Li Panosê şahiya jinê hat lidarxistin

  • 14:14 12 Gulan 2023
  • Ramyarî
AGIRÎ - Partiya Çep a Kesk li Panosê bi tevlîbûna bi sedan jinan şahiya jinê li dar xist. 
 
Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatê hilbijartinê de li Panosê şahiya jinê li dar xist. Şahiya bi sedan kes tevlî bûyên bi rêzgirtinê dest pê kir. Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a Agiriyê Zelal Yilmaz, rêveberên HDP û Partiya Çep a Kesk aktivîstên TJA'yê û gelek kes tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de dirûşma "Jin jiyan azadî" hat berzkirin. 
 
'Jin pêşengên têkoşînê ne'
 
Zelalê diyar kir ku wê jin bibin sedema guhertinê û got hilbijartin herî zêde jinê eleqeder dike ji ber ku îktidara yekperest a li ser serê me jinan asteng dike û hewl dide jin bêdeng be. Zelalê got jin bêdeng namînin û ew pêşengên têkoşînê ne. 
 
Jinan piştî axaftina Zelalê govend gerandin. Piştî govendê şahî bi xwarinê bi dawî bû.