Saadet Akin a girtî ji bo Jîna stran nivîsî 2022-10-17 09:35:00     STENBOL - Girtiya bi navê Saadet Akin, ji bo Jîna Mahsa Amînî ya ku li Îranê hat qetilkirin strana bi navê “Jîna jînda bû jin jiyan” nivîsî.   Girtiya bi navê Saadet Akin a ku di Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê girtî ye, ji bo Jîna Mahsa Amînî ya ku di 16’ê îlonê de li paytexta Îranê Tahranê ji aliyê “polîsên exlaqê” ve hat qetilkrin stran nivîsî. Saadeta ku bi hevdîtina telefonê ya heftane de bi malbata xwe re axivî, strana bi navê “Jîna jînda bû jin jiyan” vegot. Saadet, her wiha serhildana jinan ku li Rojhilat pêşket slav kir.      Jinên têkoşer slav kir   Saadet, têkoşîna jinan bi taybetî di şexsê Rojhilatê Kurdistanê de pêşketiye slav kir û wiha got: “Em jî bi rihê vê şoreşê û berxwedanê wan jinên li qadan li hemberî tarîtiyê û zordestiyê pergala jinkuj ku serî rakirine li kolanan bi vîna xwe li hemberî vê tarîtiyê şer dikin, em hemû jinan yek û yek pîroz dikin. Slavên herî germ û hêstên xwe yên şoreşgerî ji wan re dişînin. Û vê serhildana wan ku di bin dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ li cihanê belav bûye em pîroz dikin. Em hêstên xwe yên azadiya jinê û têkoşîna wê yek û yek û gav bi gav digihîje ber bi azadiyê be em slav dikin. Em hemû jinên ku ji bo azadiyê li hemberî pergala baviksalarî şer dikin slav  dikin û bejna xwe li ber têkoşîna wan ditewînim. Slav û hezkirinên şoreşgerî.”     Strana Saadetê wiha ye:   Jiyana min benda dîlbera bin dilê Daye kewhe pêşimê ji mezin kiriye jînê Çêdike jîna me ala şoraşa jinê Her gulek bi ruhê şervanê gulê gulîstanê Şervanê gulîstanê            Jîna jînda bû jin jiyan, bû çûriskek li rojê Jîna jînda bû jin jiyan, bû çûriskek li rojê Bi navê te sondixwin jin, jiyan, azadî Jin, jiyan, azadî   Di sala sedsalên tarî kenên te bû ronahî Li heft porzemînan heft rengên keskesorî Canê te jîn dide rojê dide cihanê Hildiweşe têkvediçe pergala padîşahî Pergala padîşahî   Jîna jînda bû jin jiyan, bû çûriskek li rojê Jîna jînda bû jin jiyan, bû çûriskek li rojê Bi navê te son dixwin jin, jiyan, azadî Jin, jiyan, azadî   Rûyê reş hişmendiyê reş, pak nabe bi şalê reş  Por tune guneh tune azadî sînor nîne Kal û pîre, jin û mêr bang dikin bi navê te Jana Jîna raza jîya tu helbesta vîna me Tu helbesta vîna me   Jîna jînda bû jin jiyan, bû çûriskek li rojê Jîna jînda bû jin jiyan, bû çûriskek li rojê Bi navê te sondixwin jin, jiyan, azadî Jin, jiyan, azadî   Di ber banga salê de bi agirê Mediya Bixemlînim bejn û balê bi xiftanê spî ve  Ji Saqizta çar çira dibim dengê Zagrosan  Diçêrînim alên reş bin ve dixim jinkûjan bin ve dixim jinkûjan   Jîna jînda bû jin jiyan, bû çûriskek li rojê Jîna jînda bû jin jiyan, bû çûriskek li rojê Bi navê te sondixwin jin, jiyan, azadî Jin, jiyan, azadî