Li Mêrdînê bi meşê serdana esnafan

  • 21:29 8 Gulan 2023
  • Ramyarî
MÊRDÎN - Şandeya ku ji DBP, PSK, Partiya Azadî pêk tê li Mêrdîna kevin bi meşa ku hat lidarxistin û serdana esnafan hat kirin.
 
Partiya Çep a Kesk, ji hilbijartinê re ku çend roj mane xebatên xwe li Mêrdîn û navçeyê wê bi coşek mezin didomîne. Şandeya ku ji Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, Alîkarê Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Bayram Bozyel, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aştî li gundê Akziyaret a navçeya Qoser a Mêrdînê ji aliyê gelek kesan ve hatin pêşwazîkirin. Girse piştre ji vir bi konvoyê ji Qoserê slav dan gel û gel bi nîşaneya serkeftinê û maşîneyên rêde jî bi kornayê piştgiriyê dan şandeyê.
 
Şandeya ku gihîşt Mêrdînê li vir jî ji aliyê gel ve hatin slavkirin û li Deriyê Amedê ya Mêrdînê kon bûn û girse li vir kon bû. Li vir jî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê ku şûna wî qeyûm hat tayînkirin Ahmet Turk tevlî şandeyê bû û bi meşê li Mêrdîna kevin serdana esnafan hat kirin. Di dema serdanê de girse tim dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Bijî Berxwedana Çep a Kesk”, “Deng namûsa, namûs nayê firotan” û “Bijî berxwedana ciwanan” hat berzkirin. Di dema serdanê de jî gel eleqeyek nîşanda û girse slav kir.
 
Bername piştî serdanê bi dawî bû.