Saadet Akin a girtî ji bo Jîna stran nivîsî

  • 09:35 17 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Girtiya bi navê Saadet Akin, ji bo Jîna Mahsa Amînî ya ku li Îranê hat qetilkirin strana bi navê “Jîna jînda bû jin jiyan” nivîsî.
 
Girtiya bi navê Saadet Akin a ku di Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê girtî ye, ji bo Jîna Mahsa Amînî ya ku di 16’ê îlonê de li paytexta Îranê Tahranê ji aliyê “polîsên exlaqê” ve hat qetilkrin stran nivîsî. Saadeta ku bi hevdîtina telefonê ya heftane de bi malbata xwe re axivî, strana bi navê “Jîna jînda bû jin jiyan” vegot. Saadet, her wiha serhildana jinan ku li Rojhilat pêşket slav kir.   
 
Jinên têkoşer slav kir
 
Saadet, têkoşîna jinan bi taybetî di şexsê Rojhilatê Kurdistanê de pêşketiye slav kir û wiha got: “Em jî bi rihê vê şoreşê û berxwedanê wan jinên li qadan li hemberî tarîtiyê û zordestiyê pergala jinkuj ku serî rakirine li kolanan bi vîna xwe li hemberî vê tarîtiyê şer dikin, em hemû jinan yek û yek pîroz dikin. Slavên herî germ û hêstên xwe yên şoreşgerî ji wan re dişînin. Û vê serhildana wan ku di bin dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ li cihanê belav bûye em pîroz dikin. Em hêstên xwe yên azadiya jinê û têkoşîna wê yek û yek û gav bi gav digihîje ber bi azadiyê be em slav dikin. Em hemû jinên ku ji bo azadiyê li hemberî pergala baviksalarî şer dikin slav  dikin û bejna xwe li ber têkoşîna wan ditewînim. Slav û hezkirinên şoreşgerî.”  
 
Strana Saadetê wiha ye:
 
Jiyana min benda dîlbera bin dilê
Daye kewhe pêşimê ji mezin kiriye jînê
Çêdike jîna me ala şoraşa jinê
Her gulek bi ruhê şervanê gulê gulîstanê
Şervanê gulîstanê         
 
Jîna jînda bû jin jiyan, bû çûriskek li rojê
Jîna jînda bû jin jiyan, bû çûriskek li rojê
Bi navê te sondixwin jin, jiyan, azadî
Jin, jiyan, azadî
 
Di sala sedsalên tarî kenên te bû ronahî
Li heft porzemînan heft rengên keskesorî
Canê te jîn dide rojê dide cihanê
Hildiweşe têkvediçe pergala padîşahî
Pergala padîşahî
 
Jîna jînda bû jin jiyan, bû çûriskek li rojê
Jîna jînda bû jin jiyan, bû çûriskek li rojê
Bi navê te son dixwin jin, jiyan, azadî
Jin, jiyan, azadî
 
Rûyê reş hişmendiyê reş, pak nabe bi şalê reş 
Por tune guneh tune azadî sînor nîne
Kal û pîre, jin û mêr bang dikin bi navê te
Jana Jîna raza jîya tu helbesta vîna me
Tu helbesta vîna me
 
Jîna jînda bû jin jiyan, bû çûriskek li rojê
Jîna jînda bû jin jiyan, bû çûriskek li rojê
Bi navê te sondixwin jin, jiyan, azadî
Jin, jiyan, azadî
 
Di ber banga salê de bi agirê Mediya
Bixemlînim bejn û balê bi xiftanê spî ve 
Ji Saqizta çar çira dibim dengê Zagrosan 
Diçêrînim alên reş bin ve dixim jinkûjan
bin ve dixim jinkûjan
 
Jîna jînda bû jin jiyan, bû çûriskek li rojê
Jîna jînda bû jin jiyan, bû çûriskek li rojê
Bi navê te sondixwin jin, jiyan, azadî
Jin, jiyan, azadî