Li Panosê şahiya jinê hat lidarxistin 2023-05-12 14:14:30   AGIRÎ - Partiya Çep a Kesk li Panosê bi tevlîbûna bi sedan jinan şahiya jinê li dar xist.    Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatê hilbijartinê de li Panosê şahiya jinê li dar xist. Şahiya bi sedan kes tevlî bûyên bi rêzgirtinê dest pê kir. Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a Agiriyê Zelal Yilmaz, rêveberên HDP û Partiya Çep a Kesk aktivîstên TJA'yê û gelek kes tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de dirûşma "Jin jiyan azadî" hat berzkirin.    'Jin pêşengên têkoşînê ne'   Zelalê diyar kir ku wê jin bibin sedema guhertinê û got hilbijartin herî zêde jinê eleqeder dike ji ber ku îktidara yekperest a li ser serê me jinan asteng dike û hewl dide jin bêdeng be. Zelalê got jin bêdeng namînin û ew pêşengên têkoşînê ne.    Jinan piştî axaftina Zelalê govend gerandin. Piştî govendê şahî bi xwarinê bi dawî bû.