Li Mêrdînê bi meşê serdana esnafan 2023-05-08 21:29:49   MÊRDÎN - Şandeya ku ji DBP, PSK, Partiya Azadî pêk tê li Mêrdîna kevin bi meşa ku hat lidarxistin û serdana esnafan hat kirin.   Partiya Çep a Kesk, ji hilbijartinê re ku çend roj mane xebatên xwe li Mêrdîn û navçeyê wê bi coşek mezin didomîne. Şandeya ku ji Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, Alîkarê Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Bayram Bozyel, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aştî li gundê Akziyaret a navçeya Qoser a Mêrdînê ji aliyê gelek kesan ve hatin pêşwazîkirin. Girse piştre ji vir bi konvoyê ji Qoserê slav dan gel û gel bi nîşaneya serkeftinê û maşîneyên rêde jî bi kornayê piştgiriyê dan şandeyê.   Şandeya ku gihîşt Mêrdînê li vir jî ji aliyê gel ve hatin slavkirin û li Deriyê Amedê ya Mêrdînê kon bûn û girse li vir kon bû. Li vir jî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê ku şûna wî qeyûm hat tayînkirin Ahmet Turk tevlî şandeyê bû û bi meşê li Mêrdîna kevin serdana esnafan hat kirin. Di dema serdanê de girse tim dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Bijî Berxwedana Çep a Kesk”, “Deng namûsa, namûs nayê firotan” û “Bijî berxwedana ciwanan” hat berzkirin. Di dema serdanê de jî gel eleqeyek nîşanda û girse slav kir.   Bername piştî serdanê bi dawî bû.