nava liv û tevgerê de biryarên gelek girîng girt. Ev bi mehan e kar û xebatên me yên ji bo hilbijartinê berdewam dike. Dema ku me xebatên xwe yên ji bo 14’ê Gulanê da meşandin me morelek girt. Di heman demê de ji bo xebatên me bên astengkirin li ser xebatkarên partiyê gef hat xwarin û êriş hatin kirin. Lê gel bersiva van gefan û polîtîkayên qirêj dan. Gel 14’ê Gulanê de bi yek peyamê çûn ser sindoqan. Gel xwedî li vîna xwe derket.”
 
‘Gel daxwaz dike ku pergal biguhere' 
 
Emîne, destnîşan kir ku îktîdara AKP û MHP’ê li bakurê Kurdistanê 21 sal in her cure êrişên xwe dimeşîne. Emîne, da zanîn ku di aliyê aborî, qetilkirina jinan, tunekirina nasnameyan ve îktîdarê li Meclîs biryara xwe daye û wiha pê de çû: “Gel dixwaze li Meclîsê bi ziman, nasname û çanda xwe xwe îfade bike. Em li welatek wisa de dijîn ku her tim gef li gel tê xwarin. Binçavkirina rojnameger û parêzeran êdî wek ji rêzê tê dîtin. Ji ber vê jî gel di 14’ê Gulanê de bersiva xwe da. Em kurd guhertinê dixwazin. Ji ber vê yekê di tura yekemîn de encamek baş derketin holê."
 
'Ev ne qedera vî gelî ye...' 
 
Emîne, diyar kir ku lê belê lîstokên xilas nebûn, hem li ser sindoqan û hem jî li YSK’yê bi dengan lîstîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi vê mebestê di 28’ê Gulanê de tura duyemîn heye. Ev çend meh in çawa ku bi kelecan û baweriyek mezin xebatên xwe dimeşînin em ê 28’ê Gulanê jî di vê çarçoveyê de derbas bikin. Elbet şikinandinek çêbû. Di aliyê xwedîderketina li sindoqan de her çiqasî em xwedî li derketibin jî medyaya alîgir û YSK li ser gel şikandinek çêkir. Lê gel vê yekê didît. Niha jî em diçin kîjan kolan û kuçeyê hêviya gelan ew e ku pergal bê guhertin. Çareserî nemaye. Bi tenê rêya çareserî heye û ew jî pêwîste ev hikûmet bê guhertin. Em navê qederê ji holê radikin. Ev ne qedera vê gelê û civakê ye ku bi vê hikûmetê re bijîn.”
 
'Dengê xwe bikarbînin' 
 
Aktîvîsta TJA'ye Emîne Înan, di dawiya axaftina xwe de wiha bang li hilbijêran kir: "28’ê Gulanê de tura duyemîn şansek din li pêşiya me heye. Bila qeder vê carê destên gelê me de be. Bangawaziya me ji hemû gelan ew e ku bi yek dengî biherikin li ser sindoqan û dengê xwe bikarbînin. Em faşîzmê bi hev re biguherînin. Dema ku faşîzm bişînin dê aramî jî bê nav civakê. Em hemû deyndarê hevdû ne. Em ji bo deynên hevdû bidin mil bidin milên hevdû. Pêywira hemû kesî ew e ku gel îkna bikin û bînin li ser sindoqan. Em hemû biçin ser sindoqan û xwedî sindoqên xwe derbikevin.”  
 
‘Gel xwest ku demokrasî bi ser keve’
 
Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulistan Atasoy jî bi lêv kir ku tabloya ku di 14’ê Gulanê de li Amed, hemû bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê derketiye holê dê piştî 29’ê Gulanê bên nîqaşkirin û lêkolînkirin. Gulistan, daxuyakirin ku bi encamên 14’ê Gulanê re negihîştine hedefa xwe û wiha axivî: “Ji ber vê yekê bi hemû sazî û rêxistinên xwe re dê bicivîn. Pêvajoya rexne û rexnedayînê bidin destpêkirin. Di çarçoveya bîrdoziyê de nîqaş û lêkolînan bikin. Di 14’ê Gulanê de Gelê Kurd nîşanda ku divê xwedî li demokrasiyê derkevin. Kesên ku neçûn û çûn ser sindoqan nîşanda ku ew li hemberê faşîzmê ne û xwestin demokrasî bi ser keve."
 
‘Xwedî li sindoqan derkevin' 
 
Gulistan, da zanîn ku ji bo 28’ê Gulanê xebat dane destpêkirine û wiha pê de çû: “Pêvajoyek ku netewperestî û di hemû aliyan de li hember Gelê Kurd derdikevin holê û divê neyên tu lîstokan. Ji bo şandina îktîdarê divê em xwedî hilbijartinê derkevin. Divê her hilbijêrek derdora xwe îkna bike û bîne ser sindoqan. Me wek partî seferberî da destpêkirin û em ê hilbijêrên xwe îkna bikin. Em kêmasiyên xwe ji sibeha 29’ê Gulanê re bihêlin, lê gelê me yê ku demokrasiyê dixwazin di 28’ê Gulanê de divê biçin ser sindoqan. Ger ku em 28’ê Gulanê de xwedî li sindoqan derkevin, wê demê em ê faşîzmê jî têk bibin. Kesên ku wê rojê xwedî li sindoqan derkevin dê di vê hilbijartinê de bi ser kevin.”
 
Banga ji bo mûşahîdbûnê 
 
Gulistan, bang li gelan kir ku dengê xwe bikar bînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dengê xwe bikarbînin û xwedî li dengê xwe derbikevin. Ji ber vê yekê em bibin mûşahîd. Em rê nedin dizan û dijminên Gelê Kurd. Em xwedî li vîna xwe derkevin. Dema ku em xwedî vîna xwe derbikevin dê faşîzm jî têk biçe. Em rol û mîsyona xwe di 28’ê Gulanê de bidin nîşandan. Em nikarin ji têkoşîn û berxwedanê dûr bisekinin. Ji bo ku deriyê demokrasiyê li Tirkiyeyê vebe em biçin ser sinoqan û xwedî li derbikevin.”